Di 4’ê Mijdarê de PDK’ê berdevk û rêveberên nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ya li Hewlêrê dersînor kiribû. Asayîşa PDK’ê bi darê zorê Berdevkên Nûnertiya Herêma Federe ya Kurdistanê Hîkmet Hatîp, Sitki Vakar û rêveberên bajêr Aydin Yalvaç û Nasir Yagiz xistin du wesayîtan û derxistin dervî bajarê Hewlêrê.
Endamên HDP’ê ku li nuqteyeke nêzî bajarê Silêmanî di bin rêveberiya YNK’ê de hatin hiştin, pêkanîna li dijî wan hatiye kirin ji raya giştî re ragihandin.
BI NÛNERÊN HDP’Ê RE HEVDÎTIN KIRIN
Piştî bûyerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) heyetek şand Hewlêrê. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) heyetek şand Hewlêrê. Heyeta ku ji Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozuturk û wekîla Mêrdînê Bêrîtan Guneş pêk tê serdana nûnertiya HDP’ê kir û bi nûnerên ku ji bajêr hatine dûrxistin re hevdîtin pêk anî.
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, diyar kir ku ji bo ji nêz ve pêkanîna ku ji bo yekîtiya gelê Kurd gaveke neyînî ye bişopînin çûne Hewlêrê û got ku xwestine pirsgirêkê fêhm bikin.
Guneş, destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî nûnertiya HDP’ê ne tenê DEM Partiyê, her wiha tevahî gelê Kurd eleqedar dike û wiha got, “Me serdana nûnertiya xwe ya HDP’ê kir û me li wir bi hevalên xwe re hevdîtin kir. Em bi hevalên xwe re li ser pêvajoyê û geşedanan axivîn. Ji bo ku têkiliyên dîplomatîk ên erênî di navbera 4 parçeyên Kurdistanê de werin domandin me bi hevalên xwe yên nûner re civînek pêk anî. Em li ser pirsgirêkan axivîn û hatin agahdarkirin.”
Guneş got, “Nûnertiya me yê li Hewlêrê niha vekirî ye û hevalên me li wir karê xwe didomînin” û diyar kir ku rêveberên HDP’ê yên ku ji bajêr hatine derxistin li herêma ku lê ne xebatên xwe didomînin.