Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncar Bakirhan bi Delegasyona YE’yê û nûnerên dîplomasyê yên 31 welatan ku DYE, Fransa, Brîtanya, Elmanya, Japonya, Awûstûrya, Spanya, Belçîka, Komara Çek, Yewnanîstan, Portekîz û Brezîlya jî di nav de ne li Enqerê hevdîtin kirin. Hevdîtina ku ji aliyê hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Ebrû Gunay û Berdan Ozturk ve hat birêxistinkirin rastî eleqeyeke mezin hat.
Di hevdîtinê de Tulay Hatîmogullari axivî û bal kişand ser pêşketinên li Sûriyeyê û wiha got, “Erka me niha ew e ku em pêvajoya derbasbûnê ya aştiyane û rêveberiyek ku bikaribe hemû aliyan di nava xwe de bihewîne pêk bînin.” Tulay Hatîmogullari, êrîşên li dijî Kurdan jî bibîr xist û diyar kir ku modela ku Kurdan ava kiriye modela herî rastbîne û destnîşan kir ku bi êrîşan armanc dikin ku vê modela çareseriyê ji holê rabikin. Tulay Hatîmogullari got, “Divê statuya Kurdan bê naskirin, derfet bê dayîn ku bi gelên din re wekhev bijîn.”
Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku nûçeyên êrîş û komkujiyên li dijî Elewiyan DEM Partiyê jî dixe nava fikaran. Her wiha Tulay Hatîmogullari, da xuyakirin ji ber biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûra Bingehîn nayên bicih anîn kesayetên wekî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay û Osman Kavala hê jî di girtîgehê de ne û got ku ji bo ku ev kiryarên nehiqûqî ji holê bên rakirin divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe.
‘DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN’
Bakirhan, jî siyaseta navxweyî nirxand û got ku Tirkiye ji helwesta rêveberên cîhanê cesaret digire û zext li dijî aliyên muxalîf pêk tîne. Bakirhan, bal kişand ser rewşa Demîrtaş, Yuksekdag, Atalay û Kavala û diyar kir ku divê di vî alî de gavek berbiçav bê avêtin. Bakirhan, li ser geşedanên ji 1’ê Cotmehê û vir ve jî nirxandin kir û anî ziman ku tevî hemû daxuyaniyên erênî jî êrîşên li dijî DEM Partiyê û şaredariyên wê dewam dikin. Bakirhan, bal kişand ser rola Rêber Apo û da xuyakirin ku ev rol ji aliyê derdorên herî mûxalîf ên weke MHP’ê ve jî tê qebûlkirin û got lewma divê tavilê tecrîd were rakirin. Bakirhan, destnîşan kir ku divê hemû derdorên pêwendîdar hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê di çarçoveya rêgezên gerdûnî yên demokrasî û hiqûqê de nêzî pêşketinan bibin.
Hevdîtin piştre bi pirs û bersivan dewam kir.