Girtîgeh mîna neynikekê li welatekî zexta bi sîstem nîşan dide. Li Tirkiyeyê jî şêwazê rêveberiyê li girtîgehan her ku diçe, otorîter dibe. Ji xeynî êşkence û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî, şert û mercên tecrîda giran jî tê pêkanîn. Li girtîgehên bi tîpa Y, S, R hucreyên teng ên ku roj lê nakeve û mirov nikare lê nefes bistîne, her tişt bi formata otomatîk hatiye dîzaynkirin û tenê 1 saet mafê hewa standinê heye. Girtiyên siyasî ji bo ji van girtîgehan bên sewqkirin, xwe neçarî birçîtiyê dikin. Ji van girtiyan Nûrettîn Kaya ji bo hevalên wî mîna wî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind bên sewqkirin, tam 211 roj in di rojiya mirinê de ye. Ji Malbatên TAYAD’î Hasan Basrî Yildiz ku ji bo girtina girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û yên bi tîpa Y, S, R her roja Çarşemê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî bide hat binçavkirin, têkildarî rewşa dawî ya Kaya ji ANF’ê re axivî.
Yildiz ku 2 sal in weke malbatên TAYAD’î bi daxwaza girtina girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Y, S, R kampanyayê dimeşîne, destnîşan kir ku li van girtîgehan tiştek nîne ku mirov bikare dest biditê. Yildiz wiha got: “Rok nîne, baran nîne, mirov nîne, her cih bi têlan hatiye dorpêçkirin, hewa standin nîne, notirvan jî nîne. Tam weke darbestên bi beton in.” Yildiz ragihand ku gelek girtiyên siyasî ji bo ji van girtîgehan bên sewqkirin, di greva birçîbûnê de ne û got ku yek ji van girtiyan jî Nûrettîn Kaya ye.
‘DEMA KU RÊVEBERIYÊ SOZA XWE BI CIH NEANÎ, GREVA BIRÇÎBÛNÊ VEGUHERAND ROJIYA MIRINÊ’
Yildiz diyar kir ku Nûrettîn Kaya 15 sal in girtî ye û wiha got: “Nûrettîn nêzî beriya 1.5 sal demildest ji girtîgeha bi Tîpa T a Bûrhaniyeyê sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Di heman demê de endamê Grûp Yorûm Cemîl Kûrt û Alîşan Gul jî ji Hejmara 9 a Sîlîvriyê sirgûnî heman girtîgehê hatin kirin. Lê her sê jî di hucreyên yek kesî yên cuda de dihatin ragirtin. Daxwaza wan a bi hev re mayînê, nehat pêkanîn. Li ser vê yekê Nûrettîn Kaya ji bo rawestandina sewqên sirgûnî û şewitandinên înfazên bi kêfî, ji bo girtina girtîgehên bi tîpa kûyû û ji bo girtiyên sewqî vir sewqî bajarên ku malbatên wan lê ne bên kirin, di Gulana 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî ku rêveberiya girtîgehê daxwaza wan a sewqkirina endamên Grûp Yorûm û sewqkirina wî qebûl kir, di roja 107’an de navber da greva birçîbûnê. Lê rêveberiyê soza xwe pêk neanî û sewq pêk nehatin. Li ser vê yekê Nûrettîn di 20’ê Cotmeha 2023’yan de vê carê dest bi rojiya mirinê kir û di 29’ê Sibata 2024’an de sewqî Girtîgeha bi Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Ji ber ku daxwaza wî ya sewqê ne tenê ji bo wî bû ji bo her du hevalên wî yên din jî bû, rojiya xwe ya mirinê li wir jî didomîne. Bi biryare ku heta Cemîl Kûrt û Alîşan Gul sewqî girtîgeheke li Stenbolê ya nêzî malbatên wan, bên kirin rojiya xwe ya mirinê bidomîne.”
‘KAYA 40 KÎLO DAN, DI QIRIKA WÎ DE BIRÎN ÇÊBÛN’
Yildiz destnîşan kir ku di roja 211’an a rojiya mirinê de, rewşa tenduristiyê ya Nûrettîn Kaya di qonaxeke krîtîk de ye û diyar kir ku Kaya 40 kîlo dane, di qirika wî de birîn çêbûne û di axaftinê de zehmetî dikêşe. Yildiz ragihand ku tevî vê yekê jî pêwîstiya wî ya bi vîtamîna B1 nû hate pêşwazîkirin û got ku gelek pêdiviyên wî nayên pêşwazîkirin.
‘DAXWAZ HÊSAN IN Û DIKARIN BÊN PÊŞWAZÎKIRIN’
Yildiz anî ziman ku Kaya niha bi girtiyekî extiyar re tê ragirtin ku di rewşeke krîtîk de nikare alîkariyê biditê. Yildiz got: “Nûrettîn hem ji bo derbasî hucreya girtiyekî siyasî yê ciwantir bibe ku bikare alîkarî biditê û hem jî ji bo her du endamên Grûp Yorûm Cemîl Kûrt û girtî Alîşan Gul bên sewqkirin, wê rojiya mirinê de be.”
Yildiz destnîşan kir ku ev daxwazên Nûrettîn Kaya hêsan in û dikarin bên pêşwazîkirin û bi bîr xist ku berê daxwazên sewqê yên Nedîm Ozturk û Huseyîn Karaoglan jî ku bi heman daxwazên sewqê di greva birçîbûnê de bûn, hatin qebûlkirin. Yildiz xwest ku hîn zêde nebûyî dereng, divê dengê Kaya were bihîstin û got: “Ji bo Cemîl Kûrt û Alîşan Gul bên sewqkirin, gelo ma divê Nûrettîn jiyana xwe ji dest bide? Em daxwaz dikin ku ev her du heval, demildest bên sewqkirin.”