Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Nurî Avras û Seyfettîn Xelef ên li Tetwanê şehîd bûn, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir
Rojane

Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

Kadîr Înanir hunermendek bû ku di dîroka aloz û siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de, bê tirs sînorên ku ji hêla siyaseta serdest ve hatine xêzkirin derbas kir û ji bo îradeya gelan a ji bo jiyana bi hev re jiyan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Hunermendekî demokrat, humanîst û dostê Kurdan Kadîr Înanir 26’ê Hezîranê êvara Înê jiyana xwe ji dest da. Kadîr Înanir di “Pêvajoya Çareseriyê” de di nava “Şandeya Aqilmendan” de cih girt û li herêma Deryaya Spî gund bi gund geriya û girîngiya aştiyê vegot. Înanir timî bi Rêber Apo û hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş re di nava hevgirtinê de bû.

Dîroka sînemaya Tirkiyeyê di bin siya şikestina civakî û siyasî de xwedî teşedayîna pişt planan bû. Di van pişt planên ku hebûna civakî, têkoşîna nasnameyê û rojevên siyasî diyar dikir de û di heman demê de bû qadek ku gelek hunermendên demokrat dikarin hebûna xwe bidin nîşandan. Ji van yek jê Kadîr Înanir bû, bi salan wekî pêşengê îkonîk û mexrûr ê perdeya spî dihat nasîn. Lê di heman demê de rewşenbîrekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nava hewldanan de bû û li dijî statukoyê rabibû.

HÛNERMENDEKÎ FATSAYÊ TEŞE DAYE WÎ

Ji bo mirov sekna Kadîr Înanir netewandî fam bike, divê mirov li axa ku ew lê ji dayik bûye, mezin bûye û avaniya malbata wî binêre. Înanir di sala 1949’an de li navçeya Fatsa ya Orduyê di malbatek ku 14 zarokan wan hebûn de ji dayik bû. Fatsa di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de ne navçeyek ji rêzê ye; bi taybetî di  salên 70’î de dilê tevgerên çepgir, ezmûna rêveberiya herêmî û muxalefeta sereke ye.

Malbata wî xwedî kevneşopiya Derya Reş bê lê di jiyanê de berxwedêr bû. Bavê wî Mehmet Înanir di nav derdora xwe de kesayetiyek rêzdar bû, bi edalet bû û gotinên wî dihat guhdarkirin.

Di maleke ku 14 zarok lê mezin bû de ji ber ku parvekirin, wekhevî û lênêrîna hevbeş mecbûrî bû Înanir pir caran digot ku wî yekem car li ser sifreya mezin a malbatê fêrî edaletê bûye. Pêkhateya civakî ya navçeya ku ew lê mezin bûye xwedî karakterek ku li hember pergala axatî û mêtingeriyê li ber xwe dida. Di nav vê çanda herêmî de li kêleka bindestan bû û li dijî neheqan bû.

DI SALÊN 70-80’YÎ DE SEKNA ÎNANIR

Dema ku Kadîr Înanir dest bi sînemayê kir, Tirkiye di lûtkeya pêla çepgir, tevgerên karkeran û ciwanên muxalîf de bû. Dema ku gelek zilaman di salonên fîlman de zarokên dewlemend dilîstin, Înanir bi lez bala xwe da ser rastiya civakî û sînemaya muxalefetê.

Kadîr Înanir di salên 70’yî de bi sînemaçêkerên bayê çep-sosyalîst dabûn pişt xwe, bi taybetî bi Atif Yilmaz, Şerîf Goren û feraseta sînemaya şoreşger a wê serdemê re têkiliyên xurt danî. Înanir xwe tenê wekî lîstikvan nedidît, di heman demê de wekî “hunermendê gel” jî bi cih kir.

Înanir piştgirî da mitîngên çepgir, çalakiyên karkeran û meşên hunermendan ên wê demê. Înanir çanda populer a “magazîna fîgûr” red kir.  Di fîlmên ku di dawiya salên 70’yî de lîst xwedî xeta rastîn a civakî bûn. Mînak di fîlma “Hêstirvanî” de, pevçûna di navbera gundiyên xizan ên ku kelûpelan li ser sînor qaçaxçîtiyê dikin û cendermeyan vedigot û bandora pergala feodal û têkiliyên mêringeriyê ya li ser gundiyan radixist ber çavan. Helwesta wî ya wê demê li hemberî mêtingeriya çînî zelal bû û li ser xeta dijî-emperyalîst û ciavkî teşe digirt.

‘EZ Ê VÊ LÎSTIKÊ XIRA BIKIM’

Dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’an wekî gundorekê li ser tevgerên çep-sosyalîst ên li Tirkiyeyê derbas bû de; rewşenbîr, nivîskar û hunermend hatin girtin, pêleke bêdengiya ya mezin serwer bû. Di vê serdema tarî de bû ku sekna bi esîl a mezin a Kadîr Înanir derket holê.

Înanir di wê pêvajoya ku partiyên siyasî û komele hatin girtin de sînemayê wekî qada mualxefetê bi kar anî. Karakterê “Tatar Ramazan” ku wî di dawiya salên 1980’yî û destpêka salên 1990’î de nîşan da, nerazîbûnek sînemayî ya bihêz a li dijî rejîma 12’ê Îlonê ya zordar, êşkencekar û rûmeta mirovan dişkan, bû. Gotina wî ya “Ez ê vê lîstikê xira bikim” ne tenê ji bo girtiyan bû, di heman demê de hesta serhildanê ya civakê li dijî zîhniyeta cûntaya leşkerî ya wê demê nîşan dide.

Tevî ku fîlmên wî ji hêla desteyên sansurê ve hatin sansurkirin û carinan jî hatin qedexekirin jî wî qet paşve gav neavêt; wî li ser xeta rastîn a civakî çêkirina fîlman berdewam kir.

FÎLMÊN KADÎR ÎNANIR

Kadîr Înanir di rêwîtiya sînemayê ya fîlmê “Selvî Boylum Al Yazmalim“ de bi karakterê Îlyasked û  hezkirinê di lêpirsînê de derbas dike, Kara Bayram ê di fîlmê “Yilanlarin Ocu” de ji bo axê û rûmetê li ber xwe dide; bi fîlmê “Hêstirvanî” de trajediya mirovên ku li ser xetên sînor ji bo jiyanê têdikoşin. Fîlmên “Tatar Ramazan” û “Tatar Ramazan li Sirgûniyê ye” de bi dirûşma “Dema ku mojar edalet be yên din teferûat e” edaletê vedibêje. Fîlmê “Kapi” di jiyana Kadîr Înanir de berhema sereke ye. Fîlma ku mijara hevrûbûna rabirdûyê, aîdiyeta çandî û bîra civakî, dîroka nêz a Tirkiye û Kurdistanê radixe ber çavan.

Di rewşa tarî ya salên 1990-an û hîsteriya neteweperest a paşê de, ku heta gotina peyva “Kurd” li Tirkiyeyê encamên giran ên siyasî û qanûnî bi xwe re anî, Kadîr Înanir yek ji wan hunermendên kêm bû ku karîbû sînorên ku ji hêla medyaya sereke û statuya dewletê ve hatine xêzkirin derbas bike. Her çend gelek hevkarên wî bêdengî an retorîka bi rêberiya dewletê tercîh dikirin jî, wekî rewşenbîrek ji herêma Deryaya Reş, wî hewl da ku hebûn, êş û daxwazên nasnameyê yên gelê Kurd eşkere bike.

 

PARÊZVANÊ MAFÊN ÇANDAN Û SÎNAMEYA KURDÎ BÛ

Kadîr Înanir timî bi dengekî bilind ragihand ku ziman, çand û hunera gel nayê qedexekirin. Ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî bû û her tim wekî mertalek parastinê li dijî sansûr û zordariya li ser hunermend, derhênerên Kurd ên pê re rû bi rû diman tevdigeriya. Li dijî girtina salonên sînemayên li Kurdistanê û qedexekirina festîvalandengê xwe bilind dikir û bawer dikir ku zimanê gerdûnî yê sînemayê wê gelan nêzîkî hev bike.

DI NAVA ŞANDEYA AQILMENDA DE CIH GIRT

Helwesta dostane û demokratîk a Kadîr Înanir li ser pirsgirêka Kurd tenê wekî daxuyaniyek an gotarek rewşenbîrî nema. Di qonaxên herî krîtîk ên welat de veguherî berpirsiyariyek dîrokî û çalakiyek pratîkî. Di Pêvajoya Aştiyê ya ku di navbera salên 2013 û 2015’an de hat meşandin de tevî hemû zext û hedefgirtinê jî cihgirtina di nava Şandeya Aqilmendan a (Herêma Deryaya Spî) qebûl kir.

‘ŞER HÊSAN E, AVAKIRINA AŞTIYÊ ZEHMET E’

Kadîr Înanir di raporên ku di xebatên şandeyê de hatin amadekirin de diyar kir ku divê daxwazên gelê Kurd bi destûrî werin misogerkirin û aştiya mayînde tenê bi edaletê pêkan e. Her çiqasî pêvajo hat sabotekirin û maseya muzakereyê hat hilweşandin jî, Înanir qet dev ji israra aştiyê berneda. Bi gotina “Şer hêsan e, avakirina aştiyê zehmet e” li dijî polîtîkayên tecrîdê, operasyonan û tundûtûjiyê, bibgeha diyalog û muzakereye demorkatîk parast.

‘DIVÊ PEYAMÊN OCALAN RAST WERIN FÊMKIRIN’

Kadîr Înanir li dijî tabû û siyaseta serdest a li Tirkiyeyê û medyaya sereke ya “krîmînalîzekirin” û “terorê” bi berprisyariya rewşenbîrî tevgeriya. Înanir di wê baweriyê de bû ku yûn bi rastî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê kirde û muxatab rast pênase bike û mafê aktorên aştiyê radestî wan bê kirin.

Înanir di serdema “Pêvajoya Çareseriyê” û piştî wê anî ziman ku aştiya mayînde tenê bi muxatabên wê re bê meşandin û bi diyaloga zelal pêkan e. Înanir timî vîna Rêber Apo ya ji bo aştiyê û rola wî ya sereke di pêvajoyê de dianî ziman.Dem aku di Şandeya Aqilmendan de bû di hemû bernameyên ku beşdarî wan dibû û hevpeyvînên xwe de timî qala manîfestoyên aştiyê ya Rêber Apo yên ji Îmraliyê şandin dikir. Înanir diyar kir ku divê dewlet li şûna ku peyaman manîpule bike, li ser bingeha avakirina aştiya mayinde ya civakî deyne û got, “Divê peyamên Ocalan rast werin fêmkirin.”

POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ REXNE KIR

Înanir piştî pêvajoyê pêşbînî kir ku polîtîkayên tecrîdê yên ku Îmraliyê tenê kûrkirin wê bêtir xwîn û hêstiran bîne welat û dianî ziman ku girtina kanalên diyalogê hêviyên ji bo aştiyê têk bir. Li gorî wî, Rêber Apo yek ji kesayetiyên herî girîng bû ku dikarîbû dawî li pevçûnên li van axan bîne û paşguhkirina vê îradeyê bêaqilîyeke siyasî bû.

LI KÊLEKA DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û DAYIKÊN AŞTIYÊ SEKINÎ

Kadîr Înanir timî li kêleka dayikên dilsot sekinî. Qîrîna Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê li hestiyên zarokên xwe digeriyan û Dayikên Aştiyê yên ku bi laçikên spî daketin qadan timî di dilê wî de deng vedida. Înanir diyar dikir ku êşa dayik li ser siyasetê ye, ev bi temamî heqîqeta mirovî û wijdanî ye û ji ber ku dewlet êşa dayikan paşguh kiriye bi tundî rexne kir. Sekna wî di bîra gelê Kurd de ne tenê wekî “hunermendekî” di demên zehmet de wekî “qîrînek wijdanî” ye.

Kadîr Înanir hunermendekî bû ku dîroka polîtîk û çal û mitik a Kurdistan û Tirkiyeyê ku ji hêla siyaseta serdest ve sînorên hatine xêzkirin bê tirs derbas kir û hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê bû. Înanir ji pêlên nojek ên Deryaya Reş derket, êşa Kurdistanê parve kir û ji bo wê bedena xwe xist bin vî barî. Înanir di sala 2024’an de, piştî ku xwîn rijiya ser mejiyê wî ew rakirin nexweşxaneyê û piştî ku di beşa lênêrîna lezgîn de hat dermankirin, ji nexweşxaneyê derket. Di 14’ê Gulanê de dîsa nexweş ket û dîsa rakirin nexweşxaneyê. Kadîr Înanir ê 77 salî di saetên êvarê yên 26’ê Hezîrana 2026’an de jiyana xwe ji dest da.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin
Nûçeya Pişt re Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê girtin ku destê wî di gelek êrîşên bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurtulmuş: Derfetek mezin e, divê were nirxandin

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna duyemîn a komîsyonê de axivî û got: “Em mecbûr…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Enqereyê: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe

Li Enqereyê di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, nerazîbûn ji tecrîdê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?