Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li şaredariyan çalakiya nobetê da destpêkirin
AMED
Li pêşiya avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rezan, Peyas, Bajara Nû, Sûr û Bismilê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan li Peyasê xwestin dirûşmeyên gel asteng bikin, girseya gel bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî polîsan dan.
SÊRT
Li avahiya şaredariya Sêrtê pankarta “Şaredarî yên me ne em ê rê nedin desteserkirinê” hate daleqandin. Hevserokên Şaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, wekîla bajêr Sabahat Erdogan Saritaş û gel dest bi çalakiya nobetê kirin. Li şaredariyên Misirc û Ziyareyê jî çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.
ÊLIH
Bi dehan kes li Êlihê li pêşiya avahiyên şaredariyan li hev civiyan. Gel bi dirûşmeya “Zext nikarin me rawestînin” nobetê digirin.