Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Piştî pêşniyar qanûn ji partiyên siyasî re hat vegotin li ser qanûn rexneyên partiyên siyasî ve destpêbike.
Civîn bi axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclise Cuneyt Yuksel ve destpêkir. Piştî Cuneyt Yuksel endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne li ser nevarok û xalên qanûna çarçoveyî nerîn û nirxandin kirin.
Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul li ser xal û nevaroka qanûna çarçoveyî ji endamên partiyên siyasî re agahdarî kir. Abdulhamît Gul bi lêv kir ku piştî rapora teyît û tespîta MGKê qanûn dê bikevê meriyetê.
Her wiha di navbera endamên komisyonê yên partiyên siyasî hê nîqaş jî derketin li dijî hev dengê xwe bilind kirin.
Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî axivî û nêrîn û nirxandin kir. Fetî Yildiz bal kişand ser pêvajoyê û got: “Piştî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji avakarê rêxistinê Abdullah Ocalan di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de rûpeleke nû vebû.” Fetî Yildiz piştrê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê xwend.
Fetî Yildiz destnîşan kir ku piştî peyama Rêber Apo rêxistinê xwe fesîh kiriyê û got: “Bi merasîmeke çek hatin şewitandin. Ew yek bû merhaleyeke nû û piştrê jî komisyona meclise ava bû. Niha jî ew qanûna demkî hat ava kirin. Qanûn ji bo rê neda efû an jî bê cezakirin û hevgirtî girîng bû. Ew qanûna demkî teyît û tespîta teslîm kirina çek û envanterên şer jî digirê nava xwe. Ew qanûna demkî dê ji bo Tirkiyeyê bibe dewleteke hiqûqê dê xurt bibe. Weke MHPê em ji bo mîsogerkirina biratiya bi hezaran salan ji dilin. Birayên me yên Kurd jî parçeyên serekê yên neteweya Tirkin. Em naxwazin tabutan bigirin ser milan.”
Dema Fetî Yildiz diaxivî di komisyona de nîqaş careke din derketin.

