- Êdî ew jin hene li ser ruyê erdê ku helbestan li xwe barkirine û dane ser rêya azadiyê. Şerê xwe bi helbestane li dar dixin û dêr li ser dêrên hev zêde dikin. Û helbest her berdewame, dêra helbestê ya ku em gihîştinê ‘Jin jiyan Azadî’ ye!..
Di şivereyeke dudirêj de, helbesteke ku her dêreke wê mil dabûn hev, weke xelateke jiyanê hatibû afirandin. Xelata herî nazenîn ya lêgerînê, helbesta qedîm bû. Xewna ku kulîlkê didît, xwe li ser şiverê neqişandibû. Darên ku kulîlk vedidan dêra herî bedew a helbestê û ya xewnê bûn. Û digot; ‘Ji berê ve hêviya dilê we me…’
Mirovê ku di dilê xwe de helbesta xwe nahewîne zuhaye, hinek jî nîvmirî. Temen serpêhatiyeke dijwar a daneheva vê helbestê ye. Çi serbilindiyeke, di helbesta te de û di serpêhatiya helbesta te de gav avêtin û meş. Çi serbilindiye ku di helbest û serpêhatiya helbesta min de hebûna havênê te yê wateyê heye.
Helbest di hebûna jinê de teyisandina xwezayê ye. Jina ku jiyanê dimeyand, yekemîn dêra helbestê bi dilê xwe, weke înciyekê neqişand. Û yekemîn wê dêra bêhempa berda nav kurahiya ew ava rozen. Piştre erd û esman, mirov û tevahî alemê bi aramiya helbestê rapêça. Tişta ku ji jinê difûriya ahenga ew ava rozen bû.
Demek ji deman li ser rûyê erdê kabeyeke helbestan hebû. Li ser bedena kabeyê helbest dihatin nivîsandin. Helbestyaran bi eşq çolên bê serî û bê binî didan ber xwe. Ji dêrên helbestan ji warên bêsînor re deriyê dilan vedibû. Dêrên helbestên jinê dîwêrên kabeyê radipêça herî zêde. Ew jinên ku ji çolê re bi niyeta duayan helbestan dixwendin, mifteya helbestê li ser bedena xwe dineqişandin. Deqên ku bi şîrê dayikê dihate meyandin, bi helbestê gyan didan remzên xwe yên qedîm.
Dêra yekem a helbestê kila çavê jinê bû. Helbesta dilê xwe bi vê kila çavan parast ji rastiya serdestiya bi xof. Bi heman kila reş her dêrekê bêtir biriqand di nav şevên tarî de.
Hin caran diweste helbest. Weke çemekê bi coş çawa ku piştî zivronekekê pêwistî dibîne bêhna xwe vede, hin caran helbest jî dixwaze vehese. Serê xwe daytîne ser kevirekî. Wê demê dilê xwe dide raza qedîm a ku di damarên kevir de veşartî. Guhê xwe dide wê raza ku bi hezaran sal di kevir de weke pistepistekê dibihîse. Û wê dêra ku di kevir de veşartî li ser xêzên kefa destê xwe, zêde dike û dibêje; ‘Şahidê sonda di navbera me de ev kevire ku çeman ji me re aniye…’
Dêra helbestyarê zanyar, bersiv bû ji zindanperestên azadiyê re û deriyan heta dawiyê vedikir û digot; ‘Helbest di wateya lêgerîna azadiyê de…’ Bi vî hawî heland tevahî deriyên hesinî û quflên ji pola. Û bi vî hawî xeyalek, remzek, dahatuyek û hêviyek dida destê me ku çiyayan digihand hevdû, didara mirovan çêdikir û ji têkoşanê ber bi azadiyê ve dibir.
Êdî ew jin hene li ser ruyê erdê ku helbestan li xwe barkirine û dane ser rêya azadiyê. Şerê xwe bi helbestane li dar dixin û dêr li ser dêrên hev zêde dikin. Û helbest her berdewame, dêra helbestê ya ku em gihîştinê ‘Jin jiyan Azadî’ ye!..