Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Êrîşên li dijî YBŞ’ê êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan e’
Kurdistan

‘Êrîşên li dijî YBŞ’ê êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan e’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico û siyasetmedar Qasim Keşko êrîşa li dijî şervanên YBŞ’ê weke êrîşa dijî hebûna Êzidiyan pênase kirin û gotin, "Divê gelê me berxwedana li dijî vê komployê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nerazîbûnên li dijî êrîşa Iraqê ya ser şervanên YBŞ’ê û dîl girtina şervanên birîndar mezin dibe. Berdevka TAJÊ Rîham Hico û Siyasetmedar Qasim Keşko yên di kona çalakiyê ya li ber îstîxbarata Iraqê de cih digirin, têkildarî êrîş û armanca Iraqê ya ji vê êrîşê ji ajansa me re axivîn.

Berdevka TAJÊ Rîham Hico, diyar kir, hinek beşên di nava artêşa Iraqê de bi zanabûn li Şengalê tevlîheviyan çêdikin û got: ‘‘Hinek beşên di nava artêşê de ne li Şengalê ji sala 2022’yan heya niha bi zanabûn tevlîheviya çêdikin û dixwazin komployan bikin. Bûyera vê dawiyê derketî jî girêdayî vê ye. Dema şervanên YBŞ’ê li ser erka xwe bûn, artêş xwest wan bigire. Li ser vê artêş wan neçar kir ku xwebiparêzin. Ya ew kirine, dikeve çarçoveya parastina rewa. Şervanên me hem birîndar kirin, hem jî êşkênce kirin û girtin. Niha dayikên wan şervanan li bin vê konê de ne.’’

‘EM LI BA HÊZÊN XWE NE’

Rîham Hico weke TAJÊ piştgiriya xwe ya ji bo hêzên parastinê YBŞ-YJŞ’ê anî ziman û wiha bersiva rayedarên Iraqê da: ‘‘Em ji hikûmeta Iraqê re dibêjin, em li ba hêzên xwe û şervanên xwe ne. Em bê YBŞ’ê li Şengalê jiyan nakin. Îro YBŞ’ê ji bo me ji av û nan jî girîngtir e. Ew hêza me ya parastinê ye. Em bi wan hene. YBŞ’ê û gel, yek e. Hemû dayikên wan şervanan li vir kom bûne. Em dibêjin, yan wê Iraq zarokên van dayikan bide, yan eger were xwestin em ê li Şengalê, jiyanê rawestînin. Hêzek ku me ji fermanê parastine. Ji wan re dibêjin, ‘Çete’. Ewên ku Iraq behs dike, parêzvanên me ne. Em bi tu awayî qebûl nakin axaftinek wisa ji bo şervanên me were kirin. Ew rûmeta Şengalê ne. Em ê heya encam girtinê li ber deriye îstîxbaratê û Polîsên Federal di çalakiyê de bin.’

‘ŞENGALÊ MILÎTARÎZE KIRINE’

Rîham Hico, diyar kir ku artêşa Iraqê hewl dide Şengalê milîtarîze bike û nerazîbûn nîşan da. Rîham Hico got: ‘‘Niha nava Şengalê leşker bi cih kirine. Dema ferman rabû, wê demê ev hêz û çek anîban, wê ferman çêneba. Lê ewqas hêz ji bo dijbertiya Êzidiyan anîne, eger ne wisaye nexwe ji bo çî ye? Kî li vir heye, ewqas leşker anîne? Lê her kes dizane, Şengal herêma herî bi ewle ya Iraqê ye.  Hemû sînorên Iraqê ji çeteyan û dijmin re vekirine. Tirkiye derdora 60 km ketiye nava axa Iraqê û rojane bombebaranan dike. MİT xwe lê bi cih kiriye, Iraq ewqas hêza xwe ne biriye wir û şer nekiriye, lê niha tê ji me re behsa qanûnan dike. Ma qanûnên Iraqê tenê ji bo Êzidiyan derbasdar e? Em qanûneke hebûn û nasnameya me nas nake, nas nakin. Ji bo me pîvan û exlaqa civakî derbasdare, ne qanûnên wan. Kî destê xwe dirêjî Şengalê û zarokên wê bike, ew dest dê were jêkirin. Me çawa peymana 9’ê Cotmehê vala derxistibe, em ê niha jî komployên hikûmeta Iraqê vala derbixin.’’

‘BI VÊ ÊRIŞÊ RE ÊZIDÎ HATINE HEDEF GIRTIN’

Siyasetmedar Qasim Keşko jî komploya li dijî şervanan weke ajandayeke derve dibîne û dibêje: ‘‘Xortên me yên ji aliyê Iraqê ve hatine girtin, ewlekariya herêmê pêk dianîn. Bi awayeke pir nexweş kemîn avêtin pêşiya wan ku îhtîmaleke ev jî ajandayeke hêzên derve be. Bi vê êrîşê re Êzidî hatin hedef girtin. Girtina van xortên me ne di xizmeta Iraqê de ye. Ev komployeke. Berê niha serok eşîrên Şengalê ji bo hêzên me bang li Iraqê kiribûn. Eger hêzên me yên parastinê ne ji Êzidiyan be, wê dîsa rûberûyê metirsiyan werin. Hîn jî metirsiya DAÎŞ’ê heye û xwe ji nûve rêxistin dike.’’

‘DIVÊ GELÊ ME BERXWEDANÊ MEZIN BIKE’

Qasim Keşko bang li xelkê Şengalê kir ku nerazîbûnên xwe raber bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ‘‘Hêvî ji hemû xelkê me dikim, hemû rabin ser xwe. Li ser hesabên medya dîjîtal heqaret li me Êzidiyan dikin û gef li van şervanên me dixwin. Em vê yekê qebûl nakin. Yên Iraqê parastine, niha mûameleya ‘terorîst’ li wan tê kirin. Divê gelê me heya negihijin şervanên xwe û encam negirin, dest ji berxwedana xwe bernedin û hemû xelkê me jî tevlî vê berxwedanê bibe. Em parçebûnê naxwazin, lê divê Iraq jî rêz li gelê me û îradeya wê bigire.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Qendîlê destpê kir
Nûçeya Pişt re Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer çûn Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo çûn Îmraliyê.

Ji aliyê Stêrk TV

PÎK: Têkoşîna li dijî dagirkeran erkeke neteweyî ye

Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?