Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli der barê fuhûş û tiryak a ku di çarçoveya şerê taybet de bi destê dewletê li Wan û Colemêrgê tên belavkirin axivî. Gulderen Varli diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên tunekirin, înkar, mêtingerî û asîmîlasyonê yên bi salan e tên meşandin têkoşîna hebûnê dide û got: “Ev têkoşîn di her serdemê de li olan daye. Ev yek gihîşt qada navneteweyî û hat dîtin ku têkoşîna gelê Kurd têkoşînek mafdar e.”
‘GELÊ KURD NEÇARÎ JIYANA METROPOLAN KIRIN’
Gulderen Varli anî ziman ku ji bo hêza têkoşîna gelê berxwedêr bişkînin di salên 90’î de gund şewitandin, valakirin û got: “Bi qedexeyên li ser zimanê Kurdî yên di van demên dawî de pîvana xwe guhertine. Bi taybetî li dijî ziman, çand, govend û nirxên gelê Kurd xistine meriyetê. Desthilatdar bi van polîtîkayan hebûna xwe didomîne. Gelê Kurd di aliyê aborî de bê vebijêrk hatin hiştin û xwestin girêdayî mûçeyekê bikin. Gelê ku neçar ma li metropolan bijî, ev yek qebûl nekir û piştî demekê xwestin vegerin gundên xwe û hilberînê bikin. Lê bi herêmên ewlekarî û qedexeyên taybet re rû bi rû man. Di encama van polîtîkayan de ciwan weke li bajarên rojava weke keda erzan hatin dîtin û bi dûrxistina ji ziman, çand û axa xwe, bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû man. Bi polîtîkayên îmhayê, tunekirina ekolojîk, şerê taybet û herêmên ewlekariya taybet re cihên weke Wan û Colemêrgê ku cihên hilberînê bûn, kirin cihên serfkariyê. Aliyê wê yên aboriyê jî heye. Bi polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerekirinê yên bi hev re girêdayî, bi zanebûn di heman pêvajoyê de xistin meriyetê.”
‘XWESTIN GEL TENÊ BIHÊLIN’
Gulderen Varli li ser polîtîkayên ku tê meşandin de jî wiha axivî: “Pergala cerdevaniyê û şîdeta mêr-dewletê li gelek bajarên wekî Wan, Colemêrg, Şirnex, Amed û Mêrdînê polîtîkayên qirêj li ser dînamîkên civakê hatin meşandin û ev rê li ber dejenerebûna civakê vekir. Bi van re pergala tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin belavî ser hemû civakê kirin û hewl dan gelê rêxistinkirî tenê bihêlin û wan ber bi têkoşîna takekesî ve bibin. Yekane sedema ku van polîtîkayên li ser herêmê û bajaran zêde kirine ew e ku vîna gelê gelê berxwedêr bi rêyên cuda bişkîne. Divê em rastiya qeyûman a ku ev 8 sal in bi polîtîkayên mêtingerî û talankirinê tê meşandin, ji bîr nekin. Gel di hilbijartinên 31’ê Adarê de li dijî talan û diziyê vîna xwe danî holê. Di hilbijartinên xwecihî de li Wanê bi serketineke dîrokî her 14 şaredarî hatin bi destxistin, hewl dan bi qeyûman ev coş û vîna gel bişkînin.”
‘GEL BI RUHÊ BERXWEDANÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET’
Gulderen Varli diyar kir ku gel li dijî dagirkeriyê bi ruhê berxwedanê xwedî li vîna xwe derket û wiha pêde çû: “Desthilata ku li Wanê nekarî xwestekên xwe pêk bîne û bi ser neket, di çarçoveya lêpirsîna ku di 3’yê Hezîrana 2024’an de li dijî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû kirin de binçav kirin. Wezareta Karên Hundirîn di heman saetan de Havşeradar Akiş ji peywirê girt û qeyûm şand şaredariya Colemêrgê. Armanca vê siyaseta desthilatê ya li hemberî bajarên ser sînor ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Ev sedsal in tevî polîtîkayên çewsandin û îmhayê gel li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerebûnê li ber xwe dide. Desthilata ku polîtîkayên şerê taybet li dijî gelê Kurd ê berxwedêr dimeşîne mehkûmî têkçûnê ye. Lê berxwedana gel û gelê Kurd wê bi sedsalan bê axaftin. Em dikarin vê yekê weke sîstemeke tora polîtîkayên çewt bi nav bikin. Her kes dizane ku çima pergala cerdevaniyê ket meriyetê. Lê belê bi dawîbûna ‘pêvajoya çareseriyê’ re hewl tê dayin ku bi polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin, şîdeta mêr-dewletê li ser jinê dijwartir bikin.”
‘BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET QADÊN TÊKOŞÎNÊ HEDEF TÊN GIRTIN’
Gulderen Varli da zanîn ku ne tesaduf e ku kesên ku têkiliyên qirêj ên çete û mafyawarî cerdevan û xizmên desthilatdariyê ne û dîsa kesê ku tiryak di wesayîta wî de hat girtin çawîşê pispor e. Gulderen Varli, wiha domand: “Beşek ku hin polîtîkayan di destê xwe de digire, encama şerê taybet a ku li dijî nirxên civakê hatiye destpêkirine. Bi taybetî li bajarên wekî Wan, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Elih, Şirnex û li gelek bajaran bi destê cerdevan, çawişên pispor, leşker û polîsan li dijî jin, ciwan û zarokan polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Gava ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi dawî bûe, polîtîkayên şerê taybet bêhtir xistin dewrê û bi êrîşên li ser bedena jinan, polîtîkayên sîxurkirin û zextê yên li ser ciwanan tê meşandin re hewl tê dayîn qadên têkoşîna gelê Kurd bê tunekirin.”
POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINAN
Gulderen Varli destnîşan kir ku pergal hewl dide profîla jinê ya nû ava bike û got: “Me ev yek careke din di qetilkirina Narîn Guran de dît. Ji bo ku têkiliyên qirêj ên heyî dernekevin holê, bal kişandin ser dayikê û li ser bedena wê spekulasyonên magazînî derxistin holê. Ev yek nayê qebûlkirin. Magazînkirina hovîtiyeke bi vî rengî ya mezin û organîzekirî nayê qebûlkirin. Her wiha li vî welatî ku her roj zêdeyî 3 jin tên qetilkirin, polîtîkayên mêtinger ên bêcezakirina sûcdaran dewam dike.”
GEF Û ŞANTAJÊN LI DIJÎ CIWANAN
Gulderen Varli anî ziman ku têkoşîna wan a li dijî vê zîhniyetê wê bidome û wiha axivî: “Li gelek bajarên Kurdistanê temenê bikaranîna madeyên hişberê daketiye di bin 10 salî. Tevî hemû hewldan û hişyariyên parlamenterên meclîsê û saziyên sivîl ên herêmê jî rayedar tedbîran nagirin. Hejmara kesên ku bi madeyan ve girêdayî ne nayê zanîn û şert û mercên dermankirinê yên hema hema tune ne. Desthilatdarî bi awayekî bi bandor li dijî hişbirê tênakoşe, tundî û zextên çeteyan ên li ser ciwanan paşguh dike. Mînaka vê ya dawî em dîsa bi mînaka Colemêrgê ku bi rojan e di rojeva raya giştî de ye, dibînin. Rastiya zîhniyeta zilamsalar a ku bi gef û şantajê li ser ciwanan dimeşîne. Li şûna kiryar Ayşegul Akdogan û kesên li pişt wê derxin holê, rojnamevana jin a her tişt derxist holê hedef hat nîşandan. Em ê her tim li dijî polîtîkayên li ser nirxên gel tên meşandin têbikoşin. Zext, binçavkirin û tundiya ku ji bo ciwanan ji qada siyasetê dûr bixin tu carî bi ser neketiye û wê bi ser nekeve.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ HEQÎQETÊ DERDIXE HOLÊ’
Gulderen Varli destnîşan kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad bi salan e li dijî hemû zext, polîtîkayên binçavkirin, tirsandinê, jiyana xwe datînin holê û her tim ji bo eşkerekirina heqîqetê têdikoşe.” Gulderen Varli, wiha bi dawî kir: “Êrîşên li ser kedkarên Çapemeniya Azad mafê raya giştî ya agahîgirtinê jî tê astengkirin. Têkoşîna kedkarên çapemeniya azad dîrokî ye.”