Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de nirxand.
Gulistan Kiliç Koçyîgît destpêkê qurbaniyên ‘Enfal’ê bi bîr anî û diyar kir ku ji bo komkujî bi fermî bê naskirin weke DEM Partî wê hefteyê pêşnûme qanûnekê pêşkêşî meclîsê bikin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku 14’ê Nîsanê her wiha salvegera ‘Operasyonên KCK’ê ye û got, “Wê rojê destên tarî kete dewrê û bi operasyonên KCK’ê hewl dan hewldanên çareseriyê sabote bikin. Mixabin ev sabotaj bi ser ket.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Îro dixwazim careke din pêwîstiya bi çareseriyê û diyalogê destnîşan bikim.”
Bi dewamî anî ziman ku ew ji bo Tirkiyeyeke welê têdikoşin ku her kes karibin sûdê ji maf û edaletê werbigirin û got, “Em vê têkoşînê bi biryardarî dewam dikin. Yek ji sernavên bingehîn ên vê têkşoînê jî danûstandin e.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku hefteya derbasbûyî hevdîtin di navbera Serokkomar Erdogan û Heyeta Îmraliyê y DEM Partiyê de pêk hat û got, “Ev hevdîtin ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bibe xaleke girîng bû. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Di vê hevdîtinê de aliyên ku li pêşiya pêvajoyê heta niha dibin asteng hatin nirxandin. Di vê hevdîtinê de careke din hate piştrastkirin ku ji bo rêveçûna armancên Birêz Ocalan destnîşan kirine, pêwîstî bi sererastkirina şert û mercên Birêz Ocalan û jiholêrakirina tecrîda Îmraliyê heye.
Her ku tê gotin, divê tecrîd bê rakirin, hin derdor bi israr hewl didin vê fêhm nekin. Nêzîkatiyên welê tê nîşandan ku meseleyê berevajî dikin. Gelo aktorê herî girîng ê ku gavên ji bo aştî û çareseriyê biavêje ku xewn û xeyala me hemûyan e, ne Birêz Ocalan e? Belê, ew bi xwe ye. Di hevdîtina bi wî re, wî bi xwe ev îrade bi şênberî nîşan neda? Belê, nîşan da. Wê demê madem tê xwestin ku çek bêne bêdengkirin, çek ji dewreyê bêne derxistin û tundî bi dawî bibe, wê demê aktorê herî girîng ê ku dikare vê bike çima hîn jî tecrîdkirî ye?
Çima astengî li pêşiya vê tê danîn? Gelo kî çareserî û aştiyê naxwaze? Em dixwazin vê yekê li pêşberî raya giştî careke din bipirsin. Eger me biryar dabin ku bi hev re vî barê dîrokî hilgirin, madem em bi hev re bi rê ketin, madem em li qonaxeke dîrokî ne, wê demê çima hîn qala îçtîhatê, ûsûlê tê kirin? Bi rastî jî zehmet e mirov vê fêhm bike.
Di bin sîwanê meclîsê de me bi dehan caran ev mijar nîqaş kir, em li ser axivîn. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meclîs wê çi bike? Ji Cotmehê û vir ve gelek nîqaş hatin kirin. Qonax hatin derbaskirin, hevdîtin hatin kirin, bang hate kirin. Me nedît ku meclîsê gavek avêt, li meclîsê çima liv û tevger nîne. Çima bi înîsiyatîfê ranabe. Em zehmetiyê dikişînin ku vê fêhm bikin.”