Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (Wan TUHAY-DER) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê eşkere kirin. Di raporê de binpêkirinên mafanên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatin rêzkirin.
Endamê Şaxa OHD’a Wanê Ersîn Bîrîcîk rapor xwend. Bîrîcîk, da zanîn ku sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan dereng tên kirin û wiha got: “Di heman demê de muayeneya bi darê zorê li girtiyan tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, bêyî ku bên muayenekirin paşve dişînin girtîgehan. Mercên tedawîbûnê yên girtiyên nexweş tune ne. Girtiyên rewşa wan giran û nikarin di mercên girtîgehê de bimînin, nayên berdan, astengiyên li pêşiya tedawîkirina wan nayên rakirin, mewzûatên neteweyî û peymanên navneteweyî tên binpêkirin, ji ber ku derfeta xwegihandina tedawiya tibbî tê bisînorkirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin.”
ROJNAME Û NAMEYÊN BI KURDÎ NAYÊN DAYÎN
Bi domdarî Bîrîcîk destnîşan kir ku li gelek girtîgehan kotaya pirtûkan a ji bo girtiyan di navbera 3-10’ê de diguhere û name û pirtûkên bi kurdî jî bi hinceta wergêr tune ye nadin girtiyan. Bîrîcîk, wiha pê de çû: “Ev yek tê wateya binpêkirina mafên azadiya perwerde û agahîgirtinê ya girtiyan. Her wiha li tevahiya girtîgehan rojnameyên Yenî Yaşamê, Evrensel, BîrGun û hwd. nayên dayîn. Di heman demê de destûr nayê dayîn girtî qenalên muxalîf temaşe bikin. Bi taybet jî ji ber krîza aborî ya heyî, di nava 6 mehan de 3 caran zem ji bo heqê posta û telefonan hate kirin. Girtiyan gotin ku ji ber vê sedemê nikarin bi malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin. Rêveberiyên girtîgehan mecbûr in ku mijara ragihandinê çareser bikin nexwe ev yek tê binpêkirina mafê agahîgirtinê yê girtiyan.”
TIŞTÊN TAYBET ÊN GIRTIYAN TÊN DESTESERKIRIN
Bîrîcîk, destnîşan kir ku li girtîgehan aktîveteyên hevpar ên weke spor, atolye, qursên hînbûyînê nayên kirin û diyar kir ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derfetên wan ên civakîbûnê bi temamî ji destê wan hatiye wergirtin. Bîrîcîk, destnîşan kir ku bi astengkirina mafê spor û sohbeta hevpar tecrîd hêj jî tê kûrkirin û wiha got: “Hema bêje têkiliyên girtiyan ên bi cîhana derve re bi temamî hatine birîn. Li girtîgehan tecrîdeke zêde heye. Pêkanîna tecrîdê ji aliyê DMME’yê ve girêdayî krîterên weke bandora tenduristiya rûhî û bedenî di çarçoveya mûameleya derveyî mirovahiyê û rûmetê tê nirxandin. Di gelek girtîgehan de mehê carekê û hefteyê carekê lêgerînên qawişan tên kirin, lêgerînên qawişan ên tên kirin derdikevin derveyî armancê û ji legerîna tiştekî qedexe wêdetir, bi armanca girtiyan aciz bikin xebat tên kirin. Di lêgerîn qawişan de nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin, pirtûk û tiştên taybet ên girtiyan tên desteserkirin.”
Bîrîcîk da zanîn ku tevî cezayê li girtiyan hatiye birîn xelas bûye jî berdana wan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve tê astengkirin û anî ziman ku di serî de girtiyên 30 sal in tên ragirtin, “poşmantî” li gelek girtiyan tê ferzkirin. Bîrîcîk wiha domand: “Poşmantî li girtiyan tê ferzkirin û pirsên weke ‘Hûn PKK’ê weke rêxistina terorê dibînin? Dema tu derketî dê bizewicî? Derbarê HDP’ê de çi difikirî?’ tên pirsîn û girtî ji mafê berdana bişert sûdê nagirin. Bi ‘Navendên Senifandin û Çavdêriyê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikumwaran’ ên li dijî hiqûqê rêveberiyên girtîgehan biryarên keyfî didin.”
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Bîrîcîk, çalakiyên boykot û greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi bîr xistin û wiha got: “Daxwaza girtiyan, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re ye. Li dijî van çalakiyên bi temamî di çarçoveya azadiya raman de ne rêveberiyên girtîgehan cezayên dîsiplînê didin girtiyan. Ev rewş tê wateya mudaxilekirina azadiya îfadeyê. Ji ber vê yekê girtî bêyî ku zêdetir rastî, binpêkirinan bên bêyî ku mafê jiyanê bê binpêkirin divê tecrîda li dijî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya bi destûra bingehîn û qanûnan lê hatiye barkirin bi cih bîne û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan bi dawî bike. Ji bo ku ev bêhiqûqî hemû demildest bên bidawîkirin bang li cihên têkildar dikin û dibêjin bila binpêkirinên mafan ên diqewimin bên bidawîkirin.”