Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) a Kirşehîrê Huseyîn Aşkan, Mansur Zan û Îsmaîl Tuzun bi rêya telefonê hevdîtin bi malbatên xwe re kirin û ragihandin ku bi ser hucreyên wan de hatiye girtin, bêyî hincetê nîşan bidin êşkence li wan kirine û wan xistine hucreyên yek kesî.
BI TEHRÎKIRINÊ DIXWAZIN WAN PROVOKE BIKIN
Îsmaîl Tuzun ku bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir, ragihand ku bûyera navborî di 26’ê Tebaxê de qewimî ye. Tuzun diyar kir ku dema ew sedema êşkenceyê ji midûrê girtîgehê pirsiye, bersiva “Min ferman da” girtiye. Tuzun anî ziman ku her tim bi ser hucreyên wan de digirin û bi tehrîkirinê dixwazin wan provoke bikin.
DIXWAZIN BERDANA WÎ ASTENG BIKIN
Huseyîn Aşkan ê bi malbata xwe re hevdîtin kir, qala tiştên qewimî kir û diyar kir ku ji ber radyoya ku di dema li Girtîgeha Patnosê dane wan, bi gotina “tu bêtêlê bikartînî’ hewl dane berdana wî asteng bikin.
MILÊ GIRTÎ ZAN HAT ŞIKANDIN
Zan jî bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir û anî ziman ku bi êşkenceyê milê wî hatiye şikandin û girtiyên din jî bi giranî birîndar bûne.
ÎHD WÊ BIÇE GIRTÎGEHÊ
Malbatên girtiyan bûyerê ragihandin ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê ji bo rewşa girtiyan bizanibin wê 2’yê Îlonê biçin YGC’ê Kirşehîrê.