Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên pratîk zêdetir neyên derengxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Heta ku dewlet gavên şênber neavêje, nikare baweriyê di nav civakê de çêbike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!
Rojane

Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!

Girtiyan di salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî dan û gotin, "Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 28 sal in li hemberî komploya navneteweyî bi dirûşma 'Hûn nikairn roja me tarî bikin' li ber xwe didin û têkoşîna azadiyê bênavber dimeşînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de daxuyaniyek weşandin ku li dijî Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin.

Denîz Kaya bi navê girtiyên azadiyê daxuyanî da û ragihand ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka destwerdanekê bû ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û paşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn hate kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên statukoparêz û hêzên wan ên hevkarên xwecihî li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî dan destpêkirin ku 27 sal di ser re derbas bûn. Bi ketina sala 28’an a komployê re di şexsê hevrêyên me Halît Oral û Aynûr Artan ku li dora Rêberê me bûn xeleka ji agir û pêşengî ji çalakgerên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ re kirin, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin û hemû hêzên di nava komployê de cih girtin bi nefreteke mezin şermezar dikin.

Komploya navneteweyî dema destpêkirina destwerdaneke mezin e ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî paşeroja gelê Kurd û paşeroja gelên Rojhilata Navîn hemûyan hate kirin. Hêzên serwer ên ku beriya sed salî sînorên Rojhilata Navîn xêz kirin, piştî sed salî ji bo karibin Rojhilata Navîn careke din jinûve dîzayn bikin, êrî birin ser îdeolojî û avahiyan hemûyan ên ku dikarin ji gelan re bibin hêvî. Fikrê ‘Yekîtiya Rojhilata navîn a Demokratîk’ a Rêber Apo û têkoşîna wî ya hevpar a ji bo gelan, her wiha israra wî ya li ser sosyalîzmê kir ku bibe hedefa vê êrîşê.

Komploya 9’ê Cotmehê derbek li hemberî fikrê Rêber Apo bû ku dikare ji têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata NavÎn re bibe îlham. Pêvajoya ku bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê destpê kir, bi bandor û encamên xwe hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bûyerên girîng ên siyasî û civakî bi xwe re anî.

Hemû hêzên herêmî û navneteweyî ku di derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê de xwedî rol bûn, îro li Sûriyeyê ne. Ev kiryarên komploya navneteweyî sedema wê yekê ne ku li Rojhilata Navîn dojeha şer afirandiye.”

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ JI XWE RE KIR ARMANC’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku komployê paşeroja hevpa a welêt ji xwe re kir armanc û hate gotin, “Hate xwestin ku gelên Kurd û Tirk li ber hev bêne rakirin û bi vî rengî şerekî navxweyî bê destpêkirin. Rêber Apo li hemberî vê yekê bi sekna xwe ya li Îmraliyê û paradîgmaya xwe ya çareseriya demokratîk ev hewldana qirêj û xetere ya komployê têk bir; nîşan da ku gelên 
Tirkiyeyê bi rêya aştî, demokrasî û diyalogê dikare ji vê xefikê û rewşa nediyar rizgar bibe.”

Girtiyên azadiyê ragihandin ku di nava 27 salên derbasbûyî de li Tirkiyeyê aştiyeke civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikarîbû bihata afirandin, lê belê ev firsend her carê bi hesabên siyasî ya biçûk hate têkbirin û bi tecrîdê bersiv ji hewldanên Rêber Apo re hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şikandina tecrîda girankirî wê bibe şikandina zincîrên faşîzmê ku dor li gelên Tirkiyeyê girtine û hate gotin, “Ev yek rastiyek e: Komploya navneteweyî her tim li hemberî gelên Tirkiyeyê bû xefikek. Bi komploya navneteweyî re xwestin gelên Tirk û Kurd berdin hev, şerekî navxweyî bidin destpêkirin û mîna Iraq û Sûriyeyê bînin serê Tirkiyeyê.

DESTHILATDARIYA AKPÊ RASTIYÊ FÊHM NAKE

Bi sekna ku Rêber Apo li Îmraliyê nîşan da, armancên qirêj û xetere yên komploya navneteweyî hatin pûçkirin. Rêber Apo peyama wê yekê da ku tenê bi Komara Demokratîk gelên Tirkiyeyê dikarin ji xefika kujer a hêzên emperyalîst rizgar bibe. Lê mixabin desthilatdariya AKP’ê hîn ev rastî fêhm nekiriye, lewma di serî de Rojava ji bo Kurd bê statu bêne hiştin dest ji planên xwe bernedaye.

Eşkere ye ku sala 28’an wê bibe ew sal ku rejîmên înkar û asîmîlasyonê wê hilweşin û hêzên komploger ên navneteweyî hemû têk biçin.”

‘TÊKOŞÎNA HERÎ MAFDAR Û RAST A DÎROKÊ’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 28 sal in bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komploya navneteweyî li ber xwe didin, têkoşîneke azadiyê ya bênavber dimeşînin û hate gotin, “Ev têkoşîna bi armanca azadiya Kurdistanê di heman demê de xwedî armanca demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Di heman demê de têkoşîna herî zehmet, herî bi wate, herî rast û herî mafdar a dîrokê ye.

Em careke din vê têkoşîna azadî û mirovahiyê ya 28 salan ku li ser xeta fedaî dewam dike, silav dikin, şehîdên xwe yên leheng bi hurmet bi bîr tînin. Di têkoşîna sala 28’an de ji hevrêyên xwe yên li zindanan û gelê xwe yê li ber xwe dide re serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sûriyeyê çeteyekî El Qaîdeyê hate kuştin
Nûçeya Pişt re Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Hadî hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Elî Hadî yê di 9’ê Hezîranê de dema li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rewşa Hatîce Yildiz, Ruzgar û Kuday giran e, divê demildest bên berdan’

Di çalakiyên li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hate diyarkirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê beyannameya hilbijartinê ya jinê eşkere kir

Di beyannameya hilbijartinê ya jinê ya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek proje hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Helebê 4 hezar û 800 gorên bênav

Ji aliyê Stêrk TV

Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?