Hevdîtinên heyeta KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê didome. Heyetê îro li Silêmaniyê li gel nûnerên Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê civiya.
Di civînê de li ser giringiya piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re, her wiha amadekariyên ji bo lidarxistina konferansa şêwra neteweyî û pêkanîna yekdengiya hêzên Kurdî axivîn.
Her wiha di civînê de hat gotin ku pêwîste di vê rewşa heyî de Kurd bikarin derfetan di berjewendiya xwe de bikarbînin û di guhertinên li herêmê rû didin de bibin aktorek sereke.
Şandeya KNK’ê zêdetirî du heftene li Başûrê Kurdistanê bi gelek partî û saziyên ragihandinê re hevdîtinan dike.