Hevserokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya pêvajoya bi banga Rêber Apo û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê destpê kir, ji ANF’ê re nirxand. Kaya diyar kir ku nêzîkatiya hikumetê dûrî nirxandina vê firsendê ye û got, “Refkleksên li ser esasê ewlekariyê, li pêşiya gavên demokratîk û diyaloga siyasî ya ji bo paşerojê dibe asteng. Di çarçoveyeke ewçend teng de pêkanîna aştiya civakî li aliyekî, dibe ku bibe sedema tepisandin û kûrkirina pirsgirêkan.”
Kaya got, “Gava ku PKK’ê ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî avêtiye, wê rêyê xurt dike ku meseleyê bixe ser zemîna siyasî û çareser bike. Ev yek hem ji bo dewletê hem jî ji bo civakê werçerxek e. Lê belê em êdî hîn bûn ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Çareseriya rasteqîn bi avakirina pergaleke demokratîk dibe ku bersivê bide daxwazên siyasî, çandî û civakî yên Kurdan.
Pirsgirêka Kurd ne tenê siyasî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî ye. Bi sûcdarkirina hev, gotinên dûrxistinê, yan jî bi refleksên neteweperestiyê wê zerar li avaniya civakî bê dayin. Zimanê ku li medya û siyasetê tê bikaranîn tansiyonê danaxîne, lê bilind dike û li pêşiya pêvajoya çareseriyê astengiyeke cidî ye. Mînak, di dema pêvajoya çareseriyê de gavên erênî yên hatin avêtin (Mutabaqata Dolmabahçeyê, hewldanên gavên demokratîk) bandoreke cidî li nava civakê kir, lê belê helwesta hişk û hevnegirtî ya piştre hate nîşandan, bawerî hejand. Divê ji vê tecrûbeyê bê hînbûn ku qada nîqaşê ne li ser dijminkirinê lê li ser zemîneke pirrengî û empatiyê bê rûniştandin.”
Kaya got, astengiya herî mezin li pêşiya çareseriyê ew e ku pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya ‘ewlekarî’, yanî ‘qedandina terorê’ de bê nîqaşkirin û anî ziman ku ev nêzîkatî ji bo jinedîtî hatina daxwazên mafdar û berfireh ên gelê Kurd tê bikaranîn. Kaya ragihand ku bicihkirina pirsgirêka Kurd li nava nîqaşên li ser bingeha tundiyê, hewldaneke polîtîk e û got, “Gotina ‘Tirkiye ya bê teror’ bi zanebûn an jî nezantî ji bo krîmînalîzekirina daxwazên gelê Kurd tê bikaranîn. Halbûkî beşeke gelekî mezin a gel dixwaze tundî bi dawî bibe, lê di heman demê de ji bo mafên bingehîn ên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên xwecihî, edaleta di temsîliyeta demokratîk de têdikoşe. Nêzîkatiya ku van herdu rastiyan bi hev re nabîne wê neçareseriyê ji nû ve bi xwe re bîne.”
Kaya destnîşan kir ku ji bo çareseriya meseleya Kurd divê beriya her tiştî mesele weke pirsgirêkeke li ser bingeha maf bê dîtin û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoya nû divê her kes di çarçoveya demokratîk de tehemûleke mezin nîşan bide. Kaya ev bang kir, “Dema ku em tê de ne hem xwedî firsend e hem jî xwedî rîsk e. Bi dijberiya siyasî, refleksên ji nişka ve, gotinên ewlekarîperestiyê ev pêvajo dikare bê têkbirin. Ji ber vê yekê her kes, bi taybetî aktorên siyasî divê bi berpirsyarî û wêrekî tevbigerin. Çareseriya rasteqîn ne bi çekên bêdengkirî, lê bi siyaseta diaxive, bi wekheviya gelan dibe.”