Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJED), derbarê projeyên santralên enerjiya jeotermal (SEJ) ên ku tê xwestin li navçeya Gimgim a Mûşê bên jiyankirin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê herêmê demeke dirêj e li dijî projeyên navborî têkoşînê dimeşîne.
FEDA û YJED’ê diyar kirin ku projeyên SEJ’ê dê zirarê bidin xweza û mirovahiyê û destnîşan kirin ku xwesteka pêkanîna van hewldanan li qadên ku civaka Elewî lê dijî ne bi niyeteke baş e. Hat hişyarkirin ku proje ne tenê dê bibin sedema xerabûna jîngehê, di heman demê de dê gelê herêmê ber bi koçberiya bi darê zorê ve bibe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo gundiyên ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin; qirêjbûna çavkaniyên avê, bêberbûna axê û tune kirina mêrgan dê jiyanê bike rewşeke nesaxtir. Her wiha bal hat kişandin ku meşandina projeyên SEJ’ê li ser xetên şikestekê dikare rîska erdhejê zêde bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di baweriya Elewîtiyê de xweza xwedî cihekî pîroz e û hat gotin: Çiya, kevir, av û ax cewhera baweriyê ne. Tune kirina xwezayê tê wateya ji holê rakirina qadên jiyanê yên baweriya Elewîtiyê.
FEDA û YJED’ê anîn ziman ku projeyên SEJ’ê ne tenê veberhênaneke enerjiyê ne, tê wateya tasfiyekirina jiyan, xweza û baweriyê.
Di daxuyaniyê de her wiha banga beşdarbûna çalakiyên ku dê li dijî projeyên li Gimgimê bên lidarxistin hat kirin. Di vê çarçoveyê de hat bîrxistin ku di 11’ê Nîsana 2026’an de li Mersînê û di 24’ê Nîsana 2026’an de li Gimgimê wê mîtîng bên lidarxistin.
FEDA û YJED’ê di dawiya daxuyaniyê de cih dan van gotinan: Em ê li dijî neçarkirina gelê xwe ya ji bo koçberiyê bisekinin, em ê xweza û mekanên xwe yên baweriyê biparêzin. Di pêşengiya jinan de em ê têkoşîna parastina jiyanê mezin bikin. Em ê li dijî van projeyan berxwedana xwe ya hiqûqî û civakî bidomînin. Em ê rê nedin ku tu kes li ser axa xwe bibe penaber.
Di daxuyaniyê de bang li hemû beşên hesas hat kirin ku li dijî destwerdanên li ser xweza û baweriyê piştgirî bidin têkoşînê.

