Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hevrêyên Cîhan û Nazim: Em ê kevneşopiya çapemeniya azad dewam bikin
Rojava

Hevrêyên Cîhan û Nazim: Em ê kevneşopiya çapemeniya azad dewam bikin

Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û gotin, têkoşîna çapemeniya azad wê dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê û berxwedana li hemberî van êrîşan dişopandin, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 19’ê Kanûnê şehîd bûn. Hevrêyên rojnamevan ên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan diyar kirin ku wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin û her ku êrîş zêde bibin ew ê jî têkoşîna xwe mezin bikin.

‘PÊŞENGÊN DEMA ZEHMET BÛN’

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Arîn Siwêd: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema herî zehmet de hevrê Cîhan û Nazim timî li refên pêş bûn, li eniyê têkoşiyan. Pêşengên dema zehmet bûn. Dema ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk ji cîhanê re radigihandin, li eniyên pêş têkoşîna şervanan digihandin gelên cîhanê. Bi kamerayên xwe qala berxwedanê kirin, bi nûçeyên xwe derbasî nava rûpelên dîrokê kirin. Ji bo karibin komkujiyan, polîtîkayên qirkirinê nîşan bidin, canê xwe feda kirin. Fedakariyeke mezin kirin. Nazim û Cîhan ji bo jiyaneke bi rûmet a gel bêteredût canê xwe feda kirin. Ji vê wêdetir nîne. Ji bo hêjayî herdu hevrêyên xwe bibin em ê jî çapemeniya azad mezin bikin. Ev yek wezîfe û berpirsyariya me ya bingehîn e. Em ê ala hevrêyên xwe yên rêwiyên heqîqetê hil bidin û kamerayên wan li erdê nehêlin. Şehadeta wan wê ji bo me bibe soza tolhildanê.

‘NEDAN PEY A HÊSAN, HER TIM BERÊ XWE DAN A ZEHMET’

Rojnamevan Zinar Cafer: Li herêma me li dijî mirovahiyê sûc tê kirin. Dewleta Tirk êrîş bir ser du hevrêyên me yên rojnamevan ku êrîşên wan ên hovane dişopandin û propaganda derewîn deşîfre dikirin. Herdu hevrêyên me ji bo heqîqeta Şoreşa Rojava ragihînin kedeke mezin dan. Armanca wan a bingehîn eşkerekirina heqîqetê bû û ev yek kirin. Bi kamera û pênûsên xwe bûn dengê heqîqetê. Bi kamerayên xwe li ber êrîşên dewleta Tirk sekinîn. Kameraya wan bû dengê heqîqeta li herêmê. Di nava şert û mercên herî giran de rojnamevanî kirin. Nedan pey a hêsan, her tim berê xwe dan a zehmet. Ji ber ku rûyê rast ê dewleta Tirk raxistin pêş çavan, bûn hedef. Hevrê Cîhan û Nazim bila rehet razên, hevrêyên wan ên rojnamevan wê xwedî li keda wan derkevin û armancên wan pêk bînin. Êrîş çiqasî giran jî bin wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin.

‘DEWLETA TIRK ÇAPEMENIYA AZAD LI HEMBERÎ XWE WEKE GEFEKÊ DIBÎNE’

Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm: Dewleta Tirk bi dehan caran êrîş bir ser hevrêyên me yên rojnamevan. Ne pêwîste mirov dema gelekî kevn bi bîr bixin. Dewleta dagirker 23’ê Tebaxa 2023’an bombe li wesayita kedkarên çapemeniyê yên Jin TV barandibû. Di encamê de Necmedîn Faysal Hecî Sînan şehîd ketibû, Delîla Gabar bi giranî birîndar bûbû û destekî xwe winda kiribû. Yek armanceke hevrêyên me yên rojnamevan heye, ew jî ragihandina dengê gel e. Ji van êrîşan careke din hate fêhmkirin ku delweta Tirk kedkarên çapemeniya azad, rojnamevanan weke gefekê li hemberî xwe dibîne. Hevrêyên me Cîhan û Nazim şahidên cidî yên berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bûn û ev berxwedan radigihandin. Têkoşîna ku dihate kirin kêlî bi kêlî bêtirs dişopandin. Dewleta Tirk bi van êrîşan wê nikaribe encamê bi dest bixe. Bersiva me ya li hemberî her êrîşê wê hîn xurt be û em ê serî li ber dewleta Tirk netewînin. Li hemberî êrîşên ku dikevin ber sûcê şer divê nerazîbûneke hîn mezin bê nîşandan. Bi sedan sazî hene ku qala mafên rojnamevanan, mafên mirovan dikin. Divê li ber van sûcên şer rabin û bi berpirsyariya xwe tevbigerin.

‘BÛN DENGÊ PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK’

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rênas Remo: Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne cara yekê ye. Ji roja ku DAÎŞ’ê êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vir ve dewleta Tirk êrîşî hevrêyên me yên rojnamevan dike. Piştî ku hebûna fîzîkî ya DAÎŞ’ê hate bidawîkirin, dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên êrîşa li dijî rojnamevanan dewam kir. Ji bo rastiya şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê ragihandin, şoreş pêk neyê rojnamevanên ku şopdarên heqîqetê ne qetil dike. Rojnamevan bûn dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Biratiya gelan ji cîhanê re ragihandin û paradîgmaya neteweya demokratîk ji gelan re ragihandin. Dewleta Tirk dixwaze heqîqeta li herêmê negihêje gelan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Eyn Îsayê 2 çete hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Mîrateya Nazim û Cîhan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK’ê hebûna xwe nas kir

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Bawer Kobanê û Zeryan Rênas diyar kirin ku wan bi PKK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyeyê çalakiya ji bo Helebê

Xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmanieyyê, êrişên çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz bi çalakiyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Şehîd Raid Beşîr El Nezal li Reqayê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Raid Beşîr El Nezal bi tevlîbûna sedan kesan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?