Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû amadekirin, Îmamoglu wek ‘serokê rêxistinê’ ya avahiya ku bi navê ‘Rêxistina Sûcan a Bi Armanca Berjewendî ya Îmamogl’ tê binavkirin, pênase kir.
Di îdianameyê de, dozgeriyê ji bo 143 sûcan ku di nav de ‘avakirin û birêvebirina rêxistinê’ û ‘dayîn û wergirtina bertîlê’ jî hene ceza xwest. Serdozgeriya Komarê, diyar kir ku lêpirsîn ji bo hin gumanbaran hê jî didome.
JI BO GIRTINA CHP’Ê SERLÊDAN
Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li gorî xala 69’an ji bo girtina Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP) serî li dadgeha bilind da. Hat diyarkirin ku serlêdan bi îdîayên di dosyaya lêpirsînê ya li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hatiye girêdan.

