În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştar a 14’emîn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gultan Kişanak: Niha dema wêrekiyê ye
Rojane

Gultan Kişanak: Niha dema wêrekiyê ye

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a di girtîgehê de rehîn girtiye jî got, "Ez bang li civaka Tirkiyeyê dikim, ger îro em bêdeng bin, sibe bingeha axaftinê namîne, niha dema wêrekiyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Danişîna Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 kes hatin vekirin, bi parastina siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kir.
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê, Sebahat Tûncel, Nazmî Gur û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn, qismekî siyasetmedaran bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê Gultan Kişanak jî ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan danişîn temaşe kir. 
 
Danişîn bi parastina Kişanakê dest pê kir. Kişanak ê dest diyar kir ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pêkanîna pêwistiyeke girîng a demokrasiyê ket pêşhilbijartinê û destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî wê bibe hilbijartinên aşkerakirina dozên komployê û gel wê wezîfeya xwe bi cih bîne. Kişanak diyar kir ku gel Doza Komployê ya Kobanê qebûl nake û di hemû hilbijartinên piştre hatin kirin de vîna xwe danîn holê. 
 
‘EV DOZ DOZEKE KOMPLOYÊ YE’

Kişanakê qala sûcdariyên li dijî kesên di çarçoveya dozê de tên darizandin kir û wiha berdewam kir: “Ev doz dozeke siyasî ye, hemû îdîayên ku di vê dozê de li min û hevalên me yên din tên kirin çalakiyên siyasî, daxuyaniyên çapemeniyê, axaftinên mitîngê û hevpeyvîn in. Bila raya giştî vê bi zelalî bizanibe, ji bilî fikrên me yên siyasî û xebatên me yên siyasî tu mijarên sûcdariyê nînin. Ev doz dozeke komployê ye, girtina min a sala 2016’an û lêpirsîna ku weke sedema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin hate bikaranîn hemû komplo ne. Ji bo şaredariyê bi dest bixin komployek kirin. Li Enqereyê kesê bi navê Nûman, hin belgeyên ji çopî dîtine anîne radestî dozger kirine. Piştî ez hatime girtin 11 rojan îdianame hatiye amadekirin. Komployeke taybet hebû, vê desthilatê dixwest dest deyne ser şaredariya bajarê mezin. Kîjan dozger di 11 rojan de dikare îdianameyê amade bike? Yek belgeya di wê îdianameyê de nîne, girtekên polîsan ên girêdayî derewên darbekaran e.”
 
Kişanak, axaftina xwe wiha domand: “We komploya duyemîn jî li vir kir. Ji bo ku min li Doza Komployê ya Kobanê zêde bikin we ez li vir girtim. Ahmet Altûn binê teşxîskaran destnîşan kir û ez li vê komployê zêde kirim. Ez bi beyanên îtîrafkaran hatim girtim. Piştî ku we ez 3 salan girt im, bêyî ku şerm bikin we got beyanên îtîrafkaran beriya girtinê hatine wergirtin. Bêyî ku ez bibim wekîl di sala 2007’an de komploger ketine dewrê û dosyayeke lêpirsînê ya derew çêkirine. Tevî ku tu eleqeya me bi wê dosyayê nebû jî parlamenterên DTP’ê ketin şopandina teknîkî û dest bi komployê kirin. Li dijî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd a bi rêya Meclisê li dijî me komplo kirin. Dosyaya em pê re rûbirû mane ne îdianameyeke ku dozgerî nivîsandiye, belgeyên ku polîsan û komplogeran nivîsandine û çop in. 
 
Ji 7 salan zêdetir e bi komloyên siyasî li girtîgehê tên ragirtin, gelo di vê pêvajoyê de li der ve çi bû? Aborî têk çû, şer û pevçûn hene, têkiliya welat a bi cîranên wê re nema, destûra bingehîn têk çû. Biryarên têkildarî me li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) disekinin hene lê ji ber biryarên siyasî nikarin biryarekê bidin. 
 
Serlêdanên têkildarî girtina dem dirêj ji sala 2018’an ve hatine kirin hene. 6 sal in li wir tên sekinandin. Nikare bersivê bide, çima nikare bide? Dê bibêjin ‘tu terorîstan diparêzî’. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Demîrtaş de heye lê nikarin pêk bînin, ji ber ku di bin gefan de ne. Pergala destûra bingehîn têk çûye. Li Tirkiyeyê pergala civaka demokratîk nemaye. 
 
‘EM ÎRO BÊDENG BIMÎNIN SIBÊ EM Ê NIKARIBIN BIAXIVIN!’
Hûn nikarin azadiya me ya fikran û ramanan ji destê me bigirin, hûn nikarin vê weke sûc nîşan bidin. Ji bo ku em weke desthilatê nafikirin hûn nikarin darizînin. Em teslimî vê împaratoriya tirsê nabin. Yekane rêya têkbirina vê wêrektî ye. Ez bang li civaka Tirkiyeyê dikim; Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne. Heke em li dijî dozên komployê bêdeng bimînin dê li dijî dozên din ên komployê nikaribin dengê xwe derxînin. Niha dema wêrekiyê ye. Dibe ku sibê gelek dereng bibe, em çi bikin divê îro bikin. Divê em rastiyê bi rêxistin bikin, em mafên xwe yên demokratîk jinûve bi dest bixin.
 
EM DIKARIN DI 10 XALAN DE ÇARESERIYÊ DEYNIN HOLÊ 
Em dibêjin werin em ji cihekî dest pê bikin. Avakirina aştiyê pêvajoyeke. Ne tişteke ku di cih de çêbibe, lê em ji cihekî dest pê bikin. Ew cihê jê were destpêkirin jî rakirina astengiyên li pêş demokrasiyê ye û rakirina dozên komployê ye. Tiştekî ku em nikaribin çareser bikin nîne, bes em ji dil bin. Em dikarin deynin pêşiya xwe ku pirsgirêka kurd çawa di 10 xalan de çareser dibe û ew îrade jî heye. Di sala 2015’an de di pêvajoya xweseriya cewherî de me hemûyan hewl da, heke xwestibûna wê pirsgirêkê çareser bikin, ev pirsgirêk wiha berdewam nedikir. Mirovên ku fuzeyên wan hebûn nebûn li wir, heke siyasetê giranahiya xwe nîşan dabûya, desthilatê bi me re hevdîtin kiribûna me dikarî wê rewşê xelas bikin. Ne hewce bû ku ev bajarên me bên hilweşandin. Ne tesaduf e ku fermandar darbekar in. Bi dilxwazî û zanebûn bûyer mezin kirin. Heke em bi desthilat û muxalefetê re li cihekî saxlem sekinîbûna lê me nekarî. Ji ber ku me bi gotina desthilatê ya ‘ez dixwazim çareser bikim’ bawer kir, tên darizandin, parêzbendiya parlamenteran gelê kurd naparêze, azadiya îfade û ramanê jî me naparêze. Em ne hemwelatiyên vî welatî ne? Bêjin ‘hûn ne hemwelatî ne, mafê we yê rêxistinkirinê nîne, mafê we yê bibin şaredar û parlamenter nîne’.”

Danişîn wê sibê saet 10.00’an bi îfadeyên Gultan Kişanak berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Cizîrê tûra duyemîn a pêşhilbijartinê destpê kir
Nûçeya Pişt re Weşana Zindî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eşîrên kantona Cizîrê: Em ê bi derfetên xwe welatê xwe biparêzin

Eşîr û qebîleyên kantona Cizîrê têkildarî êrîşên li Dêrazorê daxuyanî dan û gotin, “Em eşîr,…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike îro diçe Îmraliyê

Endamên komîsyona li Meclîsê ji bo dîtina Rêber Apo îro diçin Îmraliyê.

Ji aliyê Stêrk TV

OPCW: Li Ûkranyayê sûcên çekên kîmyewî ‘bi têrkerî nehatine piştrastkirin’

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja Sêşemê dabû xuyakirin ku li ser îdîaya bikaranîna çekên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?