Şoreşa Rojava bi ruhê azadî û piştevaniyê tije ye û têkoşîna jinan bi hêztir kir. Bi dayîna derfeta hêvî û veguherînê ji mirovahiyê re bûye îlham. Yek ji jinên ku di vê şoreşê de cih girtiye Henîfe Mihemed e. Henîfe Mihemed ku di sala 1964’an de li Qamişloyê ji dayik bû, di sala 1984’an de ji hebûna PKK’ê haydar bû. Henîfe Mihemed di navbera salên 1985-1991’an de li dibistanên rejîma Baasê mamostetî dikir, di sala 1991’an de ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Lubnanê. Henîfe Mihemed ji şêwaza jiyan û axaftina Rêber Ocalan bi bandor bû. Piştî ku ji Lubnanê vegeriya biryar da ku xizmeta pergala rejîma Baas neke û dev ji mamostetiyê berda. Henîfe Mihemed piştî vegeriya welatê xwe biryar da ku bi hêztir beşdarî xebatan bibe. Ji sala 1991’an û vir ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Têkoşîna Azadiya Jinê de bi awayekî çalak xebatê dimeşîne. Henîfe Mihemed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re derfeteke mezin bi dest xistine û wiha got: “Jinan li Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya Rêber Apo tahma azadiyê kirin.”
1991 BÛ DESTPÊKA JIYANA NÛ
Henîfe Mihemed a ku di sala 1984’an PKK’ê nas kir, wiha qala wan rojan kir: “Ez li Qamişloyê di malbateke welatparêz de hatime dinê. Bi saya malbata xwe min di sala 1984’an de PKK’ê nas kir û hestên min ên welatparêziyê xurttir bûn. Hevjînê min dema ku li Lubnanê leşker bû, li wir PKK’ê nas kir û têkiliyên xwe yên nêz ava kir. Bandora vê jî li ser min çêbû. Di 27 saliya xwe de min derfet dît ku ez biçim qada Rêber Apo ya li Lubnanê. Naskirina Rêber Apo ji bo min bû destpêka jiyaneke nû. Ez di navbera salên 1985-1991’an de li dibistanên rejîma Baasê mamoste bûm. Piştî ku min Rêber Apo nas kir, min biryar da ku ez xizmetê ji pergalê re nekim û dev ji mamostetiyê berda. Di sala 1991’an de di nava xebatên eniyê de min dest bi xebatê kir. Beriya ku ez Rêber Apo nas bikim hestên min ên welatparêziyê li pêş bûn, lê ne di wê astê de bûn ku xebatan bimeşînim. Piştî naskirina Rêber Apo bi awayekî çalak tevlî xebatên têkoşîna gel û bi taybetî jî yên jinan bûm.”
DI DESTPÊKA ŞOREŞÊ DE RÊVEBERA YÊKÎTIYA STAR Ê BÛ
Henîfe Mihemed a ku ji damezrandina Yekîtiya Starê ya sala 2015’an û vir ve di nava sazî û rêxistinên jinan de pêşengiye dike, atmosfera ku bi şoreşê re derket holê wiha vegot: “Jiyana ku me bi salan xeyal dikir, di sala 2011’an de derket pêşberî me. Me bi Şoreşa Rojava re gihand xeyalên xwe. Çirûska yekemîn a şoreşa Kobanê di 19’ê Tîrmehê de li hemû bajarên Rojava belav bû. Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir, li Qamişloyê jî hat hîskirin. Çawa ku ji bo gel xewnek bû, di heman demê de bû hêviyek. Her kesî xwe di nava şoreşê de didît. Ne hewce bû ku li eniya şer, şer bikin. Her kesî çi ji destê wan dihat dikir. Dema ku çirûska şoreşê li Kobanê geş bû, wê demê ez yek ji rêveberên Yêkîtiya Star a Qamişloyê bûm. Ne şeva me şev bû ne jî roja me roj bû. Em bi rêk û pêk nediçûn mala xwe. Ne tenê ez, her welatparêzek, her kesê/î ku dilê wan ji bo azadiyê lêdidan wiha bû. Bandora wê ne tenê ji Qamişlo heta Kobanê bû. Heman hest li çar parçeyên Kurdistanê hat jiyîn.”
JI BO ŞERVANAN XWARIN ÇÊKIRIN
Di domandina axaftina xwe de Henîfe Mihemed, ev tişt anî ziman: “Di vê pavajoyê de bawerî derketibû lûtkeyê. Me guh nedida wan kesên ku digotin Kobanê ketiye û wê bikeve. Me rêya xwe berdewam kir. Heta dawiyê baweriya me bi hêza me hebû. Ev çirûsk encama têkoşîneke bi salan bû. Ew ne tiştekî ku ji nişka ve qewimî bû. Şert û merc destûr dan û ew çirûsk çêbû. Yên ku zarokên wan hebûn, yên nû zewicîbûn, çi pîr û çi ciwan, ji heft salî heta heftê salî xwe spartin şoreşê û berê xwe dan Kobanê. Kobanê ezmûna yekemîn bû. Tişta ku li Kobanê qewimî, li bajarên din jî xwe nîşan da. Li bajarên ku dengê şoreşê lê bilind dibû, êrîşên Cebhet El Nûsra jî destpê kirin. Dibe ku em ne di nava xeleka êrîşê de bûn, lê ji bo ku barê şervanan sivik bikin û pêdiviyên wan bi cih bînin me xwarinê çêdikir.”
BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RE DI XWE DE GUHERTIN ÇÊKIR
Henîfe Mihemed têkildarî rêxistinbûna jinan a ku bi Şoreşa Rojava re pêşketiye û serpêhatiyên xwe de wiha axivî: “Eger min di sala 1991’an de Rêber Apo nedîtiba, îro ne li vir bûm. Ez ê di nava malekê bimama. Dê çembera min bi sînor bûya. Jiyana min ji malbatek klasîk wêdetir nediçû. Helbet wê demê xwendina keçan guncav nedihat dîtin. Jinên ku wek min dixwendin kêm bûn. Lê ji ber ku ez xwenda bûm, ev nedihat wateya ku ez ê ji malbata klasîk derkevim. Ez di temenekî biçûk de hatim zewicandin. Tiştên ku hemû jinan kişandiye min jî kişand. Lê bi naskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re ev veguherîm jineke din. Ez ji çar dîwaran derketim. Bi rastî di wan rojan de jin bi rehetî nikaribûn ji gundên xwe derkevin. Ez bajar bi bajar digeriyam, ji ber ku ez beşdarî xebatên eniyê bûm. Malbata min welatparêz bû, lê carna ji xebatên min re pirsgirêk derdixistin. Ji ber ku tevgera min berfireh bibû wan jî vê rewşê qebûl dikir.”
JINAN ÎLHAM JI BERXWEDANÊ GIRTIN
Henîfe Mihemed bilêv kir ku Şoreşa Rojava ji bo jinan destkeftiyek mezin bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne rewşeke ku ji nişka ve pêk hatibû. Destkeftiyek di encama têkoşîna salan de hderkrtibû holê. Xeta Şoreşa Rojava xeta ji bo hemû mirovahiyê ye. Di encama berxwedana jinên Kurd de jinên Rojhilata Navîn bi xwe bawer bûn û ji berxwedanê îlham girtin. Jinên ku ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatin çewisandin û bibûn bi hezaran parçe, li Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya Rêber Apo tahma azadiyê tahm kirin.”