Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Xwepêşandêran bi hildana wêneyên Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji pêşiya Qada Jinan a li bajêr dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Na ji bêdengiya navneteweyî re” hatin berzkirin.
Xwepêşandan li çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtingê.
Di mîtingê de hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêrê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah axivî. Diyana tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji pergala nû anku gel xwe bi xwe xwe bi rêve bibe ditirsin lewma tecrîdê giran dikin.
Diyana bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên NY’ê şermezar kir û got ew berpirsên tenduristiya Abdullah Ocalan in.
Diyana bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.
Mîting bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.