Endama ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ Eyşe Efendî, bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo nirxandin kir. Eyşe Efendî, anî ziman ku komplo bi ser neketiye û got ku armanca komployê tunekirina Rêber Apo bû, lê îro Rêber Apo bi Şoreşa Rojava re Kurdan bi cîhanê daye nasîn.
‘KOMPLO DIDOME’
Eyşe Efendî got, “Bi tevlîbûna bi dehan dewlet ev komplo hat pêkanîn, lê bi ser neket. Dibe ku Rêber Apo 27 sal in li girtîgehê be, lê ew di aliyê hişmendî de azad e. Ji ber ku gelê Kurd Rêberê xwe nas dike, êdî kes nikare gelê Kurd parçe bike. Komplo hîn jî berdewam e. Îro di şexsê Rêber Apo de li dijî Rojava û di şexsê Rojava de li dijî Rêber Apo komplo heye.”
‘FELSEFEYA RÊBER APO ŞOREŞA ROJAVA PÊK ANÎ’
Eyşe Efendî diyar kir ku berxwedana Kobanê bi saya ramanên Rêber Apo Ocalan derketiye holê û got, “Me di şerê li dijî DAÎŞ’ê de 20 hezar şehîd dan. Li hember çeteyên DAÎŞ’ê ku cîhan nekarîbû li hember wê li ber xwe bide, zarokên me şer kirin. Tenê li Kobanê 20 hezar ciwanên me birîndar bûn. Di vê têkoşînê de parçeyên laşê xwe dan. Wan soz da ku bibin fedaiyên Rêber Apo. 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Kobanê hat îlankirin. Lê belê, ji bilî axaftinên li ser vê mijarê tiştek şênber nehatiye kirin.”
Eyşe Efendî destnîşan kir ku di şerê li Kobanê ya sala 2014’an de yekîtiya Kurdan pêk hatiye, ku ev destketiya herî mezin bû û got ku heman ruh îro jî ji nû ve derketiye holê. Eyşe Efendî, diyar kir ku bi hezaran ciwanên ku ji ramanên Rêber Apo bandor bûne, berê xwe dane Kobanê.
‘YEKÎTIYA GELÊ KURD HATIYE BIDEST XISTIN’
Eyşe Efendî diyar kir ku Şoreşa Rojava yekîtiya gelê Kurd xurt kir û anî ziman ku pêvajoyên diyalog û lihevkirinê yên li Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine astengkirin. Eyşe Efendî, got ku Kurd niha ne tenê di warê leşkerî de, lê di warê dîplomatîk de jî serketin bi dest xistine. Eyşe Efendî, destnîşan kir ku hewldanên hedefgirtina şoreşê bi ser neketin û got ku yekîtiya Kurdan destketiyek dîrokî ye. Eyşe Efendî, diyar kir ku îro Kurd nasnameya xwe bi hêztir nîşan didin û ev encama pêvajoya ku li gorî ramanên Rêber Apo pêşketiye ye.
‘CÎHAN KURDAN QEBÛL KIR’
Eyşe Efendî da xuyakirin ku Kurdan ji bo cîhanê xwe îsbat kirine û wiha domand, “Tiştê ku em îro dijîn di deh salên dawî de li gorî manîfestoya Rêber Apo hatiye teşe kirin. Pirsên wekî ku gel dê çawa bi hev re bijîn, rêxistina civakî dê çawa xuya bike û rêveberiya herêmî dê çawa be, hemû bersivên van pirsan di paradîgmaya Rêber Apo de ne. Yekîtiya gel û rêveberiyê ya ku îro derdikeve holê ew e ku vê derê li ser piyan digire. Divê gelê me piştgiriya vê rêveberiyê bidomîne. Rêveberiyek heye ku bi dehan salan e vê derê bi rêxistin dike û gelek heye ku gihîştiye wê astê ku pêşengiya vê rêveberiyê bike. Nêzîkî çil rojan, ev gel hem li hundir hem jî li derveyî welat li ser piyan e. Bi vî awayî, ev gel xwe ji cîhanê re îsbat kir.”
‘EM LI SER ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE NE’
Eyşe Efendî diyar kir ku gelê Kurd li ser şopa şehîdên xwe dimeşe, gotina Mazlûm Dogan ‘Em ji mirinê mezintir in’ ku li Zindana Amedê beriya Şoreşa Rojava gotibû û piştre şehîd Zehra di şerê li Kobanê de û berxwedanvanên Bendava Tişrînê dubare kirin, bi bîr xist. Eyşe Efendî, destnîşan kir ku tevî dorpêçkirin û şert û mercên zehmet jî Kobanê teslîm nebû û got ku gel rûmet û şehîdên xwe wekî xeta sor dibîne.
Eyşe Efendî diyar kir ku çete êrîşî nirxên gel dikin û got ku li Reqayê, zîhniyeta DAÎŞ’ê pêşî goristanên şehîdan û nirxên jinan hedef girtiye. Eyşe Efendî, ragihand ku ev êrîş nayên qebûlkirin û dê hesab bê pirsîn û got ku êrîşa li ser cenazeyê jina ciwan a ku şehîd bû nayê qebûlkirin û got ku ew ê Ziyad Heleb jibîr nekin.
‘EM DIXWAZIN RÊBER APO LI GEL XWE BIBÎNIN’
Eyşe Efendî anî ziman ku yekîtiya gelê Kurd girînge û got, “Yên ku ji bo vê yekîtiyê tevkarî kirin, jî pir bi qîmet in. Hewldana Rêber Apo ji bo parastina vê yekîtiyê pir mezin e. Em careke din komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin û diyar dikin ku komplo bi ser neketiye. Çend meh berê ‘Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ‘ kampanyaya bi navê ‘Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ dabû destpêkirin. Bi hezaran kesan ev kampanya îmze kirin. Wekî kesekî ku berê Rêber Apo dîtiye, min jî vê kampanyayê îmze kir. Piştî xwendina nameya ku ji aliyê Rêbertî ve ji zarokên li dibistanan re hatibû şandin, bi dehan zarok hatin cem me û gotin ku ew dixwazin ji Rêbertî re nameyekê binivîsin. Di van nameyan de, zarok berî her tiştî dibêjin, ‘Rêberê me, em dixwazin te bibînin.’ Ev têkoşîn pêncî sal in berdewam dike û bi saya Rêber Apo berdewam dike. Ji ber vê yekê gelê Kurd dixwaze Rêber Apo di nav xwe de bibîne.

