Sêşem, 3 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurkçu: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Divê Demirtaş û Mızraklı tavilê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo ‘guhertinên qanûnî yên şênber’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaya: Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne tenê nîqaşeke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê peyama 8’ê Adarê: Divê hevgirtina me gerdûnî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kongra Star civîna jinan a 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê pêngava ‘Niha dema jinê ye’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gerîlayên YJA Starê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya jinan mezintir bikin
Jin

Gerîlayên YJA Starê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya jinan mezintir bikin

Gerîlayên YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivîn û diyar kirin ku ew ê li gel fikrên Rêber Apo ber bi jiyaneke azad ve bimeşin û hemû rojan veguherînin 8’ê Adarê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jinên ku bi salan rastî tacîz û tecawizê tên, bi yekgirtina fikrê azad ve li dora hevdu kom bûn; bêyî ku zor û zehmetiyan nas bikin, jiyanê werdigerînin qada têkoşînê. Li hemberî serdestiya ku tê ferzkirin, di heman xalê de dibin rêheval û di azadiyê de bi armanc in. Ji ber vê sedemê, li şûna rojekê, her roj bi jina azad re jiyan bi nirx û xwedî wate ye. 8’ê Adarê li gel fikrên Rêber Apo ji her demê zêdetir wateya xwe kûrtir dike. Bi taybetî silav û nirxandinên ku Rêber Apo bo tevahî jinan kiriye, cihê îlham û moralê ye. Hêzên YJA Starê jî bi sekn û têkoşîna xwe 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Pîrozbahiya ku li qadên azad tên lidarixistin, bo hemû jinên cîhanê dibe diyariya azadiyê.

Bi boneya 8’ê Adarê, gerîlayên YJA Starê ji me re axivîn, hest û nêrînên xwe parve kirin. Gerîlaya YJA Star Bêrîtan Botan ji bo 8’ê Adarê hestên xwe bi vî awayî anîn ziman û got: “8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên têkoşer û şoreşger pîroz dikim. 8’ê Adarê ya sala 2026’an ji salên din cudatir e. Ji ber ku me deng û perspektîfên Rêber Apo girtin. Ev perspektîf ji bo me peyamên azadiyê bûn; em ê bi vê yekê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Bêrîtan Botan piştre bal kişand ser asta êrîşên ku li ser jinan tên meşandin û ev yek anîn ziman: “Di her warî de êrîş li ser jinan tên meşandin; pergal dixwaze ku jinan bixe bin xizmeta xwe û wan bêdeng bike. Em wek jinên têkoşer dixwazin ku li beramberî vê zihniyetê bibin dengê têkoşîn û berxwedanê. Bêguman her kesê ku peyama Rêber Apo girt, ji bo xwe wergerand peyama têkoşînê. Em vê yekê jî di asta têkoşîn û rabûna jinan de dibînin. Li ser vê bingehê, em bi hev re li ser bingeha fikrê azad kom bibin û dengê xwe bilindtir bikin.”

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Botan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rol û misyona jinên Başûrê Kurdistanê û got: “Li hemberî sîstema ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, bi taybetî li dijî biçûkxistina jinan serî hildin û tu carî deriyê xwe ji pergala heyî re venekin. Bi kampanya ‘Dem Dema Jinan e’ em li dora hevdu kom bibin û bi hev re bibin dengê azadiyê. Careke din roja têkoşînê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê rêya têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘EM Ê LI GEL RÊBERTIYA AZAD BIGIHÊJIN HEV’

Gerîla Edesa Întîqam jî ev yek anîn ziman: “Em li gel deng û dîmenê Rêber Apo ketin sala 2026’an; em bawer in ku em ê vê salê bi Rêber Apo re pêşwazî bikin. Têkoşîna ku em didin meşandin, bi israr e ku li gel vê têkoşînê em ê bi Rêbertiya azad re bigihîjin hevdu.”

Edesa Întîqam piştre bal kişand armanca têkoşîna xwe û got: “Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo pergala tundî û talanê ya ku bi salan e li ser gel û jinan tê meşandin, hilweşînin; bi têkoşîneke hîn mezintir bo tevahî jinan jiyaneke azad û wekhev biafirînin û pêşengtiyeke xurt raber bikin.”

Gerîla Edesa Întîqam di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya jinan a di nava civakê de û ev yek anîn ziman: “Civak li gel jinan azad û mukemel dibe, jiyan li gel jinan  xweşik dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin têkoşîna ku bi salan me daye meşandin hîn xurtir bikin û ji jinan re bibin îlhama têkoşînê. Çawa ku YJA Star di her warî de bo tevahî jinan bû çavkaniya hêz û moralê, ji niha û pê ve jî wê ev têkoşîn hîn xurtir û bi bandortir bibe.”

Edesa Întîqam di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bi biryartir bidomînin û got: “Dîsa 8’ê Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê li tevahî jinan pîroz dikin. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ber bi jiyaneke azad ve biçin û heta ku li ser jinekê êşkence were meşandin, em ê jî tu carî têkoşîna xwe ranewestînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Gimgimê JES’ê naxwaze: Em bi biryar in ku têbikoşin
Nûçeya Pişt re Îranê êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Geverê êrîşa dagirkeriyê

Artêşa Tirk li zom û zozanên gundê Tiloran a Geverê, êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lazkiye û Humsê herî kêm 5 kes hatin qetilkirin

Li Lazkiye û Humsê komek çekdar êrîşî ser sivîlên ku li zeviyan dixebitin kirin, herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Samî Tan: Ji bo ziman pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye

Zimanzan Samî Tan destnîşan kir ku qedexe, zext û polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji DAKB’ê peyama 8’ê Adarê: Divê hevgirtina me gerdûnî be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?