Cografya Kurdistanê bi sondajên petrolê, madenan, kanên xîzê, projeyên Santralên Hîdroelektrîkê (HES) bê nefes tê hiştin, bê mirov tê hiştin. Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan bi bîr xist ku li Şirnexê ji ber ku têkoşîneke topyekûn nayê meşandin xweza tê talankirin û destnîşan kir ku li dijî talanê divê xeta têkoşînê bê mezinkirin û nêzîkatiyeke rêxistinî bê nîşandan.
Ahmet Înan ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku gundên li Amedê yên li talana madenê rast tên di salên 1990’î de hatin valakirin û got “Ji bo gundên di salên 1990’î de hatin valakirin bi temamî bêne valakirin, cografya Kurdistanê bi polîtîkaya tinekirina bi madenê re rû bi rû ye. Bi taybetî gundên Pirejman û Heridan ên navçeya Pîranê di salên 1990’î de hatin valakirin û piştre kêm jî be gundî li warê xwe vegeriyan. Li cihê ku gund lê ne, beriya 15 salan madenê dest bi kar kir û bi vê yekê re nexweşiya kanserê û pişikê rû da. Gundên li herêmê bi temamî di nava projeyên madenê de ne. Ev yek asta herî dawî ya madenkariya hovane ya li Kurdistanê nîşan dide. Mafê stargeh û jiyanê yê mirovan tê binpêkirin. Bi vî rengî naxwazin mirov li vê derê bimînin Li herêma Kasor a navçeya Pasûrê jî şîrket li gel leşker û cerdevanan dixebitin. Qada jiyanê ya şêniyên herêmê tê talankirin.”
ÇAND Û NASNAMEYA MIROVAN TÊNE TINEKIRIN
Înan destnîşan kir ku di bin navê karên madenê de tê xwestin, cografya Kurdistanê ji mirovan bê xalîkirin û got, “Zêdebûna karê madenê nîşan dide ku ev polîtîka bi zanebûn e. Li gorî daneyên li ber destê me, ev yek polîtîkayek e. Gelê herêmê naxwaze dest ji ax û qada xwe ya jiyanê berde. Talana madenê nasname û çanda mirovan tine dike. Gelê herêmê têkoşîneke hebûna çandî dimeşîne. Mirovên me yên li wê derê ji bo parastina çand û nasnameya xwe têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Li Deşta Fîsê ya navçeya Licê di çarçoveya karê petrolê de talaneke mezin a xwezayê tê kirin. Li gel madenê bi zanebûn hewl didin taybetmendiya eko-sosyolojîk a Kurdan tine bikin. Nêta wan a esasî tinekirin e, talankirin e, sirgûnkirin e. Gelê herêmê li gel zextê jî hewl dide xwedî li xwezaya xwe derkeve.”
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN HEYE
Înan ragihand ku li dijî talankirina nasname û xwezayê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kêm man û got, “Biniherin li navçeya Pasûrê gelê li Deşta Hasandinê û rêxistinên civakî yên sivîl bûn yek û nerazîbûna xwe nîşan da. Gundê li dijî polîtîkaya tekkirin û tinekirinê amade ye. Eger rêxistinên civakî yên sivîl û şaredarî piştgiriyê nedin wê bê encam bimîne. Ji bo serketinê divê xeteke têkoşînê ya topyekûn bê avakirin. Têkoşîneke rasteqîn divê. Li pêşiya me mînaka Şirnexê heye. Ji ber ku li Şirnexê têkoşîneke topyekûn nehate meşandin xwezaya wê hate talankirin û tinekirin. Divê em têkoşîna rêxistinbûyî mezin bikin.”