Nivîskar Helîm Yûsiv xwediyê gelek berhemên dewlemend e. Di wêjeya Kurdî de xwediyê gelek berheman e ku qala Kurdbûn û têkoşîna Kurdbûnê ya li hemberî desthilatdariyan dike. Yek ji navdarê wêjeya Kurdî a nûjen Helîm Yûsiv ê ji bajarê Amûdê, ew xwediyê Bavekî serxetê û dayîkeke binxetê ye, di nava bajarekî Kurdî de çavên xwe li dinyayê vedike û li wir zaroketiya xwe didomîne, ew dibêje ku “Dema ez çûm dibistanê bi zimanekî din diaxivin, min nizanîbû ku zimanê min qedexeye, ji ber dayîk û bavên min tenê bi zimanê xwe yê Kurdî diaxivin, ji lewra di mejiyê min de gelek pirsên bêy bersiv man.”
Helîm Yûsif di salên ciwantiya xwe de ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve ji bo pirtûkên xwe rastî hin pirsgirêkan tê, gelek caran pirtûkên wî tên astengkirin û qedexekirin. Helîm Yûsiv, ji ber zexeta rêjîma malbata Esed neçar dibe ku di salên 2000`î de berê xwe bide bajarê Elmaniyayê û li wir êdî jiyana xwe bidomîn e. Helîm Yûsiv, gelek caran piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê sardana Rojava kiriye, herî dawî di sala 2018`an û beriya çend rojan jî ji Dêrîkî heta Kobanê bi hemû xwendekarên zanîngehê û di hemû panel û komxebatan re bi hezkiriyên xwe re kom bû û berhemên xwe bi hezkirin îmze kir, li Kobanê jî ewil li Zanîngeha Kobaniyê û cara din jî ku beşdarî Festîvala Kobanê ya Wêjeyî bibû berhemên xwe bi xuyînerên xwe re îmze kir.
Nêzî 15 berhemên Helîm Yûsiv hene. Berhemên xwe yên bi navê `Mêrê Avis, Wehşê di Hundirê min de, 99 Morikên Belavbûyî, Auslandir Beg, Gava ku Masî tî dibe, Tirsa Bê Diran, Memê bê Zîn, Sobarto, Mirî Ranazin, Jinên Qatên Bilind, Firîna bi Baskên Şikestî, Serdema Qazîmazî, Romana Kurdî, Komara Dînan û Neviyê Tozê hene. Helîm Yûsiv, ji ANF`ê re axivî û diyar kir ku wî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandinê kiriye.
Helîm Yûsiv di destpêka axaftina xwe de bi hûrgilî qala jiyana xwe û destpêka nivîsandina berhemên xwe kir û ev yek anîn ziman: “Min dibistana Seretayî, Navîn û Amadehî li Amûdê xwend û min li Zanîngeha Helebê jî fakulteya Mafnasiyê xwend. Ji sala 2000`î ve ye li Elmanyayê dijîm. Têkiliya min ya bi nivîsandinê re di temenekî biçûk de dest pê kir. Zarokatiya min li ser sînor derbas bû ku li dora min mayîn û leşker hebûn. Ew nobedarên li ser sînor û têlên rêsiyayî hebûn. Dema ku mirov ji Amûdê li ser banî radizê, komeke çirayên elektirîkê yên Mêrdînê xuya dikin. Wê demê min tim digot ku weke stêrkan li hev kom bûne û ji wan stêrkan re jî digotin komika sêwiyan. Lê belê piştre ez têgihîştim ku li wir bajarekî din heye.
Malbata bavê min hemû li ser xetê ne, di navbera me de sînor heye ku mirov nikare derbas bibe. Dema ku min dest bi çûna dibistanê kir, weke hemû zarokên Kurd, li dibistanê mamosteyek bi zimanekî din diaxive, ku ne wekî zimanê dayîk û bavê min yê li male ye. Ew veciniqandina 7 saliyê yê li dibistanê, gelek pirs di mejiyê min de dan afirandin. Di wê demê de min zanî ku zimanê min qedexe ye, ne fermî ye û ne yê dibistanê ye. Ez di zarokatiya we de li bersiva wan digeriyam. Tu kesî jî ji me re nedigot ku ev welat parçekirî ye û zimanê me qedexekirî ye. Ez li wir di nava pirsan de geriyam û min dest bi lêgerîna wan pirsan kir û ez rastî xwendinê hatim. Dema min hestên xwe dinivîsand, min xwe rihet hîs dikir û min texmîn nedikir ku ez ê bibim nivîskar, wê pirtûkên min jî çêbibin. Ev mesele ne di bala min de bû. Lê belê bi nivîsandinê min xwe baş hîs dikir û nivîs ji bo min weke oksîjenê bû. Bi vî awayî min dest bi nivîsê kir.”
Helîm Yûsiv di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şêweya nivîsandina xwe û diyar kir ku ew di pexşanê de dikare xwe bêhtir îfade bike û wiha axaftina xwe dewam kir: “Di sala 1991’an de pirtûka min ya yekem ya bi navê `Mêrê Avis` bi zimanê Erebî derket û di sala 1995`an jî berhema min ya duyem ya bi navê `Jinên Qatên Bilind` hatin weşandin. Ev her du berhemên min bi zimanê Erebî derketin. Di dema nivîsandina van berheman de min hewl da ku ez êdî bi zimanê Kurdî van berhemên xwe binivîsim. Bêyî mamoste hînê zimanê Kurdî bibûm. Piştre jî êdî min dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kir. Di 1996`an de berhema min a bi navê `Mirî Ranazin` li Bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurdî hate çapkirin. Di wê demê de jî qedexeya li ser zimanê Kurdî hatibû ragihandin û dema ku ez pê hesiyam ku hîna weşanxane hene û bi zimanê Kurdî çapê dikin, min ev berhema xwe ji wan re rê kir û li wir berhema min ya yekem bi zimanê Kurdî hate çapkirin.”
EZ Ê ÊDÎ BI KURDÎ BERHEMÊN XWE BINIVÎSÎNIM
Helîm Yûsiv piştre bal kişand ser romanên xwe û ev yek anîn ziman: “Yekem romana min a bi navê ‘Sobarto’ di sala 1999`an de li Bakurê Kurdistanê hate çapkirin. Min di sala 1996`an de biryarek girt û heta niha jî wê yekê dikim ku hemû berhemên xwe bi zimanê Kurdî binivîsînim. Dema ku Îngilîzek bi Îngilîzî, Tirkek bi Tirkî û Erebek jî bi Erebî berhemên xwe dinivîsînin, em Kurd jî dikarin bi zimanê xwe, ne bi zimanekî din berhemên xwe binivîsînin. Ji wê demê heta niha jî roman û çîrokên min bi zimanê min Kurdî ne.”
Helîm Yûsiv di dewama axaftina xwe de anî ziman ku di naveroka berhemên wî de jiyana Kurdîtiyê esas e û axaftina xwe wiha domand: “Di hemû berhemên min de rê û rêbazên jiyan Kurdîtiyê li gel qencî û xirabiyên wê bi hurgilî hatine nivîsandin. Ne tenê tiştên di jiyana rasteqîne de, yek ji tiştê ku min di nivîsandinê de mijûl dike, binhişî ye. Aliyê mirov yê ku xeyal dike, yê veşartî ez mijûl dikirim. Ew yek bi rêya xeyalan, bi rêya fantaziyan û derveyî rêyalîzmê; ez yek ji wan kesan im ku mirov sûdê ji hemû ekolên hunerî yê ku di wêjeyê de derketine, sûdê jê werbigire û di avakirina termên wêjeyî de bi kar bîne.’’
Helîm Yûsiv di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Berhema min ya nû bîranînên min e. Min hemû bîranînên xwe weke pirtûk nivîsand, wê ew jî weke romanê bê nivîsandin. Ez hêvî dikim ku ev nifşê ku bi zimanê xwe dixwîne û dinivîsîne; bi zimanê xwe bawer bin û bi xwe bawer bin. Ger em tiştekî bikin ku ew jî bi Kurdî be, bi zimanekî cuda ew nakeve xizmeta Kurdîbûnê, bi germahiyeke mezin êdî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û wisa bijîn.’’

