Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihand ku cara destpêkê hikûmetê rasterast bi HTŞ’ê re peywendî çêkiriye. Hikûmeta Elmanyayê bi şandeya dîplomatîk a şandî Şamê re, li gel rayedarên HTŞ’ê hevdîtin kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ragihand ku di hevdîtinan de pêvajoya li Sûriyeyê û parastina bermahiyan, hatiye nîqaşkirin.
Berdevk destnîşan kir ku ji bo ku li Şamê nûneriya dîplomatîk veke, xebat tê meşandin. Hat ragihand ku şandeya dîplomatîk, nûnerên civakên Xristiyan û civakên sivîl ên li Sûriyeyê jî wê hevdîtinê bikin.
Berdevk got, “Em kar û xebatên HTŞ’ê û hikûmeta derbasdar a bi piştevaniya HTŞ’ê ji nêz ve dişopînin. Dikare were gotin ku heta niha bi baldarî tevgeriyan e.” Berdevk diyar kir ku Sûriye divê nebe piyonê hêzên biyanî û divê nebe qada ceribandinê ya hêzên radîkal jî.