Rojek piştî ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de çekên xwe şewitand, Serokkomar Erdogan bi daxuyaniyekê qala kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan û qetilkirina sivîlan a di salên 1990’î de kir û li sûcên wê demê mikur hat. Erdogan işaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir û ji bo bûyerên bi heman rengî careke din rû nedin bal kişand ser komîsyona bê avakirin.
Erdogan ku qala sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema xwe de nekir, têkildarî sûcên hatin kirin lêborîn nexwest. Wê demê 15 hezar kes bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin, bi deh hezaran gund hatin şeiwtandin û bi milyonan mirov neçar hatin hiştin ku koç bikin. Talîp Tepe ku şahidî ji vê zextê re kir, anî ziman ku ji bo aştiyeke ji dil divê desthilatdarî ne tenê mikur bê, her wiha lêborînê ji malbatan bixwaze. Ji malbata Talîp Tepe 2 jê bi kiryarên nediyar 6 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê biraziyê wî Abdurrahîm Tepe jî piştî ku li Goristana Garzanê hate veşartin bi kepçeyan hate derxistin û 10 sal in li cenazeyê wî digerin.
Birayê Talîp Tepe Seyfettîn Tepe û biraziyê wî Ferhat Tepe dema rojnamevantî dikirin li Bedlîsê bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin Ferhat Tepe yê 19 salî dema nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû di 28’ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlîsê hate revandin û 4’ê Tebaxê li qiraxa Gola Hazarê ya Xarpêtê ji aliyê masîgirekî ve mirî hate dîtin. Li gel serlêdana malbatê û hewldanên hiqûqî bûyera kuştinê nehate zelalkirin. Piştî qetilkirina Ferhat Seyfettîn Tepe pênûsa wî li erdê nehişt û bû nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Polîtîkayê. Di 25’ê Tebaxa 1995’an de li Batmanê hate binçavkirin, ew birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Bedlîsê. Di 29’ê Tebaxa 1995’an de 27 salî bû. Hate îdîakirin ku Seyfettîn di binê çavan de dawî li jiyana xwe aniye. Li gel ku sal di ser kuştinê re derbas bûn, hîn jî nehatiye ronîkirin.
Talîp Tepe diyar kir ku divê êşkence û sûcên li dijî mirovahiyê neyên jibîrkirin û destnîşan kir ku ev sûc ewqasî giran in ku bi mikurhatinekê bi tenê nabe bê nirxandin. Talîp Tepe anî ziman ku bi salan e zext û êşkence li gelê Kurd tê kirin, lewma divê lêborîn jê bê xwestin û got, “Gelek windahiyên me çêbûn. Em naxwazin kesek jiyana xwe ji dest bide. Pêvajoyeke ji dil divê bi lêborîna ji ber van sûcan destpê bike.”
‘DI SALÊN 1990’Î DE ME GELEK ÊŞKENCE DÎT’
Tepe ragihand ku beriya pêvajoya aştiyê ew nedikarî biçe warê xwe û got, “Di salên 1990’î de me li vê derê gelek zehmetî kişand. Heta pêvajoya aştiyê ez nikarîbûm biçim warê xwe. Ji ber ku paşnavê min Tepe ye timî gef li min dihate xwarin, an jî sîxurî dihate ferzkirin. Ji ber vê yekê nikarîbûm bi salan bêm bajarê xwe. Piştre bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re hatim vê derê.” Talîp Tepe qala êşên xwe kir:
“Di salên 1990’î de min gelek zilm û êşkence dît. Ji malbata min rojnamevan Ferhat Tepe yê birayê min û Seyfettîn Tepe yê biraziyê min hingî bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin. Li gel her tiştî jî me nekarî kujerên wan bibînin û kujer bê ceza man. Herdu jî ji ber ku rojnamevantî dikirin hatin qetilkirin. Malbata min wê demê gelek têkoşiya, lê kesek nehate darizandin. Li gel wan ji malbata min 6 kes di nava vê demê de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî biraziyê min Abdurrahîm Tepe sala 1997’an li Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da.”
Talîp Tepe diyar kir ku cenazeyê Abdurrahîm Tepe jî li Goristana Garzanê hate veşartin, di encama êrîşa li ser goristanê de cenaze ji wir birin Stenbolê, lê belê li gel DNA ya hate dayin jî nekarîn cezae werbigirin û got, “Êrîşên li ser goristanan û kuştinên kiryar nediyar zilmeke li dijî mirovahiyê ye. Malbat her cejnê diçû serdana goristanê û bi hêvî dibû.
Lê belê rabûn ew hêvî jî ji malbatan standin. Ev yek hem êşkence ye hem jî zilmeke mezin e. Ev êrîşên hatin kirin ne mirovî ne, ne jî wijdanî ne. Di nava pêvajoya şer de ji malbata me du kes jê bi kuştinên kiryar nediyar 6 kes hatin kuştin. Me gora yekî nedît, her wiha me kujerên 2 ji wan nedît.”
Tepe ragihand ku ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û got, “Em piştgiriyê didin vê pêvajoya aştiyê, bila aştî bibe, mirov di nava aramiyê de bin. Ji malbata me 6 mirovan jiyana xwe ji dest dan, ji niha û pê ve bila kes neyên kuştin.”
‘EM MAFÊN XWE YÊN QANÛNÎ Û DESTÛRA BINGEHÎNÎ DIXWAZIN’
Talîp Tepe diyar kir ku bi salan zilm li gelê Kurd hate kirin, ev êş divê êdî bi dawî bibe û got, “Gelê Kurd ewqasî têkoşiya, zilm li kesî nekir lê belê gelekî zilm li vî gelî hate kirin. Em dixwazin ku êdî ev bi dawî bibe. Bila zimanê me yê dayikê serbest be, em mafên xwe yên qanûnî û destûra bingehînî dixwazin. Bila mirov nemirin, êşkence li kesî neyê kirin, her kes bi zimanê xwe yê dayikê bistirê û jiyana xwe bi vî rengî dewam bike.”
‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ JI MALBATAN BIXWAZE’
Talîp Tepe bang li dewletê kir ku bi zilma hatiye kirin re rû bi rû bibe, lêborînê bixwaze û got, “Ji ber kuştinên kiryar nediyar û êrîşên li goristanan hate kirin divê dewlet lêborînê bixwaze. Divê dewlet ji malbatan lêborînê bixwaze. Ne tenê ji me divê ji tevahiya malbatan, ji tevahiya gelê Kurd lêborînê bixwaze û bi vî rengî pêşî li jiyana bi hev re veke. Êşkence û zilm nema ku vî gelî nedîtiye. Çi kuştinên kiryar nediyar, çi jî êrîşên li hemberî goristanan… Ji bo ev pêvajo baş bi rê ve biçe divê zilma hatiye kirin bibînin, pê re rû bi rû bibin û lêborînê bixwazin.”