Li gorî agahiyan, girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ê li Girtîgeha Wanê tê ragirtin, 26’ê Kanûnê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê. Bûrhan Adsiz ku nexweşê sîrozê ya kezebê ye, piştî ku cezayê girtîgehê yê bi hincetên siyasî lê hatin birîn hate erêkirin, şandin girtîgehê. Rewşa tenduristiyê ya Adsiz li girtîgehê hîn giran bû.
Adsiz ku rewşa wî giran bû, piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di 17’ê Kanûna 2015’an de rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ da, hate berdan. Di sala 2023’an de ji ber ku cezayê lê hate birîn hate erêkirin, ji nû ve ew xistin girtîgehê. Rewşa tenduristiyê ya Adsiz bi raporeke nû ya 2’ê Çileya 2024’an a ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hate erêkirin ji nû ve kete rojevê. Di raporê de hate gotin, “Di encama lêkolînê de agahî nehate tespîtkirin ku Bûrhan Adsiz nikare li girtîgehê bimîne.”