Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu têkildarî geşedanên dawî li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.
Turkoglu, bi bîranîna akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hate qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û got: “Kuştina Nagîhan bi heman zîhniyeta ku Jîna Emînî qetil kir pêk hat. Ji ber ku em dizanin jinên ku li dijî desthilatdariya mêr têdikoşin û li heqîqetê digerin dibin hedefa zilam û dewletan.”
CÎNAYETA NARÎN GÛRAN
Turkoglu, bal kişand ser qetilkirina Narîn Gûran û diyar kir ku ew ê hesabê komkujiyên li dijî jin û zarokan bipirsin û wiha got: “Her roj ku qetilkirina Narîn Gûran neyê ronîkirin û sûcdar neyên cezakirin, tê wateya dizîna wê rojê û paşeroja zarokan. Qetilkirina Narîn Gûran ne bûyerek ji rêzê ye. Ev hemû ji ber zîhniyeta li vî walatî ku dibêje ‘ji carekê tiştek nabe’ tên kirin û di bin navê zewaca di temenê biçûk de îhmalkirin û îstîsmarkirina zarokan rewa tê kirin. Kuştina Narîn Gûran weke bûyereke ji rêzê nikare bê dîtin. Em ê rê nedin ku ev cînayet bi belavkirina agahiyên qirêj ên li ser vê mijarê ji raya giştî re û çêkirina operasyonên ferasetê ji aliyê Hizbulkontra ve were veşartin. Ji ber ku em zîhniyeta ku hewl dide vê cînayetê veşêre ji kuştinên kiryar nediyar ên salên 90’î yên li Kurdistanê, komkujiyên, hizbikontra û gorên komî nas dikin.”
Turkoglu, da zanîn ku hemû kirinên li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de pêk tên û got ku ev nêzî 40 sal in li erdnîgariya Kurdistanê dewlet polîtîkaya şerê taybet dimeşîne.
Halîde Turkoglu, axaftina xwe wiha domand: “Ev desthilatdarî kesên ku îtaet dikin dixwaze û bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze kesên serî hildidin û têkoşînê dikin bitepisîne. Ji ber vê yekê desthilatdarî hemû polîtîkayên xwe yên şer dixe meriyetê. Em li Colemêrgê careke din dibin şahidê siyaseta qirêj ku bi taybetî li ser jinên Kurd dimeşîne. Nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver ji ber ku li Colemêrgê çeteya ku jinên ciwan dikişandin nav tiryak û fuhûşê eşkere kir bû hedefa hêzên siyasî. Em matmayî nebûn ku Rabîa bû hedef. Ji ber ku em dizanin van polîtîkayana bi taybet li herêma Kurdistanê li dij têkoşîna azadiya jinê ya ku bilind dibe, tê meşandin. Ev şerê taybet bi salan ji aliyê dewleta mêr, cerdevan, çete û cilên yek tîp li ser van axan tê meşandin. Rabîa Onver bi nûçeyên xwe careke din van polîtîkayan eşkere kir. Ji ber vê yekê bû hedef. Hûn ê nikaribin van polîtîkayên qirêj bi bêdengkirina xebatkarên çapemeniya azad veşêrin.
Divê ev çete demildest bên darizandin. Divê der barê hemû kes, sazî, siyasetmedar û cerdevanên ku di vê şebekeya sûc de cih digirin demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Ger desthilatdariya siyasî li hemberî tundiya li ser jinê samîmî be, wê vê yekê bike, lê em dizanin ku ew ê vê neke. Lê em ê dev ji têkoşînê bernedin da ku kesên ev sûc kirine cezayê ku heq dikin bistînin. Yên ku Gulistan Doku winda kirin û Îpek Er kuştin, îro li Colemêrgê dixwazin jinên ciwan bikşînin nav tiryak û fuhûşê. Divê gumana kesî tunebe ku em ê li dijî vê têkoşîna herî xurt bidin meşandin.
JIN WÊ BIÇIN COLEMÊRGÊ
Weke Meclîsa Jinan em ê di rojên pêş de li Colemêrgê bin. Soza me ya ji bo Gulistana winda, Îpek a hatî qetilkirin û hemû jinan ev e. Em ê nehêlin ev çete ne li Colemêrgê û ne jî li ti devera vê erdnîgariyê bigerin. Em ê li hemû bajarên ku em lê birêxistinkirî ne, li dijî polîtîkayên şerê taybet, di nav de jin û komên têkel jî hene, atolye û çalakiyên hemwext li dar bixin.
KOMKUJIYA JINAN
Li aliyekî bi polîtîkayên şerê taybet û li aliyê din jî bi polîtîkayên bêcezakirinê êrîşên li ser maf û jiyana me zêde dibin. Binêrin, tenê di meha Tebaxê de herî kêm 31 qetlîamên jinan pêk hatin. 15 jin bi guman mirin. Ev tenê daneyên gihaştine ber destên me. Em dizanin ku hejmara wan zêdetir e. Li vî welatî qanûnên pêşîlêgirtin û parastinê têra parastina mafê jiyanê yê jinan nînin. Ji ber ku qanûnên heyî nayên bicihanîn jin tên qetilkirin. Her wiha jinên ku li dijî kuştina jinan dimeşin jî tê xwestin bên cezakirin.
Kuştina Done Bozdemîr a ku di 14’ê Îlonê de li Enqereyê di qonaxa jihevberdanê de hat qetilkirin, bûyereke ku ev polîtîka careke din xwe nîşan dide. Done Bozdemîr a ji aliyê Gafer Ozdemîr ve hat qetilkirin, tevî ku der barê wî de biryara girtinê hebû jî bi zorê biryara girtinê hat dayîn û bi kelepçeya elektronîk hat şopandin. We rast bihîst; Tevî ku Gafer Ozdemîr ê ku bi kelepçeya elektronîk dihat şopandin jî ji navenda şopandina elektronîk ji malê derket û çû cihê kar ê Done. Tevî polîsan ev yek zanibûn jî tenê telefon kirin û hişyar kirin. Belê, kujer hişyar dikin. Li şûna ku polîs bişînin cihê bûyerê û bilez tevbigerin, tişta tê kirin hişyarkirina kujer e. Ji ber van xemsariyan, Done li navenda Enqereyê ku wezaretên berpirsyar lê bûn, hat qetilkirin.
Ger Peymana Stenbolê bihata cîbicîkirin, dê Done sax bûya. Ger Zagona jimare 6284’an bihata sepandin, Done sax bû. Divê demildest der barê hemû rayedarên cemaweriyê yên ku bûne sedema vê qetlîamê de lêpirsîn bê destpêkirin. Hemû desthilatdarên ku van qanûnan pêk neynin û ne serperiştiya wan bikin, ji vê qetlîamê berpirsyar in. Me jinan êdî sînorê sebra xwe derbas kiriye. Bi polîtîkayên bêcezakirinê, sûcdar tên xurtkirin û qetilkirina jinan tên rewakirin. Em destûrê nadin ku hûn kiryaran beraat bikin. Em ê hesap ji bo her jineke hatine qetilkirin bipirsin. Em ê bi parastina maf û jiyana xwe û mezinkirina hevgirtina xwe dev ji Peymana Stenbolê bernedin.”
Em ê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiyên herêmî têkoşîna herî xurt bidin meşandin. Di vê çarçoveyê de peymanên hevkariyê yên di navbera şaredariyên me, bi taybetî şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê û baroyan de ji bo piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinên tundiyê dibînin, tên îmzekirin pîroz dikim. Divê ti kes guman neke ku em ê têkoşîna xwe ya herî xurt bi sazî, stargeh û navendên jinan ên li dijî tundiyê li hemû şaredariyên xwe bidomînin. Em ê jiyana xwe li ber rehma vê desthilatdariya zilamsalar a faşîst nehêlin.
Jin di nava saziya ku ev desthilatdarî jê re dibêje malbata pîroz de tên qetilkirin. Li ser vê yekê jin dengê xwe bilind dikin û serî radikin. Li aliyê din desthilatdarî ji bo xurtkirina vê malbata pîroz a mêtinger bi hemû saziyên xwe re polîtîkayên xwe dimeşîne. Herî dawî Wezareta Dadê ragihand ku wan ‘Lijneya Nirxandina Hiqûqê ya Malbatê’ ava kiriye. Hûn tinazên xwe bi mejiyê vê civakê û jinan dikin? Tu behsa kîjan qanûna malbatê dikî? Di dema ku jin tên qetilkirin de hûn berdêlên vê qetlîamê bi awayekî bêceza didin hiqûqa malbatê? Yan jî hûn behsa malbata ku jin lê tên qetilkirin, weke pîroz diparêzin? Ma hûn behsa têgihîştina xwe ya qanûnê dikin ku mafê jinê yê neqûqê dixwaze? Ger hiqûqa malbatê were nirxandin, divê rêxistinên ku têkoşîna jinan dimeşînin di vê lijneya nirxandinê de cih bigirin.
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Ji Birêz Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin. Wezîrê Edaletê yê berpirsyar dibêje li vî welatî tecrîd nîne. Em ê bê westandin bibêjin. Li vî welatî tecrîd heye. Ev tecrîd li hemberî hêviyên aştiyê bi taybetî li ser gelên Tirkiyeyê û jinan bûye tecrîdek. Em jin di şikandina vê tecrîdê de pêşengiyê dikin. Yên ku dixwazin vê tecrîdê bi ragihandina şer li dijî Gelê Kurd û nirxên wê bimeşînin, divê baş bizanibin ku em ê bi ser kevin. Em jin êdî nikarin tehemûlê vê desthilatdariya ku bi kûrkirina tecrîdê, xizanî, bêkarî û îstîsmara kedê ya bi vî şerî di polîtîkayên şer de israr dike, bikin. Li dijî vî şerî em ê bi jinan re tevgera herî berfireh a li dijî şer ava bikin. Hêza me ya vê yekê heye, baweriya me heye, dîroka me ya têkoşînê heye ku îlhamê dide me. Di vê çarçoveyê de di 30’ê Îlonê de li Enqereyê em ê bi dirûşma ‘Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em li dijî şer in’ xebatên kampanyayê bidin destpêkirin.
Berdêla vî şerî kûrkirina xizaniyê ye. Em jin ne li cihekî li benda çareseriyê ji vê desthilatdariyê ne. Lê em çavê xwe ji diziya wan nagirin. Ji ber ku her soza ku ji jinan re tê dayîn li ser bê paşerojê ye. Mînaka vê ya herî berçav a vê dawiyê jî ew bû ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku bi protokolên di meha Sibatê de bi wezaretên cuda re hatine çêkirin dê bi rêya ÎŞ-KUR’ê îstîhdama jinan zêde bikin. Heta bi serbilindiyeke mezin pêşkêşî raya giştî kirin û weke ‘Projeya Karkirina Jinê ya Sedsalê’ xemilandin. Ji ber ku piştgirî ne ji karker re, ji xwediyê kar re ku di sektora hilberînê de karkeran digire tê kirin. Demjimêra piştgiriyê ji bo projeyê 3 meh e. Em vê bêbawerî û bêkariya ku ji jinan re tê pêşkêşkirin qebûl nakin.”