Emîn Gulerê 33 salî û girtî û nexweşê giran e ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê rehîn tê girtin, ji Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê re hate sirgûnkirin. Hevalên Emîn Guler yên girtî bi rêya telefonê bi malbata wî re ketin têkiliyê agahiya sewqkirina girtiyê ji sedî 94 astengdar dan malbata wî. Emîn Guler di sala 2016’an de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û 11 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Gulerê ku cezayê wî yê rehîngirtinê salek û 10 meh mane, xwedî gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî hepatît-c (Zerik), KOAH û vertîgoya giran (Nebaşiya hişî) ye. Guler ji ber felca derbas kirî xwedî rapora ku ji sedî 94 astengdarbûnê ye.
Parêzerên Gulerî ji bo taloqkirina înfaza wî serlêdan kirin lê belê ew jî hate redkirin.
LING Û MILÊN WÎ NAGIRIN
Ji ber felcê hem ling û hem jî destên wî nagirin, ji ber valahiya hewayê ya di pişika wî de gelek caran nikare bêhna xwe bide û bistîne. Emîn Gulerê ku di girtîgehê de bi serê xwe nikare bijî, bi alîkariya hevalên xwe yên girtî dijî. Navê Guler di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û gelek caran daxwaza tehlîyekirina wî hate kirin lê heya niha nehatiye qebûlkirin.
Emîn Guler her wiha di nava koma yekemîn de ya çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de di çarçoveya hemleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd reçareserî” hatibû destpêkirin de, cih girt.