Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Em ê Komkujiya Sêwasê nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêber Apo peyama ji bo heyeta Ewropî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karadaş: Tirkiye ji bo hevkariya bi DYE’yê re hevrikiyê bi Îsraîlê re dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêb 2
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêb 2

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Hesen QAZÎ
Parvekirin

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (207)

Abbas Vali

Hesen Qazî komele nûsînêkî benirxî sebaret be Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran û karlêkerî le ser bizûtnewe nasyonalîstîyekan le Başûr û Rojhelatî Kurdistan amade kirdûwe û werîgêrawete ser zimanî Kurdî. Kitêbeke beşêkî mêjûy zarekî ye û beşêkîşî belge û amajey pêwendîdar bem base le serçawe deste dûwekan û be taybet berhemekanî Hemîd Şewket mêjûnûsî bizûtnewe çep ajoyekan le Irane. Zorbey kerestey kitêbeke le zimanî Farsîyewe wergîrawe u amadekar werîgêrawetewe ser Kurdî Soranî.

Sazmanî Inqîlabî ke le salî 1964 damezra, wilamêkî taybetî komonîstî Iranî bo dabiranêkî girîng le bizûtnewey komonîstî naw neteweyî le dway Kongirey Bîstemî Hîzbî Komonîstî Yekêtî Şûrewî le salî 1956 bû. Şepolî be hêzî le Sitalînîzm şordnewe le bilokî rojhelat û nikûlî Çîn le mil rakêşan bo rêbazî resmî Şûrewî û ew kêşaney be dûwîda hat bizûtnewey komonîstî Iran u be taybet Hîzbî Tûdey Iranîşî le beray salanî 1960 girtewe. Desteyek le endamanî Hîzbî Tûde le derewey wilat, ke le gwêrayelî kwêrkwêraney hîzbekeyan le hîzbî komonîstî Yekêtî Şûrewî narazî bûn û le xemsardî siyasî u milkeçî îdêolojî rêberayetî Hîzbî Tûde le ast rêvîzyonîsmî Rûsî bê hîwa bibûn be mebestî sazkirdinî sazmanî înqîlabî, wate yekem rêkxirawey siyasî girîngî maoîstî le mêjûy Iran da ciya bûnewe. Arastey îdêolojîy endame serekîyekanî Sazmanî Inqîlabî ke cextyan le ser dijayetîyekî çalkane le dijî rêjîmî seltenetî û hawpeymane empiryalîstekanî be alingarî zalbûnyan be ser wilat da dekirdewe, bo weçeyekî nwê le çalakanî siyasî çawrakêş bû, çûnke ewanîş serkoney xemsardî siyasî û çeqbestûyî îdêolojî Hîzbî Tûdeyan dekird be taybetî le çuwarçêwey konfêdrasyonî cîhanî xwêndkaranî Iranî le henderan ke rêkxirawêkî peregir u karîger bû.

Sazmanî Inqîlabî bangeşey xebatî çekdarî dekird ke pêşengayetî bizûtneweyekî cemawerî dêmokratîk bika le ladêyekan û duwaye bitwanê hemû wilat bigrêtewe. Ramanî maoîstî gelaleyekî sitratêjî şorişgêraney diyarî kird ke herçend be hêndêk hemwarkirdnewey kemewe debuwa le Iran da cêbecê kiraba.

Sitratêjî xebatî çekdarane û girîngî ladê wekû mekoy kirdewey çekdarane bo wedîhatin debûwa le ser zewî waqî’ dabezêndiraba. Ewe bizûtnewey Kurd le tarawgey Başûrî Kurdistan bû ke hem zemîne û hem diney ew kirdeweyey rexsand. Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî Iran her wek salanî 1960 ke le Hîzbî Tûde qewmabû, berewrûy narazeyetî û kêşey nawxoyî bibûwewe. Balî çepî radîkalî HDK, le dijî rêberayetî nasyonalîstî êtnîkî derkewt û be damezrandinî Komîtey Şorişgêr le salî 1967 be kirdewe le rewtî serekî hîzbekey xoy cwê bûwewe. Amancyan ewe bû dijberanî balî çep le naw HDK da rahêzênin û le nawxoy Iran da dest be kirdewey çekdarane biken. Komîtey şorişgêr le nawxo û le derewey bizûtnewey Kurd le Rojhealltî Kurdistan be duway hawpeyman da degera. Endame helkewtûwekanî naw Komîtey Şorişgêr hewlyan da bo pêwendî legel Sazmanî Inqîlabî le Urûpa be mebestî saz kirdinî hawpeymannîyekî berbilaw le pênaw kirdewey şorişgêraney çekdarane be dijî rêjîmî seltenetî le Iran. Be le berçawgirtinî amance sitratêjîke hawbeşekan û bawere êdêolojîkîyekanyan her dû rêkxiraweke hasan bû pêwendîyek damezrênin û rayeleyekî hawkarî le Kurdistan pêkewe bênin. Tedarekî sitratêjî hawbeşyan ewanî berew girûpêkî narazî ciyabûwewey çep ajo kişand le rîzekanî Partî Dêmokratî Kurdistanî Iraq da ke xerîkî peresendin bû. Ew desteye ke le layen Celal Talebanîyewe serokayetî dekra meylêkî dostaney le ast helwêstî maoîstî le bizûtnewey komonîzmî nawneteweyî da hebû u legel lêkdanewey ewan sebaret be sitratêjî şorişgêrane le kurdistan da degunca.

Rêberayetî Sazmanî Inqîlabî le Kurdistan be germî wergîra û ruwangey radîkalî siyasî ewan le layen Talebanî û hawkaranîyewe pêşwazî lê kira ke duwacar le salî 1975 Yekêtî Nîştimanî Kurdistanyan damezrand.

Ew belganey Hesen Qazî sebaret bew pêşweçûnane be wirde rîşalêkî zorewe koy kirdûnetewe dewrî serekî Sazmanî Inqîlabî zeq dekatewe lemer serdemêkî girîng le siyasete nasyonalîstîyekan le Başûr û Rojhelatî Kurdistan.Ewe deyselmênê Sazmanî Inqîlabî xalî yekgirtnewey siyasî–îdêolojî ew meyl û rewte nwêyane bûwe le siyasetî Kurd û Iranî da, yarmetî kirdûwe ewan le ser binemay bernameyekî radîkal le dewrî xebatî çekdarane û azadî da rêk kewn. Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran pêşengî ew sitratêjîye bû nek her le Rojhelatî Kurdistan belkû le Iran be giştî. Kirdewey çekdaraney pê negeyiştûy Komîtey Şorişgêr le dijî erteşî Iran le ber derkewtinî zoremilî le Başûrî Kurdistan u hatnewey bo xakî Kurd le Iran ew kirdeweyey wepêş xist, û ewe duwacar şikan, kûjran û ê’damî rêberayetî le 1968 lêkewtewe. Ew rûdawe her weha be watay kotayî pêhatnî hawkarî çalakaney Sazmanî Inqîlabî legel bizûtnewe kurdîyekan le Başûr û Rojhelatî Kurdistan bû.

Sereray girîngî em pêşweçûnane le siyasetî Kurdî û Iranî le salanî 1960 û 1970 kanda ne tenya zor kem lew bareyewe zandirawe belkû nûsînêkî cîdîş lem bareyewe le ber dest nye. Sebaret bew serdeme girînge le mêjûy Kurd û Iran da lêkolînewe û boçûnî agadarane lemer pêşweçûne siyasî û îdêolojîyekan be destewe nîye. Ca ewe çi be hoy lebîrçûnewey asayî siyasî yan çaw lê helbwardinî edebî/ akadêmîk bê, ew boşayiye rastîyeke û kemayesîyekî rasteqîne ye. Her boye hewcêyekî zor be lêkoyneweyzanayane û twêjînewey bîr sebaret be kêşe u gîrugirfte siyasî û îdêolojîyekanî ew serdeme girînge le mêjûy ême da xoy der dexa. Ewe xoy girîngî berhemekey Hesen Qazî dexate rû; têgeyiştînî rûnakbîrane û berpirsyarî siyasî Hesen Qazî bo gêranewey çîrokî Sazmanî Înqîlabî le ziman ew kesaney dayanmezrand yan ew kesaney karyan legel kird yan ewaney le damezranîyewe ta nemanî û bûnî be Hîzbî Rencberan le salî 1979 legelî bûn. 

Qazî le seretay kitêbeke da basî pirojekey xoy û pilanî le mêjîney bo amade kirdinî ew berheme deka. Em seretaye zanyarîder belam kurte û le kitêbêk bem baristay û bew girîngîye naweşêtewe. Zor be sûdtir debû eger Qazî seretayekî zor dirêjtir û zor be wirderîşaltirî bo ew kitêbe nûsîbaye û tenê nasandinî kokirawekey pê bes nebaye, belkû lewe zor girîngtir hewlî daba nûsînekan le çuwarçêwey siyasî u wêjmanî xoyan da şî bikatewe, û ewey nîşan dabaye gêranewekanî rabirdû sebaret be pêşweçûnekan çende tewawkerî yektirîn yan legel yektirî deguncên, û ew gêranewe û bas kirdine corbecorane ta çi radeyek tuwanîwyane layene lêlekanî ew mêjûwe rûn kenewe ke beşêkî zorî nenûrsawetewe.

Ew kemayesîye, herçend kemayesîyekî girîngîşe bo em kokiraweye ke be lanî kemewe beşêkî mêjûy zarekîye, le girîngî ew berheme girîng û pêşengey Qazî kem nakatewe. Ew berheme yarmetîyekî be nirxe bo têgeyiştinî mêjûy rewte radîkalekan le bizûtnewe şorişgêriyekan le siyasetî Kurd û Iran da ber le şorişî 1979.

December 2020

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurdistan LEZGIYEVA Nîşaneyên nîzameke nû ya navneteweyî
Nûçeya Pişt re Hesen QAZÎ Hêndêk boçûn le ser kitêb 3
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kantona Firatê û Minbicê gel komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Li Kantona Firat û Minbicê bi hezaran şênî daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya…

Ji aliyê Stêrk TV

DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîş kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş birin ser nuqteyeke ewlekariyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Eşîreta Igêdat: Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê me diaxvin temsîla me nakin

Şêx û rûspiyên eşîra Igêdat gotin, “Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Zayendperestîya di zimanê me de

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ji Zeynep Kinaci ber bi sedan Zîlan an!

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)

Ji aliyê Hesen QAZÎ
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?