Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ku tevlî 62’emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya li Elmanyayê bû, di bernameyeke taybet a Jin TV’yê de bersiv da pirsên Aysel Avesta. Îlham Ehmed diyar kir ku ew li ser vexwendinê wekî şandeyeke ji Rojava tevlî konferansê bûne û wiha got:
“Em cara ewil tevlî vê konferansê dibin. QSD’ê di vê konferansê de amade bû. Wateyek vê heye. Têkoşîna azadiya Kurd bi salên dirêj rastî êrîşan ma, hat înkarkirin. Îro temsîlkirina vê di vê civînê de xwedi wate ye. Ji bo parastina nirxên me, şoreşê û mafên Kurdan û parastina destkeftiyên heta niha di Sûriyeyeke demokratîk de bên parastin,hewce bû ku em werin cem hev û danûstandinan bikin hebû. Hilweşîna rejîma kevin û avakirina rejîma nû di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de guhertinek çênekir. Her kes ji bo aramiya Sûriyeyê hat cem hev, lê ew aramiya dihat xwestin nehat bidestxistin. Bi beşdarbûna vê konferansê re em di ji nû ve avakirina Sûriyeyê de jî hene û şirîkê Sûriyeyeke nû ne. Di her civîna ku me li dar xist de, me derbarê parastin û mafên Kurdan de hişyarî da.”
Îlham Ehmed nêrîna Tirkiyeyê li ser beşdarbûna şandeya Rojava ya ji bo konferansê nirxand û got, “Heta niha nêzîkatiyek wan a neyînî tune bû. Ev yek me kêfxweş kir. Em bi Tirkiyeyê re cîran in. Bi salan e pirsgirêkên cidî hene. Ji ber îro helwestek wan a neyînî çênebû me kêfxweş dike. Rayedarên Tirkiyeyê di konferansê de hebûn, bi taybetî jî MÎT. Mijara entegrasyonê di rojeva konferansê de bû. Ji bo ku entegrasyon serkeftî be, pirs û nîqaşên yekem her gav li ser entegrasyonê bûn. Em bi hin welatan re nîqaşan dikin. Hemû dewlet vê entegrasyonê dişopînin. Ger ew çêbibe, ew ê bandorek erênî li ser welatên cîran bike. Bi taybetî ew ê bandorê li Tirkiyeyê û pêvajoya li wir bike. Gelek welat pêşketinên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.”
DORPÊÇA LI SER KOBANÊ
Îlham Ehmed têkildarî pirsa tevî ku peymana di navbera HSD û Şamê de heye jî dorpêçkirina Kobanê hîn didome de wiha axivî: “Me li vir bi şandeya Şamê re jî hevdîtin kirin. Me ev mijar anîn ziman. Entegrasyon hîn bi tevahî nehatiye bicîhanîn. Hîn jî hin xal hene ku werin çareserkirin. Me hem li ser wan xalan û hem jî li ser dorpêçkirina li ser Kobanê nîqaş kir. Divê ev dorpêçkirin demildest bi dawî bibe. Di entegrasyonaAsayîşê de hin pirsgirêk hene. Ev normal e; dibe ku carna hin pirsgirêk derkevin holê. Ya girîng ew e ku rêyên diyalogê vekirî bimînin. Di peymanû de xalên pêwîst hene. Dibe ku di bicîhanîna wan de hin astengî çêbibin, lê ev dikarin bi nîqaşê werin derbaskirin. Ji bo ku dorpêç bi dawî bibe, divê artêşa Sûriyeyê ji eniyan vekişe. Ev pêvajo li Kobanê giran dimeşe. Ez bawer dikim ku piştî van hevdîtinan, ev pirsgirêk jî dê werin çareserkirin.”
SÛRIYEYA NÛ
Îlham Ehmed behsa rewşa bajarên wekî Efrîn û Serêkaniyê yên di bin kontrola Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dike, kir û got, “Li ser vê yekê hin nîqaş hene. Ji bo her kes bikaribe vegere mal û erdên xwe, divê komîteyek were avakirin. Divê ewlehiya her kesê ku vedigere malên xwe were misogerkirin. Divê ev yek pêk were ku mirov bikaribin vegerin malên xwe.”
Îlham Ehmed li ser sîstema ku piştî entegrasyonê derdikeve holê jî rawestiya û wiha domand: “Em hîn jî li hin qada li formulan digerin. Di sazî û rêxistinên asta jêrîn de gelek guhertin çênabin, lê nîqaşên li ser ka saziyên asta jorîn çawa werin avakirin hîn jî berdewam dikin. Wê YPJ bi kîjan rengî di nava pergalê de cih bigire wêdetir, ya girîng parastina jinan e. YPJ niha xwe di nav tûgayan de birêxistin dike. Hin nêrîn pêşniyar dikin ku divê ew tevlî hêzên ewlehiya hundirîn de bin. Nêrînên cûda hene. Ya girîng ew e ku jin beşdarî parastinê bibin û hebin. Li bajarên ku Kurd lê dijîn gelek sazî û rêxistin hene. Di peymanê de xalên derbarê berdewamkirina xebata van saziyan hene. Piştî tayînkirina Waliyê Hesekê, pêvajoya fermîkirina van sazî û rêxistinên heyî jî dest pê kiriye.”
MAFÊ PERWERDEHIYA KURDÎ
Îlham Ehmed behsa xebata derbarê perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Rojava jî kir û got, “Di biryarnameyekê dê hefteyê du saetan wekî dersa bijarte were dayîn cih digire. Me di civîna ya bi Şara re de jî anî ziman. Me diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye, û divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Me got ku ne mimkûn e ku xwendekarek ku ewqas sal in bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dibîne, ji nişkê ve bi Erebî perwerdehiyê bibîne. Ev mafek e. Wan jî got ku ji bo ev mijar çêtir were fêmkirin divê covînek were lidarxistin. Me ev yek ji şandeya ku me di konferansê de pê re hevdîtin kir re ragihand. Divê du şande werin avakirin da ku li ser vê mijarê nîqaş bikin.
Îlham Ehmed behsa êrîşên li ser Paradîgmaya Neteweya Demokratîk kir û wiha pê de çû: “Di xebitandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de hin pirsgirêk hene, lê em nikarin bibêjin ku ev pergal tenê ji ber ku ev pirsgirêk çêbûne xelet e. Hin kes dema rexne dikin bi hestyarî nêzî wê dibin. Gelek kes ji bo vê pergalê şehîd bûn. Ji bo pêşerojek azad a zarokan şehîd bûn. Ne rast e ku meriv bibêje ku ji binî ve xelet e. Başûrê Kurdistanê di qonaxek wisa re derbas bû. Carinan ev tişt diqewimin. Ne rast e ku her tiştê ku hatiye kirin di carekê de were jêbirin. Divê ji vê yekê ders werin derxistin. Hin şaşî hene ku divê werin dîtin û sererastkirin. Bi salan e hewl tê dayîn ku di navbera Kurd û Ereban de şer were derxistin. Di vê nuqteyê de Kurd xwe ji her kesî qut bike tê wateya kuştina xwe. Ji ber vê yekê, êrîşên li dijî Neteweya Demokratîk divê dmeildest bi dawî bibin.”
‘DIVÊ JIN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derfetên nû ji bo jinan derdikevin holê. Sîstem diguhere, pergalên nû têne afirandin. Di van pergalên nû de derfetên nû derdikevin holê. Ev derfet ji bo jinan in. Ger jin ne rêxistinkirî bin, ev hemû derfet dê winda bibin. Vê carê, ew ê hîn bêtir paşde bimînin. Di vê nuqteyê de, jin hewce ne ku dengê xwe bilindtir bikin. Ne tenê jinên Kurd, divê hemû jin dengê xwe bilindtir bikin. Piştgiriya Rojava tê wateya piştgiriya hemû jinan. Jin hewce ne ku di vê nuqteyê de têkoşînê mezin bikin.”

