- Wê salê dise kuramên Hiseyn hatibûne gund. Di destê Abuzer de Iphoneya nû hebû û Turabî jî hewaya Ipoda xwe di avêt.
Feqire Hiseyn ji qehra difetisî. Wê havîne apê Hiseyn li gund sê rojan dirêj ma bû. Ne ji ber ku tirba biraye xwe çêke,li bajêr ersa kiribû û ji bo ewraqên ersê ên fermî abukat sê roj jê xwesti bûn. Apê Hiseyn ew sê roj jî li gund bê mesref derbas kiribû. Ew çar sal û sê meh û çardeh roj derbas bûbûn ku bavê hisyen rehmet kiribû. Di zemanê xwe de bavê Hiseyn gellek alîkarî dabû Malbatê. Lê roja ku laşê kurê wî ê mezin di telîs de dane bi rojeke dilê wî germ bûbû û sibeh nedîtibû!Dêya Hiseyn û du zarokên xwe li gund li ber çend donim darên qeyisiyan mabûn. Apê Hiseyn jî berê xwe dabû dabû Ewropa. Çi cara ku apê Hiseyn dihat gund xwîna Hiseyn dikelî û dixwest ew jî here Ewropa. Cara dawî cesarata xwe da hev û xwesteke xwe ji apê xwe re got. Piştî go Apê wî meseleya ersaya xwe hal kir rêya Almaya girt. Çar hezar û çar sed ewro jî dan Hiseyn ku pê were Ewropa. Hiseynê me çar mehan bi hewaya çûyina Ewropa dinava Gunde tûr avêtin. Di çardehê meha pênca de xwe avêt dawiya qemyoneke û duwanzdeh roj û heft saetan di rêya ewropa de ma. Mîza xwe di xwe di xwe de hişt û gûye xwe xwe di xwe de hişk kir. Roja ku gihaşt Ewropa karê Apê wî hingî zêde bû Hiseyn şeş saetan li kolanên xemilandî ji bîr kiribû.Na ne ku Apê wî berpirsiyarê mafên Kurdan ên Ewropa bû,çar dikanê wî ên Donerê li navênda bajêr hebûn û bû rojê xiyar û bacan û xasê ketibûn erzanîye. Ji bilî xiyar û firîngîyên erzan wê rojê di hişê apê Hiseyn de tiştek din tunne bû!Haya Hiseyn ji bayê felekê nebû. Wî ewropa bi çavên serê xwe nedîtibû. Hew haya wî ji kuramên wî hebû. Iphoneyên nû Ipadên Apple. Çend caran kuramên wî ên mezin jê re qala keçikên çavşîn yên Alman jî kiribû lê bala Hiseyn qet ne li ser çavşîna bû. Wî dixwest Iphoneke wî hebe û heger rojeke vegere gundê xwe hewaya xwe pê bavêje.
Roja ku Hiseyn mehkemeya xwe ya ilticayê çêkir fêm kir ku mesele ne Iphone ye. Almana bi bi sukura wî girtin û ew avêtin qampê. Xwe bi qurbana apê xwe kir ku wî ji qampê derxe. Lê apê wî ji tirsa jina xwe nikaribû tiştekî bike deriyê mala wî ji Hiseyn re girtîbû. Belengaze Hiseyn şeş meh û çardeh rojan di qampê de ma. Dema li gundê xwe bû dar av didan lê niha li qampê muhtacî qurtek av bû! Dawî ew şiyandin Heimek bajarê apê wî. Di ser re heşt meh û çardeh roj derbas bûn û ji mehkemeya Hiseyn bersiva terk kirina Almanya hat. Apê wî vê carê jê re Pênayeke(Kesên neçar û ku li kolanan radizin) ku diranê wê weşiyanê jê eyar kir û pê da zewicandin. Jinik ji heşt mêran sêzdeh zarokên wê hebûn û her zarokek ji dewletê dabû malbetek din. Hiseyn neçar ma bi vê jinikê re zewac bike go li Almanya runiştine bistêne. Di dawî de Hiseyn zewaca xwe kir û di dikana apê xwe ya donerê de dest bi kar kir. Hiseyn rojê duwanzdeh saet û çil deqîqe doner jê dikir û pivaz hûr dikir. Di navbera jêkirina donerê de pelek cigara dipêça û destê xwe li qaba xwe dida. Her meh heştsed û çardeh euro dijimart destê jinike. Ew jî ji bilî her tiştî berdala mayîna wî ya li Almanya bû! Weki din jî her şev piştî donerê kuçike jinike li parka bajêr derdixiste tilawetê. Neçar bû dinav cihê jinikê de razê lê dikir û nedikir dilê nedi bijiaya jinike.
Hiseyne pepuk ev serenomî bi giştî neh sal û çardeh rojan berdewam kir. Feqîro neçar bû her şev bêhna devê jinika bê diran bikişine û her şev li parkan li benda gûye kuçikê jinike bisekine.Roja ku dewleta Almana runiştin li ser kar dan Hiseyn karê wî ê herî pêşi berdana jinê bû .Bi Almaniya xwe ya fesîh nameyek ji dewletê re nivîsand û tekiliya xwe ji jinike qut kir. Di heftiya çaran de di febrîqeyeke ku çarsed çardeh kilometr ji apê xwe dûr ji xwe re karek dît û dev ji dikana donerê ya apê xwe berda.Wê demê jî Apê Hiseyn li Antalya li ser kirîna arseyek din bû. Lê apê Hiseyn çar hezar û çarsed euroyên xwe ji bîr nekir û dest deyna ser erdê wanî qeyîsiyan ên welêt!