Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ a ku bi beşdariya 250 jinan bi pêşengiya TJA’yê ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, dewam dike. Hevşaredarên Dersim, Êlih, Mêrdîn û Wanê di beşa bi pêşengiya jinan de daxwaza aştî, demokratîkbûn û azadiyê anîn ziman.
‘MAFÊ HÊVIYÊ ŞERTEK NÎNE, LÊ PÊWÎSTIYEK E’
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan anî ziman ku yek ji armancên wan ên herî girîng bicihanîna mafê hêviyê ye. Bîrsen Orhan diyar kir ku ji bo pêvajo nexitim e û bi lez bi pêş ve biçe pewîstî bi vê gavê heye û got, “Em dibînin ku mafê hêviyê şertek nîne, lê belê pêwîstiyek e. Nêzî salek e pêvajo tê meşandin, lê belê hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Avabûna komîsyonê, guhdarîkirina li hin saziyan girîng e, lê belê bi hezaran bûyer hene, mirov hene ku divê li wan bê guhdarîkirin. Dawiya dawî divê li aktorê sereke yê vê pêvajoyê bê guhdarîkirin.”
‘DIVÊ DAWÎ LI DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ BÊ ANÎN’
Bîrsen Orhan her wiha destnîşan kir ku divê mafên zimanê dayikê û çandî bi destûra bingehîn bêne ewlekirin û got, “Mafên me yên kolektîf ên weke zimanê me yê dayikê divê bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Hevşaredarên me yên ku qeyûm li şûna wan hate bicihkirin divê li wezîfeya xwe vegerin, dawî li desteserkirina îradeya hilbijartî bê anîn. Ev yek ji daxwazên me yên bingehîn e. Ev ne tenê ji bo şaredariyên ji DEM Partiyê, ji bo hemû şaredariyên îradeya wan hatiye desteserkirin derbas dibe. Her wiha naskirina sîstema me ya hevserokatiyê ji bo temsîliyeta jinan divê pêk were. Tevlîbûna jin ên ciwan a zêde nîşan dide ku hêviya ji bo aştiyê ya paşerojê gelekî xurt e.”
‘DEMOKRASÎ BI POLÎTÎKAYÊN QEYÛM NABE’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku daxwazên wan zelal e, divê mafê hêviyê bi cih bê anîn, Abdullah Ocalan karibe bi komîsyonê re hevdîtinê bike û got, “Li gel vê yekê divê gelê Kurd bi ziman, çand, dîrok û cografya xwe bê naskirin. Eger qala Tirkiyeya Demokratîk tê kirin, hingî desteserkirina îradeya gel bi destê qeyûman nakokî ye. Ji bo desthilatdarî karibe dengê pêbaweriyê ji civakê werbigire divê tavilê dawî li kiryara qeyûm bîne, rêveberiyên xwecihî radestî hilbijartiyên gel bike.”
Hevşaredara Bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî bal kişand ser têkoşîna jinan. Neslîhan Şedal anî ziman ku jin bi xurtî xwedî li banga aştî û civaka demokratîk a Ocalan derdikevin û got, “Têkoşîna azadiyê ya jinan ne nû ye; bi salan e jin ji bo azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin. Bi taybetî jinên Kurd hem xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikevin, hem jî li îrade û nirxên xwe yên civakî. Ji bo azadiya girtiyên siyasî û demokratîkbÛna civakê şertê bingehîn azadiya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan e.”
‘DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE EM XWEDÎ GOTIN IN’
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku azadiya Ocalan ne tenê daxwazeke şexsî ye, tê wateya azadiya gelan û jinan û got, “Perspektîfa Birêz Ocalan gelekî zelal e: Ji bo azadiya civakan divê jin azad bibin. Gelên cîhanê îro xwedî li vê perspektîfê derdikevin. Em jin di avakirina aştiyê de xwedî gotin in. Pêwîstiya bingehîn a vê jî azadiya Abdullah Ocalan e. Ji bo Kurdî bibe xwedî statu, ji bo astengî ji pêşiyê bê rakirin, ji bo azadiya girtiyên siyasî û hurmeta li îradeya gelan em ber bi Enqereyê ve dimeşin.”
‘JINÊN KURD BI SEDAN SAL IN ROLA XWE DEWAM DIKIN’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî işaret bi rola jinan a di pêvajoyê de kir û got, “Jinên Kurd herî zêde piştgirî dan vê pêvajoyê. Jinan li gel zext û êrîşan jî bi hemû rolên berxwedanê rabûn û bi vî rengî jiyana xwe dewam kirin. Îro jî bi heman bawerî û biryardariyê xwedî li pêvajoyê derdikevin. Jİ bo jiyaneke di nava aştî û demokrasiyê de ber bi Enqereyê ve dimeşin.”
Devrîm Demîr bal kişand ser armancên meşê û got, “Em ji bo mafê hêviyê dimeşin. Jİ bo naskirina mafan û daxwazên welatîbûna wekhev dimeşin. Em daxwaza aştî û yekîtiyê dikin. Di vê pêvajoyê de divê îradeya gel bê naskirin, dawî li polîtîkayên qeyûm bê anîn. Em ji bo van daxwazan dimeşin. Di vê pêvajoyê de em israra gel a ji bo aştiyê dibînin. Meşa me meşa azadiyê ye. Em ê teqez bigihêjin vê azadiyê.”