Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Mûnzûr: Jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xist
Jin

Mûnzûr: Jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xist

Raperîn Mûnzûr diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê hişt ku jin di qadên civakî û siyasî de zemînek xurt bi dest bixin û got ku jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xistine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

PKK’ê bi pratîkên têkoşînê yên 52 salan re di jiyana civakî de nirxên girîng ava kirin. Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) Raperîn Mûnzûr, behsa bandora PKK’ê û têkoşîna jinan a di nava tevgerê de kir.

Raperîn Mûnzûr, salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, jinan û hemû gelê Kurd pîroz kir û bi boneya 25’ê Mijdarê, bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li dijî hişmendiya ku şîdeta li ser jinan didomîne, xurttir bikin.

‘PKK’Ê RUH, NASNAME Û RASTIYA GEL E’

Raperîn Mûnzûr, diyar kir ku 27’ê Mijdara 2025’an xwedî wateyek cuda ye û got, “Em salvegera damezrandina avahiyek ku êdî dawî li hebûna xwe ya rêxistinbûnê aniye, pîroz dikin. Ev nîşan dide ku PKK’ê ne tenê rêxistinek e; ew ruhek, nasnameyek û rastiya gel e. Ev pîrozbahî pîrozbahiyek xwedîderketina Kurdan a li hebûn, nasname û dîroka berxwedanê ye.

Ev pîrozbahî pîrozbahiya jinên ku bi têkoşîna PKK’ê û gerîla re rûmet û azadiya xwe bi dest xistine. Belê PKK’ê hat fesix kirin lê navê wê di avakirina dîrok, azadî, berxwedan, fedaîbûn û rûmeta gelê Kurd de cih girt. PKK’ê ne ji ber ku weke dewleta Tirk dibêje rêxistineke terorîst bû xwe fesix kir, ji ber ku mîsyona xwe bi cih anî û nirxên xwe di nav civakê de çand, hat fesixkirin.

Nirxên ku ji hêla PKK’ê ve hatine afirandin ji sînorên rêxistinê derbas bûn û ji bo civak, jin û gelên cîhanê bûn nirxên hevpar ên azadiyê. PKK’ê nasnameya Kurd a azad eşkere kir, înkar û gefa tunebûnê şikand. PKK’ê rê li ber veguherînek ji Kurdekî ku ji xwe şerm dikir ber bi Kurdekî azad ku bi nasnameya xwe serbilind be vekir. Ev şoreşek mezin a civakî û mirovî ye.”

‘RÊBERTÎ LI SER PIRSGIRÊKA AZADIYA JIN SEKINÎ’

Raperîn Mûnzûr, da zanîn ku têkoşîna jinan a di nav PKK’ê de pêvajoyek avakirina azadî, sosyalîzm û jiyana komunal e û wiha domand, “Têkoşîna ku di nav PKK’ê de tê meşandin ne tenê li dijî dijmin e; ew têkoşînek e ji bo ji nû ve afirandina nasname, îrade û azadiya jinan e.

PKK’ê weke rêxistinek ku di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de ava bû. Lê belê Rêbertî şert û mercên Kurdistan û cîhanê, siyaset û civakbûna wê baş analîz kir û têkoşîna me li gorî azadiya vê herêmê teşe girt. Ji ber vê Rêbertî girîngiyek mezin da pirsgirêka azadiya jin.

Ji salên 1980’an û pê ve, jin di şer û civakê de çalak bûn. Bi rêya rêxistinên xweser, temsîliyeta wekhev û têgihîştina jiyana wekhev û azad pêk hatiye. Hêza herî mezin a ku vê têkoşînê xurt kir, nirxên ku ji Zîlan heta Bêrîtan, ji Sara heta Asya û bi hezaran şehîdên jin hatine avakirin e. Şehîd ne tenê bi fedakariya xwe, di heman demê de bi jiyana xwe ya watedar û komunal jî mînak nîşan didin. Jiyana nû dema rastiya di şexsê şehîdan de rûniştî bibin pîvana civakê, wê were avakirin.”

‘ERKA TEVGERA JINAN EW E KU TÊKOŞÎNA HEVPAR BERFIREH BIKIN’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr, destnîşan kir ku zemîna PKK’ê bi tevlîbûna jinan re hem rêxistin û hem jî têgihîştina mêran guherand û got ku bû qadeke ku tê de têkiliyên jin-mêr ên azad û modela jiyanek nû werin avakirin. Raperîn Mûnzûr wiha dewam kir, “Ev zemîn, bi bidest xistina hêza îdeolojîk û siyasî ya jinan, şoreşa jinan derxist holê. Teza Rêbertî ya şoreşa jinan, ku di salên 1990’î de hate pêş xistin, bi avahiyên PAJK û KJK’ê veguherî pergalek jinan a rêxistinkirî. Ev vejîna ruhê berxwedana komunal bû. Bi saya hêza ku Rêbertî daye, jinên Kurd jixwe bawer bûne, bûne xwedî îrade û hêza rêxistinbûnê.

Îro, ji Bakur heta Rojava şoreşek jinan heye. Pêvajoyek diqewime ku tê de jin bihêztir dibin, hebûnek siyasî bidest dixin, li ser xwe biryaran didin û bi pîvanên ku ew diyar dikin tevlî jiyana civakî dibin. Lê belê, vê pêşketinê êrîşên pergala baviksalar jî zêde kiriye; polîtîkayên kuştina jinan, tacîz û destdirêjî bûne beşek ji hewldana tepeserkirina têkoşîna jinan a ku bilind dibe. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn pergala koletî bi giranî li ser jinan hatine meşandin. Ji ber vê yekê, divê jin pêşî têkiliyên malbatî û rolên ku li ser wan hatine ferzkirin lêpirsîn bikin. Divê ewil jin bibin aîdê xwe.

Erka tevgera jinan îro ew e ku têkoşîna hevpar berfireh bike, li dijî polîtîkayên parçekirinê derkeve û ezmûna ku ji hêla têkoşîna jinên Kurd ve hatî berhevkirin bi jinên li çaraliyê cîhanê re parve bike. Pêvajoya bicihanîna tezên Rêbertî yên li ser azadiya jinan di pratîkê de, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla pratîkî ve, hîn girîngtir dibe.”

‘KRÎZA KU CIVAK DIJÎ ENCAX BI ŞOREŞA JINAN RE DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN’

Raperîn Mûnzûr, da zanîn ku fesixkirina PKK’ê destpêka serdemeke nû ya têkoşînê û pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk nîşan dide û got, “Ev pêvajo ji bo civak û jinan serdemeke ji nû ve avakirinê ye. Krîza ku civak dijî encax bi şoreşa jinan re dikare bê çareser kirin. Ev krîz encax bi ji nûve rêxistina civakê û pêşengiya jinan dikare bê derbaskirin.

Ji ber vê yekê, rêxistinkirina jiyaneke exlaqî, estetîkî û demokratîk a li ser bingeha komunan, ku jin di warê îdeolojîk, teorîk û pratîkî de rola herî çalak dilîzin, bingeha vê serdemê ye. Jinan niha hişmendî û rêxistinbûna pêwîst bi dest xistine da ku ji nû ve wekî hêza damezrîner a civakê derkevin ser dikê dîrokê. Ezmûn, hêz û mîrata civakî ya ku heta niha hatiye bidest xistin, xwedî wê potansiyelê ye ku sedsala 21’an bike sedsala jinan.”

BANGA XWEPARASTIN Û BERFIREHKIRINA RÊXISTINBÛNÊ HAT KIRIN

Raperîn Mûnzûr bi boneya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan kir ku ji bo xweparastinê li dijî tundî û êrîşên mêran xwe birêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Jinên Kurd di vî warî de xwedî mîrateyek dîrokî ya kûr in. Hêz û ezmûna ku bi têkoşîna 50 salan hatiye bidest xistin heye. Divê jin dîroka xwe hîn bibin, hişyariya xwe xurt bikin û perwerde û rêxistinbûnê esas bigirin. Di seranserê dîrokê de berxwedana jinan her tim bênirx hat dîtin. Peywireke girîng e ku mirov vê berxwedana ku jiyanê diparêze wateyek xurt û bi nirx dide, ji hêla siyasî ve temsîl bike.

Her jinek bêrêxistin dibe hedefa pergalê û şîdeta mêran; divê ew ji têkiliyên girêdayî û evînên direwîn ku wê bêhêz dike, dûr bisekine. Îro, bi hezaran jin bi şîdetê re rû bi rû ne û zarok hîn bêtir bêparastin in. Ji ber vê yekê, xweparastin hem mafek a hebûnê ye û hem jî peywir e.

Hêza parastina jinên Kurd Star e; ew hem navê rêxistina gerîla ye û hem jî hêza afirîner û jiyanê ya di hundirê her jinê de ye. Divê her jin bi derxistina hêza xwe ya Starê xwe biparêze û xwe ji rehma mêran re nehêle. Her çiqas ev serdem rastiya herî hov û kujer a serdestiya baviksalar di nava xwe de bihewîne jî, di heman demê taybetmendiya serdema azadî û jinê ya ku xwe dispêre rizgarî û rêxistinbûyîna jinê jî vedihewîne. Ev yek jî tenê bi rêxistin û têkoşînê mimkun e. Ev pêvajo ji her demê bêhtir têkoşîn û rêxistinbûnê dixwaze. Bêyî xemsariyê, divê em vê têkoşînê bi rêya xwerêxistinkirin û çalakiyan berfireh bikin; divê em bi vî rengî bersiva ruhê 25’ê Mijdarê û 27’ê Mijdarê Roja Vejînê bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Ermenistanê tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re ‘Bi banga Rêber Apo re pêvajo bi ser ketiye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Careke din cezayê ‘Kurdî’ li Amedsporê hate birîn

PFDK'ê ji ber gotinên bi Kurdî yên reklama li ser sînga forma Amedsporê cezayê pere…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da û got, “Pirsgirêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin

Di lêpirsîna li hemberî saziyên ziman de 13 kesên îfadeya wan a dozgeriyê hat girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?