Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ derbarê rewşa dawî ya Nêrgiz Mihemedî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gor daxuyaniya ku hatiye ragihandin tenduristiya Nêrgiz Mihemedî di metirsiyê de ye û wiha tê gotin: “Ew di 24’ê Adarê de di nav nivînê xwe de bêhiş hatiye dîtin. Li gorî hevalên wê yên hucreyê, ew nêzî saetek ser hişê xwe de ne hatiye. Girtiyên hucreyê de ew di betaniyekê de pêçane û birine nexweşxaneya beşa jinan, li wir derman dan wê da ku wê bênin ser hişê xwe. Ruxmê viya jî rayedaran red kirin ku Mihemedî bişînin nexweşxaneyê.”
Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku Nêrgiz Mihemedî her di vereşe, êşa wê ya seriyê girandibe û çavên wê jî kêm dibîne. Ev nîşanene piştî ku di 12’ê Kanûna 2025’an de li Meşhedê di dema binçavkirinê de bi awayekê tund êşkenceyê re rûbirû dimîne û ji serê xwe derb dixwe destpê kiriye. Her wiha pirsgirêkên Nêrgiz Mihemedî yên weke tansiyon, dil û ciger ji heye ev yek di bijişkan de fikaran ava dike.
Li gorî daxuyaniyê, dozgerê girtîgehê têkiliya Nêrgiz Mihemedî tenê bi sê deqeyan bi xwişk û birayên wê re sînordar kiriye û hemû têkiliyên bi parêzerên wê re qedexe kiriye. Her wiha ji hêla rayedaran ve tê ferzkirin ku hemû serdan di bin çavdêriya rayedaran de werin kirin.
Kampanya di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê Nêrgiz Mihemedî û hemû girtiyên wijdanî berdin û ji bo tenduristiya wan derfet ava bikin.

