Cenazeyên Ozgur Ay û Îslam Olçay ên ku di êrîşa hewayî ya 27’ê Kanûnê de li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê
pêk hat de şehîd bibûn, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin û dawiyê hatibûn veşartibûn.
Cenazeyê Lokman Muhammed ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di heman bomberdûmanê de şehîd bibû, li morgê hate girtin. Malbata Lokman Muhammed ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, nekarîn cenaze wergirin. Cenazeyê Muhammed li navçeya Artukluyê li Goristana Kamorê li aliyê bêkesan hat veşartin.