Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), bi daxuyaniyeke nivîskî ev tişt gotin:
Li ser Şoreşa Cotmehê ya bi rûmet ku hêviyê dide çîna karker, kedkar û gelên bindest ên cîhanê û ronî dike, nêzî sedsalek derbas dibe. Şoreşa Cotmehê yek ji gavên herî girîng ên têkoşîna proleterya ya avakirina cîhaneke bê çîn û bê sînor bû. Proleterya bi gavên şênber ên ku avêtiye re, nîşan daye ku dikare hemû çîn û çînên civakî yên bindest bide pey xwe û azadî û rizgariya wan jî di sosyalîzmê de ye. Şoreşa Cotmehê ya Mezin îspata wê yekê bû ku di pratîka sosyalîzmê de jin, ciwan û neteweyên bindest dikarin siberoja xwe ya azad û ewle ava bikin.
Em di van rojên mezin ên têkoşînên girîng re derbas dibin û dibînin ku çînên desthilatdar ji bo ku pergala xwe ya ber bi hilweşandinê ve diçe biparêze, serî li her cure zilm û her cure xapandinê didin. Ji ber ku di encama têkoşîna bindestan de ketine nava tengaviyek û bêçare mane. Zehmetî dijîn û nikarin birêve bibin. Tevahiya cîhanê, bi taybetî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye gokek ji agir.
Karker û kedkar di nava xizaniyeke kûr de dijîn. Nikarin xwe bigihînin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn ên jiyanê. Êrîşên li dijî jin, zarok her ku diçe girantir dibe. Heta ku rizîbûna civakî kûrtir bibe, têkiliyên mirov bi hev re xirab bibe, ev qeyran wê mezintir bibe.
Cîhana emperyalîst-kapîtalîst amadekariya şerekî mezin ê tinekirinê dike. Li Filîstînê, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijwar tên kirin. Serdestên ku ji şoreşa gelên bindest ditirsin, difikirin ku ev şerê tinekirinê ji bo mayîndekirina serdestiya xwe pêwîst e û ji bo mezinkirin û kûrkirina şer serî li her rê û rêbazan didin.
Hiqûq, qanûn û heta parlament ne xwedî biryar e û hikmê wê nîne. Bûrjûva di rewşên asayî de jî û di aliyê şeklî de jî ti rêzik qebûl nake. Bi serdegirtinên ku berbangê dike re şaredarî tên desteserkirin. Li pey hev qayûm tên tayînkirin. Tehamula xwe li qezenceke herî biçûk a gelên bindest jî nakin. Û mafê nadin kesî li dijî van hemûyan dengê xwe bilind bikin.
Rêya derketina ji vê tarîtiyê, rêya şoreşa Cotmehê ye! Tenê rêxistinbûneke ku vê tarîtiyê parçe bike û dawî li sîstema riziyayî bîne, dikare me rizgar bike. Weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, rizgariya me bi têkçûna vê pergalê re pêkan e. Bi vê wesîleyê re em banga têkoşîna serxistina şoreşa yekbûyî ya gelan li bindestan dikin.”