Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê welatiyan bi meşeke meşaleyî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê protesto kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zekî Îrmez, Kamuran Tanhan, Hevşaredarên Nisêbînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes tevlî meşê bûn.
Girseya ku li Taxa Selahattîn Eyyubî kom bû, bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Girseya ku pankarta “Li dijî darbeya qeyûman berxwedana gel” hilgirtin, dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e, bêdengî mirin e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin. Girseyê heta avahiya DEM Partî ya Nisêbînê meşiyan û daxuyanî dan.
‘BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE’
Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan diyar kir ku gelê Kurd wê qeyûmê qebûl neke û wiha got: “Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî 4 şaredariyên me hate kirin. Ev qeyûm di demeke ku qala pêvajoyeke nû tê kirin de hatin tayînkirin. Eger qala pêvajoyeke nû bê kirin, nabe qeyûm bên tayînkirin. Pratîk û gotinên wan li hev du nagirtin. Hûn hezar car jî qeyûm tayîn bikin, gelê Kurd wê dîsa li dijî qeyûman li ber xwe bide. Gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe. Xwedî li ziman, çand û nirxên xwe derdikeve. Ji ber ku gelê Kurd xwedî li nasnameya xwe derdikeve, aqilê dewlet êrîşî şaredariyên wan dike.”
Tantan destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyan êrîşa li dijî ziman û çanda gelê Kurd e û got: “gelê me li dijî vê li ber xwe dide. Ji niha şûnde jî çi pêwîst be wê bikin.”