În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Jehr ji Çemê Mûratê diherike
Civak & Ekolojî

Jehr ji Çemê Mûratê diherike

Ji ber karê Şîrketa Koza Altin ê li herêma Giyadînê, Çemê Mûratê tijî jehr û heriyê bûye. Heywan nikarin avê vexwin, populasyona masiyan a li çem diqede.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Navçeya Giyadîn a Agiriyê û gundên wê bi felaketa hawirdorê re rû bi rû ne. Karê lêgerîna li madenê û avakirina kanên mermerê yên Şîrketa Koza Altin ên li herêmê, her roj hîn bêhtir zerarê dide xwezayê. Ji ber karê lêgerîna li madenê ku bi dînamîtan tê kirin, isar li ekolojiya herêmê dibe. Her wiha 50 malbat neçar man koç bikin. Hawirdorparêz hişyariyê didin kuk maden dikarin ekosîstema li herêmê tine bikin.

Xelkê herêmê û hawirdorparêz ji parlamenteran dixwazin ku ji bo rawestandina karên madenê yên li herêmê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ev felaketa hawirdorê ya li Agiriyê ne tenê gefê li jiyana gelê herêmê dixwe, di heman demê de xwedî wê rîskê ye ku hevsengiya aborî û ekolojîk a li welêt jî xera bike. Ji bo parastina xwezayê eger gav neyên avêtin, dibe ku felaketeke mezin a hawirdorê li herêmê rû bide. Çemê Mûratê ku demekê heywanan av jê vedixwarin, niha bi jehr û heriyê tijî bûye. Ji ber gemara li nava çem êdî heywan nikarin avê jê vexwin, populasyona masiyan a di çem de jî diqede. Gundî dibêjin, ava çem a ku bi siyanurê bi jehr bûye li ser heywan û mirovan gefeke mezin e.

Li gel kanên madenê her wiha sê kanên mermerê yên li herêmê jî xisareke mezin didin xwezayê. Teqînên li derdora gundê Melegerî yê li navçeya Giyadînê, dîwarên malên li gund diderizînin, her wiha bûn sedem ku hin ji xaniyan bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû bimînin.

GEFÊ LI HEVSENGIYA EKOLOJÎK DIXWE

Qada madenê ya li Giyadînê li jorê Çemê Mûratê ye ku baskê herî mezin ê Çemê Firatê ye, lewma gefê li hevsengiya ekolojîk a herêmê dixwe. Aktîvîstê hawirdorê Nûrî Taşdemîr got, “Çemê Mûratê bi 722 kîlometreyan diherike û digihêje Çemê Firatê, piştre jî tevlî Kendava Basrayê dibe. Piştî ku karên qada madenê ketin meriyetê, ev qirêjiya di çem de wê bandoreke neyînî hem li ekosîstema xwecihî hem jî qadeke hîn berfireh bike.” Taşdemîr diyar kir ku madeyên kîmyewî yên di dema lêgerîna li madenê de têne bikaranîn ji siyanurê bêhtir jehrê bi xwe re tîne û got, “Ev madeyên kîmyewî yên bi jehr bandoreke mayinde li ser heywanan, mirovan û nebatan dike. Hem wê pirsgirêkên tenduristiyê li nava gelê herêmê rû bidin hem jî wê çavkaniyên debarê ji holê bêne rakirin.”

ZEXTA KOÇKIRINÊ LI GELÊ HERÊMÊ TÊ KIRIN

Hevseroka Wan Eko-Der’ê Dîlek Akdag jî anî ziman ku têkçûna xwezayî ya li herêmê hindik maye veguhere felaketeke mezin û got, “Bi bandora navendên madenê yên li herêmê re 50 malbat neçar man koçî metropolan bikin. Karên lêgerîna li zêr û derxistina mermerê bandorê yekser li 7 gundan dike. Eger ev kar dewam bike wê gelek malbat neçar bimînin koç bikin. Dînamîtên têne teqandin hêmanên xaniyan xera dikin û dibin sedem ku gundî neçar bimînin malên xwe biterikînin. Li gundê Melegerî dîwarên xaniyan derizîn. Heywan nikarin avê vexwin. Gundî nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Li pêşberî vê hilweşînê, gundî hemû nerazî ne. Em niha bi hev re platforma ekolojiyê ava dikin û plana çalakiyên hevpar dikin.”

BANGA JI BO WERGIRTINA TEDBÎRÊN LEZGÎN

Akdag destnîşan kir ku divê êdî çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin û got, “Naxwe li herêmê wê koçeke mezin û felaketeke hawirdorê rû bide. Ji bo pêşî li vê felaketê bê girtin divê tavilê gav bê avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî hiqûqê divê ‘mafê hêviyê’ bê naskirin
Nûçeya Pişt re Şêx Murşid Xeznewî: Destekê bidin QSD’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşên hewayî de dîsa gelê Tişrînê kirin hedef

Balafirên şer ên artêşa Tirk careke din êrîşî nobeda li Bendava Tişrînê kirin. Hat ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humisê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin qetilkirin

Di êrîşa çekdarî ya li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humisê ya di bin kontrola…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê di êrîşa li dijî dibistanekê de bêhtirî 30 kes mirin

Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî dibistaneke li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li bazarê bertek nîşanî mûçeya kêmtirîn dan: Em nan bi deyn dikirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Îkîzkoyê darên zeytûnan tên birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nêrînek ji ser Girê Sîser

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Parastina Jîngehê ava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?