Di dîroka mirovahîyê de, ji derketina nîzama baviksalarî û heta îro bi pergala emperyalîst berdewam kir, hikûmetên serdest ên mêr timî zilm li mirovan kirine. Gelê Kurd jî para xwe ji vê zilmê girtîye. Gelên cîhanê her tim li hemberî van zextan li ber xwe dane û di van têkoşînan de gel ji destpêka dîrokê ve lehengên xwe afirandine. Zordestiyên siyasî di jiyana welatê me de serdemeke tevayî ye, bi êş û xedar e. Feylesofê Alman Karl Jaspers di pirtûka xwe ya bi navê ‘’Wate û Armanca Dîrokê’’ de wiha nivîsiye: “Divê em rê nedin ku tirs û xofên berê bên jibîrkirin. Divê em bi berdewamî berê xwe bidin bîra xwe. Tenê zanîn dikare pêşî lê bigire. Xetereya li vir di nexwestina zanînê de, di xwestina jibîrkirinê de û di nebaweriyê de ye ku ev hemî bi rastî qewimîne.»
Her miletek hebûna xwe li ser perçeyekî erdekî ava dike. Û li ser wan axan têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne. Bi gotineke din, ew parçê axê wê mezin dike, diparêze û di dawîyê de digire nav sînga xwe. Xewn û daxwazên herî mezin ên mirov li ser wî parçeyî çêdibin. Ger axa mirovekî ji aliyê dewletên din ve were dagirkirin, ziman û çanda wî were qedexekirin, ne pêkan e ku li wir behsa îradeya azad û mirovahiyê were kirin. Bi taybetî ew kesên ku rastî asîmîlasyoneke mezin hatine, ketine nav lepên qirkirina çandî û vê yekê wekî çarenûsa xwe dibînin, bi hezkirineke mezin û bê şerm xizmeta dijmin dikin. Yanî ew kes êdî nikare xwedî li nirxên xwe derkeve.
Çima azadî? Ma ew çi ye ku mirov tîne wê astê kû evînê bigere, pir berdêl bide, têbikoşe û bi evînê re bikeve rê? Kîjan hest, kîjan fikir dibe sedema şerekî wisa dijwar? Her ku şer dike, ew wê evîna xwe mezin dike, û her ku ew mezin dibe derdora wî mezin dibe… Di dîrokê de ji kengî ve şer û azadî bûne hevrê? Çawa ketine ser rêyeke bêrawestan û dest ji hev bernedan? Ma şer û azadî dikarin di heman rêyê de bimeşin? An jî yek ji wan dikare di nebûna ya din de hebe? Gelo aştî bê azadî dibe? Ma evîn, azwerî, rastî, başî, heqîqet û bedewî ne hevrêyên azadiyê ne? Azadî lêgerîn e an armanc bi xwe ye? Ma armanc û lêgerîn dikare di deryayên cuda de hebe? Çima ewqas pirs û ewqas bersiv ji bo gelek pirsan?
Her netewe di dîroka xwe de xwedî xalên guherînê ye. Destpêkên bêveger ên ku bi berxwedan û serhildanê dest pê dike, vediguhere têkoşîna civakî û li her qadên jiyanê belav dibe. Demên azadiyê ku dem, mekan û azadî bi hev re wateyekê dibînin û di nava xwe de hene. Kêliyên hêvî û serkeftinê yên ku bûne parçeyek ji mirovahiyê û ji wê demê ve bê ku wateya xwe winda bikin tim xwe nû kirine. Siyaseta demokratîk ku şeklê vekîrî ê azadî û polîtîkaya civakî ye, bi mijarên demokratîk re pêk tê. Têkoşîna ku li Kurdistanê ji herêmî ber bi gerdûnî ve diherike û formên semantîk û pêkhatî yên pê re hatine afirandin, derxistiye holê ku mijarên siyasî û demokratîk ên serdemê cvakên rêxistinkirî ne. Îspat kiriye ku azadîya civakê pîvana azadîya welat e.
Parastin û berxwedana şoreşgerî ya ku di her aliyê jiyanê de pêş dikeve, weke xweparastina demokratîk weke rêxistin û pêkhateyeke civakî ya şênber mezin dibe. Di qada civakî de li hemberî her cure riziyan bûye hafizeya rast a têkoşîna civaka azadîxwaz a zayendên civakî ya demokratîk-ekolojîk. Îro bi wê mîrasê li dijî modernîteya kapîtalîst şerekî piralî tê meşandin. Ruhê şoreşgerî yê ku bi guleya yekemîn çalakî li dar xist, îro li hemberî şerê herî qirêj, faşîzm û îmhayê ji bo civakek wekhev û demokratîk di nava berxwedaneke pir mezin de ye. Bi şerê gel ê şoreşgerî re xeta azadiyê ya gelê Kurd li cîhanê bûye sembol û pêşenga azadîyê.