În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wezîrê Edaletê Gurlek: Sala 2028’an wê hilbijartinên Serokkomariyê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrt: Malbatên ji baweriyên cuda di sersaxiyan de bûn hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Em dixwazin diyalog û muzakereyê bikin çandeke jiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hemîfe Mihemed: Bi paradîgmaya Rêber Apo me tehma azadiyê kir
Jin

Hemîfe Mihemed: Bi paradîgmaya Rêber Apo me tehma azadiyê kir

Ji beşdarên Şoreşa Rojava Henîfe Mihemed got, "Jin a ku ji aliyê mejiyê baviksalar ve hate binpêkirin û parçekirin, bi paradîgmaya Rêber Apo tehma azadiyê kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava bi ruhê azadî û piştevaniyê tije ye û têkoşîna jinan bi hêztir kir. Bi dayîna derfeta hêvî û veguherînê ji mirovahiyê re bûye îlham. Yek ji jinên ku di vê şoreşê de cih girtiye Henîfe Mihemed e. Henîfe Mihemed ku di sala 1964’an de li Qamişloyê ji dayik bû, di sala 1984’an de ji hebûna PKK’ê haydar bû. Henîfe Mihemed di navbera salên 1985-1991’an de li dibistanên rejîma Baasê mamostetî dikir, di sala 1991’an de ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Lubnanê. Henîfe Mihemed ji şêwaza jiyan û axaftina Rêber Ocalan bi bandor bû. Piştî ku ji Lubnanê vegeriya biryar da ku xizmeta pergala rejîma Baas neke û dev ji mamostetiyê berda. Henîfe Mihemed piştî vegeriya welatê xwe biryar da ku bi hêztir beşdarî xebatan bibe. Ji sala 1991’an û vir ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Têkoşîna Azadiya Jinê de bi awayekî çalak xebatê dimeşîne. Henîfe Mihemed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re derfeteke mezin bi dest xistine û wiha got: “Jinan li Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya Rêber Apo tahma azadiyê kirin.”

1991 BÛ DESTPÊKA JIYANA NÛ

Henîfe Mihemed a ku di sala 1984’an PKK’ê nas kir, wiha qala wan rojan kir: “Ez li Qamişloyê di malbateke welatparêz de hatime dinê. Bi saya malbata xwe min di sala 1984’an de PKK’ê  nas kir û hestên min ên welatparêziyê xurttir bûn. Hevjînê min dema ku li Lubnanê leşker bû, li wir PKK’ê nas kir û têkiliyên xwe yên nêz ava kir. Bandora vê jî li ser min çêbû. Di 27 saliya xwe de min derfet dît ku ez biçim qada Rêber Apo ya li Lubnanê. Naskirina Rêber Apo ji bo min bû destpêka jiyaneke nû. Ez di navbera salên 1985-1991’an de li dibistanên rejîma Baasê mamoste bûm. Piştî ku min Rêber Apo nas kir, min biryar da ku ez xizmetê ji pergalê re nekim û dev ji mamostetiyê berda. Di sala 1991’an de di nava xebatên eniyê de min dest bi xebatê kir. Beriya ku ez Rêber Apo nas bikim hestên min ên welatparêziyê li pêş bûn, lê ne di wê astê de bûn ku xebatan bimeşînim. Piştî naskirina Rêber Apo bi awayekî çalak tevlî xebatên têkoşîna gel û bi taybetî jî yên jinan bûm.”

DI DESTPÊKA ŞOREŞÊ DE RÊVEBERA YÊKÎTIYA STAR Ê BÛ

Henîfe Mihemed a ku ji damezrandina Yekîtiya Starê ya sala 2015’an û vir ve di nava sazî û rêxistinên jinan de pêşengiye dike, atmosfera ku bi şoreşê re derket holê wiha vegot: “Jiyana ku me bi salan xeyal dikir, di sala 2011’an de derket pêşberî me. Me bi Şoreşa Rojava re gihand xeyalên xwe. Çirûska yekemîn a şoreşa Kobanê di 19’ê Tîrmehê de li hemû bajarên Rojava belav bû. Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir, li Qamişloyê jî hat hîskirin. Çawa ku ji bo gel xewnek bû, di heman demê de bû hêviyek. Her kesî xwe di nava şoreşê de didît. Ne hewce bû ku li eniya şer, şer bikin. Her kesî çi ji destê wan dihat dikir. Dema ku çirûska şoreşê li Kobanê geş bû, wê demê ez yek ji rêveberên Yêkîtiya Star a Qamişloyê bûm. Ne şeva me şev bû ne jî roja me roj bû. Em bi rêk û pêk nediçûn mala xwe. Ne tenê ez, her welatparêzek, her kesê/î ku dilê wan ji bo azadiyê lêdidan wiha bû. Bandora wê ne tenê ji Qamişlo heta Kobanê bû. Heman hest li çar parçeyên Kurdistanê hat jiyîn.”

JI BO ŞERVANAN XWARIN ÇÊKIRIN

Di domandina axaftina xwe de Henîfe Mihemed, ev tişt anî ziman: “Di vê pavajoyê de bawerî derketibû lûtkeyê. Me guh nedida wan kesên ku digotin Kobanê ketiye û wê bikeve. Me rêya xwe berdewam kir. Heta dawiyê baweriya me bi hêza me hebû. Ev çirûsk encama têkoşîneke bi salan bû. Ew ne tiştekî ku ji nişka ve qewimî bû. Şert û merc destûr dan û ew çirûsk çêbû. Yên ku zarokên wan hebûn, yên nû zewicîbûn, çi pîr û çi ciwan, ji heft salî heta heftê salî  xwe spartin şoreşê û berê xwe dan Kobanê. Kobanê ezmûna yekemîn bû. Tişta ku li Kobanê qewimî, li bajarên din jî xwe nîşan da. Li bajarên ku dengê şoreşê lê bilind dibû, êrîşên Cebhet El Nûsra jî destpê kirin. Dibe ku em ne di nava xeleka êrîşê de bûn, lê ji bo ku barê şervanan sivik bikin û pêdiviyên wan bi cih bînin me xwarinê çêdikir.”

BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RE DI XWE DE GUHERTIN ÇÊKIR

Henîfe Mihemed têkildarî rêxistinbûna jinan a ku bi Şoreşa Rojava re pêşketiye û serpêhatiyên xwe de wiha axivî: “Eger min di sala 1991’an de Rêber Apo nedîtiba, îro ne li vir bûm. Ez ê di nava malekê bimama. Dê çembera min bi sînor bûya. Jiyana min ji malbatek klasîk wêdetir nediçû. Helbet wê demê xwendina keçan guncav nedihat dîtin. Jinên ku wek min dixwendin kêm bûn. Lê ji ber ku ez xwenda bûm, ev nedihat wateya ku ez ê ji malbata klasîk derkevim. Ez di temenekî biçûk de hatim zewicandin. Tiştên ku hemû jinan kişandiye min jî kişand. Lê bi naskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re ev veguherîm jineke din. Ez ji çar dîwaran derketim. Bi rastî di wan rojan de jin bi rehetî nikaribûn ji gundên xwe derkevin. Ez bajar bi bajar digeriyam, ji ber ku ez beşdarî xebatên eniyê bûm. Malbata min welatparêz bû, lê carna ji xebatên min re pirsgirêk derdixistin. Ji ber ku tevgera min berfireh bibû wan jî vê rewşê qebûl dikir.”

JINAN ÎLHAM JI BERXWEDANÊ GIRTIN

Henîfe Mihemed bilêv kir ku Şoreşa Rojava ji bo jinan destkeftiyek mezin bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne rewşeke ku ji nişka ve pêk hatibû. Destkeftiyek di encama têkoşîna salan de hderkrtibû holê. Xeta Şoreşa Rojava xeta ji bo hemû mirovahiyê ye. Di encama berxwedana jinên Kurd de jinên Rojhilata Navîn bi xwe bawer bûn û ji berxwedanê îlham girtin. Jinên ku ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatin çewisandin û bibûn bi hezaran parçe, li Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya Rêber Apo tahma azadiyê tahm kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîgdem Dogû: Jin her ku têbigihêje û zane bibe, wê bi ser bikeve
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dozger xwest doza der barê Emîne Şenyaşar bê redkirin

Di danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar de hatibû vekirin de dozger daxwaza redkirina dozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê û bi dirûşma "Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Tekîn Goyî bi fedakariya xwe dihat nasîn

Şehîd Tekîn Goyî her tim digot, “Dem hatiye em fedayetiyê bikin da ku em planên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?