Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kir.
Heyet ji Serokwekîlên Koma Meclîsê ya Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ozturk Turkdogan pêk hat.
Piştî hevdîtina ku nêzî du saetan dewam kir, daxuyaniyek hate dayin.
‘BÊYÎ LÊ BELÊ DIVÊ ÊDÎ BÊ SERERASTKIRIN’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku wan li ser tevkariyên ku wezaret kare li pêvajoyê bike hevdîtin kirine.
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Dixwazim destnîşan bikim ku sernavê me yê sereke yê nîqaşê şert û mercên tenduristiyê û kar ê Birêz Abdullah Ocalan e, ku li Îmraliyê ye û bi banga 27’ê Sibatê re li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke nû vekir û di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de kir ku em derbasî qonaxeke nû bibin. Di vê mijarê de me ji Birêz Wezîr re got, Birêz Ocalan di nava şert û mercên tecrîdê de nikare tevkariyê li vê pêvajoyê bike, ji bo pêşveçûna pêvajoyê şert û mercên Birêz Ocalan sernavê herî girîng e û divê êdî bêyî bê gotin, ‘lê belê’ sererastkirin bê kirin. Di vê mijarê de di dema pêş de dibe ku em hin pêşketinan bibînin.”
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi dewamî got, “Di sîstema edaletê ya Tirkiyeyê de pirsgirêkên gelekî cidî hene û me firsend dît ku vê yekê bi berfirehî binirxînin. Ji sernavên bingehîn a herî girîng mijara girtiyên nexweş e. Em zanin ku ev yek ne mirovî ne jî hiqûqî ye. Têkildarî girtiyên nexweş divê bi lez guhertin bêne kirin, li qada raporên Saziya Tipa Edlî sererastkirin bê kirin û karibin bi lez ji girtîgehê derkevin. Di vê mijarê de me fikrên xwe gotin. Di vê mijarê de me daxwazên xwe ragihandin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku sererastkirina qanûnî ya di dema vîrûsa korona de hate kirin, kete rojevê ku girtî bi şert berdida lê belê ‘sûcên rêxistinî’ li derve dihişt û got, “Me ji wan re ragihand ku divê meseleya dervehiştina sûcên rêxistinî ji holê bê rakirin û nêzîkatiyeke wekhev bê nîşandan. Bi taybetî di paketa înfazê de ku wê dema bê bikeve rojevê xala ‘sûcê bi navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê be’ hebû. Dadgeha Destûra Bingehîn ev yek îade kiribû. Lê mixabin meclîsê bi heman rengî careke din derbas kir. Niha jî me agahî wergirt ku dixwazin bixin nava paketa nû. Divê ev yek bê şert û merc ji holê bê rakirin. Lewma me bendewariya xwe anîn ziman ku li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn sererastkirineke guncaw bê kirin.”
DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN RÊVEBERIYÊ
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku wan pêwîstiya bi rakirina Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ku berdana girtiyan asteng dike ji wezîr re ragihand. Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Lİ gel vê yekê me got, divê biryarên desteya çavdêriyê li gorî pîvanên objektîf bêne dayin. Divê avaniya vê desteyê ku mekanîzmayeke duyemîn a cezakirinê ye bê demokratîkkirin û biryarên xwe li gorî pîvanên objektîf bide. Me jê re ragihand ku sererastkirineke bi vî rengî divê di paketê de bê bicihkirin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên li girtiyan têne birîn kete rojevê û destnîşan kir ku wan diyar kirine, cezayên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
DOZA KOBANÊ
Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser pirseke rojnamevanan a ku digot, ‘Têkildarî mijara tecrîdkirina Birêz Ocalan û daxwaza guhertina qanûna înfazê, bersiva wezîr çi bû?’ bersiveke bi vî rengî da: “Me firsend dît ku em bi hev re li ser van mijaran biaxivin. Birêz Wezîr bi baldarî ev yek not kir. Ji xwe têkildarî hin guhertinên qanûnî tespîtên hevpar ên me hemûyan hene. Her kes baş zane ku gelek mijarên li dijî wekhevî, mafdarî û heqaniyetê hene ku divê bêne guhertin. Mînak, dema ku qanûn hate amadekirin, pandemî ne tenê ji bo girtiyên edlî bû. Rîsk li hemberî her kesî bû, lê belê sûcên rêxistinî li derve hatibû hiştin. Mînak, me diyar kir ku neheqiyên mîna vê nayê qebûlkirin. Wan bi xwe jî gotin, ew li ser vê mijarê dixebitin. Her mijara ku me qalê kir bi baldarî not kirin û anîn ziman ku wê di vê mijarê de bixebitin û paşerojê li ser mijarê nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Me Doza Kobanê û gelek sernavên din jî nirxand.”