Pêvajoya ku piştî ‘’Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, dest pê kir, bi geşedanên girîng berdewam dike. Piştî biryara PKK’ê ya ‘’bidawîkirina xebatan’’ ya di kongreya xwe ya 12’emîn de, komeke gerîlayan li ser banga Rêber Apo ya 19’ê Hezîranê li Şikefta Casenêyê ya li bajarê Silêmaniyê ê Hêrêma Kurdistana Federe merasîma îmhakirina çekan li dar xist.
‘’Koma Aşitî û Civaka Demokratîk’’ a gerîlayan ku ji 15 jin û 15 mêran pêk tê, li vir çekên xwe dane ber agir.
Siyasetmedar Kurd Gultan Kişanak ku beşdarî merasîma dîrokî bûbû, têkildarî pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
BERPIRSIYARIYA MEZIN A ŞAHIDBÛNÊ
Gultan Kişanak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şewitandina çekan, gaveke wisa bû ku ji pêşerojê re bûye hêvî û bi xwe re berpirsiyarî anîne û got: ‘’Merasîmê bandoreke mezin li her kesî kir. Hem xemgînî hebû hem jî têkildarî pêşerojê hestên hêvî û berpirsiyariyê hebûn. Bi rastîjî kêliyeke dîrokî bû. Wê bandoreke mezinli geşedanên ji niha û pê ve jî bike. Wê ev merasîm timû tim were bibîranîn.
Însanên li vir bûn şahidê vê kêliya dîrokî. Bûn perçeyeke wêkêliyê. Şahidbûna kêliyên dîrokî berpirsiyariyeke mezin dide însanan. Li pêş çavên me hemûyan danîna çekan û biryardariya çalakiya têkildarî siyaseta demokratîk hate nîşandan. Bes ne bi gotinê di heman demê de bi pratîkê jî ev biryardarî hate nîşandan. Ji ber wê yekê 11’ê Tîrmeha 2025’an dîrokeke pir girîng e.’’
ÊDÎ TU KES NIKARE ÇEKAN BIKE HINCET
Gultan Kişanak pêvajoyên aşitiyê yên berê nirxandin û ev yek anîn ziman: ‘’Herî dawiyê pêvajoya di salên 2013-2015’an de hebû. Beriya wê pêvajoya 2009’an a Osloyê hebû. Min bi awayekî rasterast şahidiya van pêvajoyan kiriye. Îro, merasîma çekşewitandina ya di 11’ê Tîrmehê de di rastiyê de biryarek e ku tê wateya derbaskirina pirsgirêkên ku di pêvajoyên berê de rû dane. Çimkî bêyî garantiyeke yasayî, mirovên ji bo aşitiyê dihatin û pêngav diavêtin, dihatin girtin. Me ev yek dît di pêvajoyên berê de. Ev yek hemû hatin jiyîn û hate ev yek hate dîtin; erê biryardarî, bicihanîna berpirsiyariyan lê belê divê garantiya yasayî jî bi awayekî were rojevê. Ji ber vê jî vê carê çekên xwe danîn û nehatin, çekên xwe danîn û vegeriyan çiyayan. Ev rewş jî ferq û cudahiya di navbera her du pêvajoyan de nîşan dide.
Ji niha û pê ve divê em zêdetir ji bo siyaseta demokratîk têkoşîneke xurrtir bidin meşandin û sererastkirinên yasayî ku kesên vegeriyan çiyayan werin beşdarî jiyana sivîlû siyasî bibin, pêk bînin. Ev mînakeke balkêş e ku beriya niha kesên çekên xwe danîn û hatin vir ketin girtîgehê û pêvajo têk çû. Lê belê ev pêvajoya niha ne wisa ye. Ji bo ku ew însan daxilî jiyana yasayî û siyasî bibin, divê em hewl bidin, têbikoşin û ji bo pêşîvekirina vê yekê berpirsiyariyên me hene.
Birêz Ocalan ev yek dît: Di pêvajoyê berê de her çend diyalog hebûn jî çek ji geşedanên demokratîk û sererastkirinên yasayî re weke astengî û hincet dihat nîşandan. Birêz Ocalan ev hincet ji holê rakir.
Birêz Ocalan hemû berpirsiyariya dîrokî girt ser milên xwe, banga xwe kir û PKK’ê jî girêdayî vê bangê tev geriya û helwesteke bibiryar nîşan da. Ev pêvajo bes ne pêvajoya muzakereya li gel dewletê û aşitiyê ye,di heman demê de ji bo hemû aliyan pêvajoya guherîn û veguherîna demokratîk e. Ev cudahiya rêbazî, karekterê sereke yê vê pêvajoyê ye. Birêz Ocalan vê ev pêvajoya mezin bi ê ve dibe û dimeşîne.’’
‘DIVÊ ÊDÎ EM SEDEMAN BIAXIVIN’
Kişanak da zanîn ku tim krîmînalîzekirina di bin navê ‘terorê’ de ya daxwazên gelê Kurd ên aşitî û wekheviyê helwesteke şaş e û got: ‘’Hem ji aliyê gel ve hem ji aliyê raya giştî ve û hem jî ji aliyê analîstên diyasî ve rewşa derketî holê ev e: Bi salan hate nîqaşkirin. Gelo PKK sedemek e yan encamek e? Dewletê tim digot ku ‘pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêka PKK’ê heye.’
Bi vê argumanê hemû daxwazên maf û azadiyên sereke û daxwazên siyasî yên gelê Kurd, hemû gotin, çalakî û helwestên wan hatin krîmînalîzekirin. Di raya giştî ya cîhanê de jî en propoganda hate kirin. A rastî girîngtirîn sedema vê pêngavê jî ew e ku avêtina ev navtêhildana ‘terorîst’ e ku dixwazin li Kurdan bikin. Û êdî tu kes bilêv neke. Ev jî karekterê sereke yê pêvajoyê ye. Di qonaxa heyî de gelên li Tirkiyeyê, em hemû û dewlet divê êdî em pirsgirêka Kurd bi awayekî eşkere, li gel sedemên dîrokî, hiqûqî û siyasî li ser biaxivin, nîqaş bikin û çareser bikin.
Nexwe PKK ne sedemek e, encamek e. Li holê pirsgirêkeke Kurd heye. Li gel pêngavên hatin avêtin hemû kesî dît ku di rastiyê de PKK encamek e. Înkarkirina hebûna gelêKurd, nasnekirina maf û azadiyan, nebûna derfetên veguheztina ziman, nasname ûçandê ya ji nifşên pêşerojê re, rûbirûmana bi komkujî, înkar û asîmîlasyonê re pirsgirêkeke mezin bû. Û PKK di van şert û mercan de ava bû.
PKK û çek, encamek e ku pirsgirêka Kurd ew derxistine holê. Bi qasîku pirsgirêka Kurd hebe wê ev rîsk jî tim hebe û divê ev yek were zanîn. Ji ber ku pirsgirêkên nayên çareserkirin bi xwe re pirsgirêkên nû tînin û dibin sedema derketina pirsgirêkên nû.
Piştî merasîma çekşewitandinê ya di 11’ê Tîrmehê de Erdogan her çend di daxuyaniya xwe de bal nekişandibe binpêkirinên serdemê jî binpêkirinên giran ên li dijî gelê Kurd anîn ziman û rêz kirin. Divê em a niha van sedeman bi awayekîzelaltir biaxivin û nîqaş bikin.’’
‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN YASAYÎ WERIN KIRIN’
Gultan Kişanak di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêngavên ku wê ji niha û şûnde biavêje û ev yek anîn ziman: ‘’Gelek karên ku divê werin kirin, hene. Helbet ev hemû yekser di carekê de nyên kirin. Lê belê sê tişt hene ku divê bilez werin kirin:
Yek ew e ku li gel pêngava 11’ê Tîrmehê gerîlayan got ku tu dudiliyên me yên têkildarî jidewrêderxistina çekan tune ne. Bila bes hewcehiyên siyasî û hiqûqî werin bicihanîn. Her wiha bes ne yên li serê çiyayan; bi deh hezaran ji ber tevlîbûna mitîng, meş, daxuyanî yan jî Newrozê bi ‘endamtiya PKK’ê yan jî kirina propogandaya PKK’ê’ girtî ne û tên darizandin. Ew qas jî derveyî welêt in.
PKK’ê biryardariya xwe nîşan da. Bes ne bi dayîna sozê, bi şewitandina çekan ev yek nîşan da. Êdî li vir tu rêyên hincetan neman. Divê bi lez sererastkirineke ku hemû kesan legal bike û daxilî jiyana siyaseta demokratîk bike, were kirin. Di vêmijarê de rola komîsyona ku wêli Meclîsê were avakirin, gelekî girîng e.
Divê pêvajo neyê sekinandin. Divê bi awayekî lezgîn gotin werin kirin. 11’ê Tîrmehê çalakiyeke siyasî bû û sekneke siyasî hate nîşandan. Tişta ku divê li hemberî vê yekê were kirin, sererastkirna siyasî ye.
Ya duyemîn jî ew e ku divê astengiyên li pêşiya maf û azadiyên sereke yên gelê Kurd werin rakirin. Ev mesele bes ji çekan pêk nayê. Hewcehî bi veguherina demokratîk heye.
Ya sêyem û ya herî girîng jî divê têkildarî rewşa Birêz Ocalan be. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were dabînkirin. Dikare têkildarî vê mijarê yasa werin derxistin. Ev hewcehiyeke hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye.
Li holê biryarên AIHM’ê hene. Girtina Birêz Ocalan ya di bin tecrîdê de ku pêşengtiya vê pêvajoyê dike, ne bi hiqûqî, ne bi exlaqî û ne jî bi wicdanî nayê qebûlkirin.’’
‘DIVÊ HEMÛ KES DAXILÎ PÊVAJOYÊ BIBE Û XWEDÎ LÊ DERKEVE’
Gultan Kişanak di dawiya axaftina xwe de ji bo serkeftina pêvajoyê bang li hemû derdoran kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez vê bangê tim dikim û careke din jî bi wesîleya we ez dixwazim bikim:
Pêvajoyeke veguherîna demokratîk e. Em ê hemû biguherin û veguherin. Divê eêli gel xwe dest bi vê yekê bikin. Birêz Ocalan di banga xwe ya dawîn de bi awayekî zelal qala pêvajoya rexne û xwerexnekirinê kir. Divê hemû kes li pişt xwe bizivire û xwe bipirse ku ‘Me çi kir? Me çi nekir? Me çi kêm kir? Me çi bi şaşî kir? Ji niha û pê ve em dikarin baştir çi bikin?’ Em di pêvajoyeke wisa de ne.
Tehamula vê pêvajoyê tune ye ku bisekine. Divê hemû kes xwe daxilî vê pêvajoyê bike û bixebite. Divê hemû kes bibe perçeyeke vê pêvajoyê. Di vê rêya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye vekirin de divê hemû kes li berpirsiyariyên xwe rabe û îradeya xwe nîşan bide. Divê em bibin perçeyeke vê pêavjoyê. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî pêvajoya aşitî û cıvata demokratîk bibin, bibin perçeyeke wê, ger hebin pirsên wan, wan biaxivin, fêm bikin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin.’’