Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî îro sersaxî da şênî û malbatên 9 girtiyên di girtîgeha Kobanê şehîd bûne.
Ebdî li ser X’a xwe de got, aliyên eleqedar dest bi lêpirsîneke berfireh û şefaf ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê û cezakirina sûcdaran kiriye û wê encamên lêpirsînê bi zelalî werin ragihandin.
Ebdî diyar kir ku ji bo bûyerên wiha dubare nebin pêdivî bi aktîvkirina rola saziyên dadwerî, ewlehî û pêşxistina hevrêziyê di navbera wan de heye ku serweriya yasa misoger dike, mafên sivîlan, girtî, ewlehiya Kobanê û aramiya wê diparêze.

