Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê dikeve sala 25’an û ev nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Bi armanca şikandina vê tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi temamî ji mafê hevdîtina malbat û parêzerên xwe bêpar maye, di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyên hevpar pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sazî û rêxistinên navneteweyî, bi taybetî CPT ku yekane rêya ketina Îmraliyê heye, bêdengiya xwe didomînin. Pêngava azadiyê roj bi roj bi beşdariya beşên cuda yên civakî berfireh dibe.
Parêzer Franco Danîelî ku di navbera salên 1998-2000 û 2006-2008’an de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê, endamê Komîsyona Karên Derve bû û yek ji siyasetmedarên sereke yên Îtalyayê ye, li ser pêvajoya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Kenyayê û şert û mercên tecrîdê ji ajansa me ANF‘ê re axivî.
Di serî de ez dixwazim bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê bikim. Yek ji lingên girîng ên vê komployê jî Îtalya bû. Abdullah Ocalan beriya ku bê girtin demekê li Îtalyayê bû. Hûn dikarin vê pêvajoyê hinekî rave bikin? Çima Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Îtalyayê derkeve?
Wê demê ez ne Cîgirê Wezîrê Karên Derve bûm. Lê ez bi hevalê xwe Ramon Mantovanî re di Komîsyona Karên Derve de bûm. Ger xelet neyê bîra min; Abdullah Ocalan ligel Ramon Mantovanî bi balafira Rûsyayê ji Rûsyayê hat Îtalyayê.
Bi dîtina min faktora herî mezin a derketina Abdullah Ocalan ji Îtalyayê ew bû ku hikûmeta wê demê ya Îtalyayê bi têra xwe wêrek nebû. Hikûmeta Îtalyayê ji bo ku di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên siyasî dernekeve li çareseriyekê geriya. Lêgerîna çareseriyek bi vî rengî di derketina Abdullah Ocalan a ji Îtalyayê de bi bandor bû. Ji bo Abdullah Ocalan li Îtalyayê bimîne wêrekî, biryardarî û serxwebûn pêwîst bû. Bi dîtina min, serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alama li ser van xalan kêm ma. Rêbazên çareseriyê ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan dihatin xwestin, lê ji ber ku Abdullah Ocalan piştî derketina ji Îtalyayê demekê li Kenyayê hat girtin, ev rêbaz bi ser neket.
‘NE ABDULLAH OCALAN TÊKILIYÊN XWE PARASTIN’
Di derketina Abdullah Ocalan ji Îtalyayê û girtina wî de rola welatên wek Elmanya û DYE’yê çi bû?
Wê demê hemû welatan beriya her tiştî dixwestin têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re biparêzin. Wek mînak wê demê têkiliyên aborî yên Elmanya, Fransa û Îtalya jî bi Tirkiyê re baş hebûn. Elmanya bi Tirkiyeyê re welatê yekem e ku têkiliya wê ya aborî ya herî xurt heye. Fransa jî wisa ye.
Îtalya bû welatê pêncemîn ku bi Tirkiyeyê re têkiliyeke wan a xurt a aborî heye. Van welatan hemûyan wê demê bi giranî çek difirotin Tirkiyeyê. Komara Demokratîk a Elmanyayê ya berê hema bêje hemû pêdiviyên çekên Tirkiyeyê bi cih anî. Di heman demê de Fransa balafirên şer difirot Tirkiyeyê. Van hemû welatan li şûna ku derfetê bidin Abdullah Ocalan ku li Ewropayê bimîne, hewl dan têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re biparêzin.
‘MUXATABÊ ABDULLAH OCALAN TUNE BÛ’
Wek hûn jî dizanin Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke aktorekî girîng tê dîtin. Hûn li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de çi difikirin?
Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran çareserî û derfetên girîng pêşkêş kiriye. Abdullah Ocalan dema ku di girtîgehê de bû, li ser çareseriyên civaknasî, siyasî û aborî pirtûkên girîng nivîsandin. Abdullah Ocalan li ser mijarên ku ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, di asta gerdûnî de dê tevkariyê li demokrasiyê bikin, nirxand. Ya herî girîng jî Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina pirsgirêka Kurd çareseriyên girîng pêşkêş kir. Ez vê yekê pir girîng dibînim.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê du alî hebin. Tirkiye jî yek ji wan e, naxwaze rêbazên çareseriyê yên ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşkêşî dike bike pratîkê û naxwaze guh bide wî. Muxatabê Abdullah Ocalan tune. Yanî Tirkiye helwesteke alîgirê çareseriyê nîşan nade.
‘TECRÎD LI DIJÎ HEMÛ PEYMANÊN PARASTINA MAFÊN MIROVAN E’
Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin, nêzî 3 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Tu agahî jê nayê girtin. Hûn şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji aliyê gelek derdoran ve hate şermezarkirin û deng veda. Şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan nayên qebûlkirin. Ev şert û merc li dijî hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e. Bi baweriya min divê li dijî şert û mercên Abdullah Ocalan li her derê di asta civakî de çalakî bên lidarxistin. Li dijî şert û mercên girtina Abdullah Ocalan ne tenê li Rojava, li her cihê ku mafê mirovan esas tê girtin divê çalakî bê lidarxistin. Ez dîsa dibêjim: Şert û mercên girtina Abdullah Ocalan bi temamî nayên qebûlkirin û binpêkirina hemû peymanên ku mafên mirovan diparêzin.
Weke ku we jî diyar kir Tirkiye bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek peymanên navneteweyî bi awayekî vekirî binpê dike. Tevî vê yekê jî di nava sazî û hêzên ku ji parastina van peymanan berpirsyar in bêdengiyek heye. Divê em bêdengiya Rojava ya di vê mijarê de bi taybetî li Ewropayê çawa bixwînin?
Em pêvajoyek mîna rewşa dema girtina Abdullah Ocalan dijîn. Weke wê demê, îro jî têkiliyên xurt ên berjewendiyê yên Yekîtiya Ewropa û welatên NATO’yê bi Tirkiyeyê re hene û ji bo wê li hemberî vê rewşê bêdeng in.
Ez di wê baweriyê de me ku divê tevgerên civaka sivîl û gel şert û mercên Abdullah Ocalan protesto bikin. Divê li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin.
Dewlet tercîh dikin ku li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan bêdeng bimînin, ji ber ku dixwazin berjewendiyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re biparêzin. Welatên Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê ditirsin. Ji ber ku ew difikirin ku Tirkiye dê deriyên xwe ji koçberan re veke. Serê xwe li ber şantajên Tirkiyeyê ditewînin, bi milyaran dolaran didin û dixwazin têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re bidomînin.
Mîna ku ev ne bes bin, siyaseta dualî ya Tirkiyeyê ya di nava NATO’yê de jî qebûl dikin. Helwesta NATO’yê dihêle ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk roleke dualî bilîze. Mînak Tirkiye biryarên li dijî Rûsyayê bi cih neaniye. Her roj bi sedan balafirên Rûsyayê dadikevin Tirkiyeyê. Rûsya gelek malzemeyên teknolojîk ên ku hewce dike ji Tirkiyeyê peyda dike.
‘DAXWAZA AZADIYA GELAN JI BO ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E’
Di 10’ê Cotmehê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî “pêngava cîhanî hat destpêkirin. Hûn dixwazin li ser vê pêngavê çi bibêjin?
Weke min berê jî got dewlet li dijî şert û mercên girtina Abdullah Ocalan naxwazin dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê jî divê mirov û civakan ji xwe re esas bigirin û bi wan re biaxivin. Civakên ku piştgiriyê bidin demokrasî û azadiya gelan dê Abdullah Ocalan fêm bikin û li dijî şert û mercên Abdullah Ocalan derkevin. Dema ku mirov daxwazên xwe yên ji bo rêzgirtina peymanên mafên mirovan bilind bikin, dê dewlet jî vê yekê esas bigirin. Ji ber vê yekê pêngava azadiya Abdullah Ocalan di asta cîhanê de gelekî girîng e.
Ev pêngava di navbera mirovan de têkiliyên xurt çêdike. Mînak gelê Îtalyayê bi salan e ku Abdullah Ocalan û bi taybet têkoşîna gelê Kurd diparêze û piştgirî dide. Bi taybetî jî piştgiriê dide mafê gelê Kurd ê xwerêveberinê, azadî, axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî û parastina çanda xwe. Di vê noqteyê de bi gelê Kurd re di nava hevgirtineke mezin de ne.
‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ VEKIRÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’
Li gel şert û mercên Abdullah Ocalan, dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî Kurdan didomîne. Êrîşî Rojava dike. Gelek kes diyar dikin ku Tirkiye li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Hûn weke parêzer ev êrîşên dewleta Tirk çawa dinirxînin?
Tirkiye ne tenê li Sûriyeyê, li Iraqê û gelek deverên cîhanê jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Mînak rêzê ji serweriya Lîbyayê nagire li wir bi avakirina xeta derbasbûnê di serî de qanûnên deryayî û hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Hebûn Rojava ya li Sûriyeyê û siyaseta wê hatiye rewşeke paradoksî. Kurdan li dijî DAÎŞ’ê ku ji tundrewên olî û kujerên Sûriyeyê pêk tê, şer kirin. Wê demê Rojava sempatiyek mezin ji Kurdan re hîs kir. Îro heman Kurdan ji bîr kirine. Em tenê dikarin hebûna sînorkirî ya DYE’yê li wir bibînin. Rojava, Kurdan terkî çarenûsa xwe kirine. Li hemberî vê helwestê divê em Rojava biparêzin. Li Îtalyayê sempatiyeke mezin ji bo Rojava heye û li hemberî êrîşên li ser Kurdan bertekeke mezin heye.
Her ku ez behsa gelê Kurd ê di bin dagirkeriya dewletê de dikim, dibêjim yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Lê tevî vê yekê jî îro di cîhanê de mînaka rola ku jinên Kurd bi taybetî jinên Rojava di bin navê demokrasî û azadiyê de digirin, nîne. Têkoşîna jinên Kurd îro îlhamê dide jinên cîhanê.
‘BIRYARA YE’YÊ YA LI SER PKK’Ê PÊŞIYA ÇARESERIYÊ DIGIRE’
Yek ji astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêguman ew e ku Yekîtiya Ewropayê hîna jî PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorê de dihêle. Ev biryara YE’yê jî destê dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd şer dimeşîne xurt dike. Hûn weke hiqûqnas israra YE’yê ya li ser vê biryarê çawa şîrove dikin?
Weke gelek mijarên din, li pişt vê biryara YE’yê jî berjewendiyên aborî û siyasî hene. Îro Ewropa bi israr e ku bi dîktatorekî wek Erdogan re têkiliyên aborî û siyasî bimeşîne da ku gelek tiştan bi taybetî çekan bifiroşe Tirkiyeyê û rê li ber hatina koçberan ber bi Ewropayê ve bigire. Weke ku we jî diyar kir, biryara YE’yê ya PKK’ê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd astengiyek mezin e.
Ewropa hê jî bawer dike û dibêje ku Erdogan bi hilbijartineke demokratîk dîsa hat ser desthilatdariyê. Weke ku Rêxistina Ewlekariya Ewropayê (AGÎT) got ku hilbijartin li cihê ku namzetên mûxalefetê yên bibandor bi biryara darazê ji pêşbirkê hatin dûrxistin, organên çapemeniyê yên mûxalîf hatin bêdengkirin, hevalên xwe li darazê wezîfedar kirin, hemû derfetên aborî didin partiyekê û hemû dadwerî di bin kontrolê wê de ne, bi baweriya min ne azad û ne demokratîk e. Jixwe beriya ku sindoq bên danîn Erdogan di hilbijartinan de bi ser ketibû. Ji ber ku Erdogan her tiştî bi xwe kontrol dike. Nabe ku mirov hilbijartinên di hawîrdoreke wiha de hatine kirin wekî demokratîk bihesibîne.
‘DIVÊ JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN SEFERBER BIBIN’
Di dawiyê de, tiştek ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
Belê, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên gelê Kurd divê em xebatên xwe bidomînin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em welatên Rojava bi taybet gel û saziyên sivîl seferber bikin. Ez bawer nakim ku dewlet li dijî şert û mercên girtina Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê li dijî vê rewşê divê her kesên ku ji demokrasiya li Rojava û Ewropayê bawer dikin jin, mêr, her kesên ku azadiya gelan diparêze û hemû civak ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin.