Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Riha Omer Ocalan, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin re hevdîtinê pêk bîne, serî li Serokkomariyê da. Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi rêya faks û postayê serî li Sekreteriya Giştî ya Serokwezaretiyê da û diyar kir ku destûr nayê dayîn Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.
Di serlêdanê de işaret bi biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser tecrîda li dijî Abdullah Ocalan hate kirin û hate bibîrxistin ku tevî biryarê piştî tu gav nehatin avêtin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) hatiye dayîn. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku di serlêdanê de ÎHÎK’ê îdia kiriye ku tecrîd nîne û ev tişt hatin gotin: “Di bersiva 23’yê Sibatê de hat nivîsandin ku bi hinceta cezayên dîsiplînê destûr nayê dayîn ku girtiyên Îmraliyê bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê bikin û li ser name û faksan qedexe nîne. Hat diyarkirin ku di sala 2023’yan de têkildarî hevdîtina parêzer tu cezayên dîsiplînê nînin, lê ji bo çima hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin tu daxuyanî nehatiye dayîn.”
Di serlêdanê de bal hat kişandin ser rêzgirtina li jiyana malbatî ya xala 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê hate kirin.