- Ji xweparastinê heta aboriyê, ji perwerde heta siyasetê, ji dîplomasî heta çand û hunerê, ji xwerêvebirinê heta zanistê di her qadekê de perspektîf û daneheveke dîrokî û ya rojane li ber deste. Di vê qelîştoka dîrokî de şênkirina hişmendiya azadiyê ku şayanê mirovahiyê ye serberziya herî bi wateye.
Mohra bangawaziya dîrokî ya Rêber APO û bandor û karîgeriya bangawaziyê her diçe berfireh û kurtir dibe. Guhertineke di asta hişmendî û pratîkê de dike ku ev vegûhertinê bi her aliyekê bide çêkirin. Dinyaya roja me ya îro ji ezmûneke şerê pir dijwar derbas dibe. Bi xwe re trajediyên ku tîne, her roj û kêlî nirxê paradîgmaya Rêber APO îspat dike. Di nav geremola heyî de, avakirina hişmendiya aliyê mirovahî û jiyanê avakirina hêviya dîrokî ya serdemî ye.
Ji ber ku armanc bi temamî bi dest neketine şerên hegemonan her berdewame. Cephe ava dibin û di şênberiya her qadekê de ev cephe digûherin. Asîmetriya şer, polîtîka û fişara pêkanîna berjewendiyên xwe dike ku teqezî çênebe û her di nav guhertinekê de bin. Di nav vê de bi taybetî li Îmralı pêşxistina aqlê Kurd ji hêla Rêber APO ve, li her çar perçeyan jî, hîmê esasî yên heqîqeta erdnîgariya Rojhilata Navîn ava dike. Ev yek hêz û aliyên dijber jî digûherîne. Li Tirkiyeyê hêzên dewletê yên norm û yên ji derveyî normê her kêlî di nav vê rastiya guhertinê de xwe çê dikin, îttîfaqan pêş dixin û pratika wê pêk tînin. Ji hêla gel ve daxwaz û piştgiriya pêvajoyê heye lê baweriya bi dewletê nîne. Fikara vê yekê di cihê xwe de ye, ji ber ku ezmûnên me yên bi êş û tahl van fikaran mafdar derdixin. Rasterast muxatabtiya Rêbertî ji hêla dewletê ve û bêfikar pêvajoyê bi Rêbertî re meşandin û ji bo vê jî avakirina derfetên jiyan û xebatê jiyaniye. Mînakên vê hatine ceribandin û ya rast jî divê wiha be. Lê dema ku em lê mêze dikin, aloziya di siyaseta Tirkiye de ku her roj bi bûyerên sosret bi rastî hêza aliyên derveyî normê û qurnaziya AKP a dixwaze ji vê rewşê ji bo xwe herî baş sud wergire nîşan dide.
Bi her awayî êrişa li ser destkeftiyên Kurd û ji bo ji holê rakirinê bi tevahî hêza xwe ve hewildana vê tunekirinê heye. Hebûna Kurd a li Rojava û bêyî hebûnê ferzkirina teslîmbûyîna ji çeteyên bermahiyên DAİŞê re polîtikaya sereke ya dewletê ye. Lê bi kiryarên ku ev deshilatdariya li Surî dike, bi her kesî dide fahmkirin ku divê çima em Kurd ji xwerêvebirina xwe dûr nekevin. Di nav hişmendiya tarî de ku ne cîh ji jinê re ne ji gel û baweriyan re û ne jî jiyanê re heye û her wiha ji çand û hunerê re qet cîh tuneye, bihevrebûn nabe. Parastina hebûna Kurd ne tenê di wateya fizîkî de ye, parastin û nîşandana hişmendiyekê ye ku di roja me ya îro de weke pêla hêviyê ye li Rojhilata Navîn.
Helbet divê ev hêvi di her qadekê de şênber bibe da ku karibe nirxên mirovahiyê li derdora xwe rapêçe. Ji xweparastinê heta aboriyê, ji perwerde heta siyasetê, ji dîplomasî heta çand û hunerê, ji xwerêvebirinê heta zanistê di her qadekê de perspektîf û daneheveke dîrokî û ya rojane li ber deste. Di vê qelîştoka dîrokî de şênkirina hişmendiya azadiyê ku şayanê mirovahiyê ye serberziya herî bi wateye.