Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Minbicê daxuyaniyek da û ragihand ku xebatên berhevkirina îmzeyan li kantonê bi dawî bûne piştî ku 711 hezar û 180 îmze hatine berhevkirin.
Endamê însiyatîfê Sadiq El Esîdî daxuyanî li Stada Beledî ya bajêr xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo ku em dengê xwe bigihînin cîhanê da ku berpirsyariyên xwe li hemberî vîna gelan bînin cih û siyaseta hovane ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî li Îmraliyê dimeşîne, bi dawî bike, me dest bi pêngava berhevkirina îmzeyan kir. Piştî berhevkirina 711 hezar û 180 îmzeyan pêngava me bi dawî bû.”
Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê rêya têkoşîn û berxwedanê berdewam bike. Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyeyê de yên ku piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hate silavkirin.