Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) û Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Cezayê de (CÎSST) têkildarî “binpêkirina mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bike rojeva xwe daxuyanî hat dayîn. Gelek parêzer û nûnerên saziyan tevlî civînê bûn.
Endama Navenda OHD’ê Ebrû Akkal li ser navê saziyan daxuyanî da. Akkal bal kişand ser biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di 18’ê adara 2014’an de der barê Ocalan de dabû û got ku li gel 10 sal bi ser biryarê re derbas bûne jî lê Tirkiyeyê ji bo encamên binpêkirinê ji holê rabike tu sererastkirinên yasayî nekiriye. Akkal da zanîn ku wê Komîteya Wezîran di meha îlonê de civîna xwe li dar bixe û li ser biryara DEMM’yê ya ku der barê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de daye bisekine û dîsa Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bike.
Akkal destnîşan kir ku Tirkiye ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê soz daye, lê belê berpirsyariyên xwe yên der barê biryarên ku hatine dayîn de bi cih neanîne û got: “Tevî ku 10 sal derbas bûne jî di nav de serlêder jî hene bi hezaran girtî ji mafê xwe yê hêviyê bêpar mane. Ev rejîma cezakirinê ya ku bi eşkereyî binpêkirina biryarên DMME’yê ye, bi cezayên giran û tund re rû bi rû dimîne. Mixabin Tirkiye guhertin û tedbîrên ku qedexeya serbestberdana bi şert a heyî ji holê rabike û binpêkirinên di nav de bi dawî bike, nake. Planên çalakiyê yên ku gelek caran amade kirine, her wiha di rapora xwe ya pêncemîn a ku pêşkêşî Komîteya Têkoşîna li dijî êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye, nîşan dide ku ew naxwaze rewşê sererast bike. Nîşanek eşkere ye ku Tirkiye bi lez û bez ji pabendbûna xwe ya bi demokrasî û hiqûqê dûr dikeve. Tirkiye normên gerdûnî yên mafên mirovan ji nedîtî ve tê û xwe jê dûr dike.”
Akkal, da zanîn ku biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dê bandorê li hezaran kesan bike û bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku tavilê li gorî biryarên DMME’yê û şîretên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê tevbigere. Akkal, ji Komîteya Wezîran ev daxwaz kir:
“*Têkildarî hejmara kesên heta niha bi cezayê muebbeta girankirî hatine cezakirin, hejmara kesên her sal bi cezayê muebbeta giran tên cezakirin, salên biryarên têkildarî mijarê teqez bûyî û hejmara salên kesên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di girtîgehê de derbas kirine, weke daneyên îstatîstîkî ji Hikûmeta Tirkiyeyê bixwazin.
*Bang li Tirkiyeyê bikin ku ji bo guherandina qanûnên ku rê nadin di hinek sûcan de şertê berdana bikontrol bikeve meriyetê, gavan biavêje û di qanûnan de guherînan çêbike.
*Ji bo Tirkiye biryarên Ocalan 2, Kaytan, Gurban û Boltan bicih bîne bêhtir lêkolîn bikin û heke heta wê demê gavên şênber neyên avêtin, ji Sekreteryaya Komîteya Wezîran miswedeya biryara navberê bixwazin.
*Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê Giştî yê Komîteya Wezîran, di çarçoveya Deklarasyona Reykjavîk de ji bo cîbicîkirina biryaran û xurtkirina guftûgoya siyasî ya bi muxatabên neteweyî re û ji bo tevdîrên şexsî û giştî peywirdar bikin ku ji rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê re nameyan bişînin.”
Piştî Akkal, Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci axivî. Bakkalci, wiha got: “Mafên her kesî hene û nabe kesek rastî binpêkirinan were. Mijareke ewqas zelal û hewcehî bi dirêjkirinê nîne. Divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Tu wateya israra di vê de nîne. Ev rewşa bi sala ye didome, nayê qebûlkirin. Zû an jî dereng ev meseleye dê were çareserkirin.”
Serokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî bal kişand ser serlêdanên gelek saziyên maf û hiqûqê yên têkildarî Ocalan û wiha got: “Serlêdana me ji bo komîteyê kiriye; di esasê xwe de qonaxeke bê ka dê mekanîzma û saziyên navneteweyî hebûna xwe ji dil bidomînin an na. Biryareke 10 sal berê hatiye dayin heye lê hêj di hiqûqa navxweyî de guhertinek nehatiye kirin. Ev jî gumaneke mezin li ser hebûna wê saziyê çêdike. Di mijara bicihanîna biryarê de siyaseta navxweyî û hevsengiyên navneteweyî diyarker in. Îktîdar, bi neavêtina gavan re di polîtîkaya şer de israr dike û civakê hem ji hêla polîtîk ve hem jî ji hêla civakî dirizîne. Divê li gorî heqîqeta vê xakê gav bên avêtin û çareserî bên pêşxistin.”
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Îbrahîm Halîl Vargun jî bal kişand ser PMME’yê û ev tişt anî ziman: “Divê li gorî peymanê tevbigerin. Tirkiyeyê taahûda vê daye lê li gorî peymanê tevnagere. Ev jî tê wê wateyê ku hiqûqê nas nakin. Heke girtiyek tenê rojekê jî hesta ku tu caran ji girtîgehê dernakeve bijî, ev yek li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye. Divê hikûmet û daraz tavilê van biryaran bicih bînin. Em ê vê bişopînin.”